Свяжитесь с нами

Культура

MIJARA KURDI DI NAVA ZENDINIGARI U WENEKESHIYA CIHANE DE

Опубликованный

вкл .

(Weşana 2-a)

 

     Dibêjin, ku wênekêş bi teherekî mayîn cîhanê mêze dikin û dibînin. Carekê, gava gilî hatîye li ser wênekêşan, Pîkaso gotîye, wekî zêndînîgarî karê korane: wênekêşê eyînsî ne ku tiştê ew dibîne dineqişîne, lê çi ku ew pêva diheyîre û  texmîn dike.

     Gelek hostên firçê yên li cîhanê naskirî di nava efrandarîya xwe de cîhkî bi taybetî dane welat û gelê me. Wana ne ku tenê tebîyeta Kurdistana rengîn, deb û rabûn-rûniştina gelê me, lê usan jî wergirtin, cil û berg û timtêla kurdan bi firçê nitrandine. Wênekêşên xerîb herdem bala xwe dane rewş û timtêla kurdan. Ji ber ku cil û berg, xemil û wergirtina mirov ew teherê jîyana wî ye. Lê cil û bergên netewî, xazma yên dîrokî ew şêweyê jîyana gel ya wê demê ye. Di vî warî de xebatên wênekêş û netewzanê almanî navdar Maks Karl Tîlkê (1869-1942) gelekî balkêş û giranbahane. Ew hesab dibe mîrê wênekêşîya cil û bergên netewên cîhanê. Taybetmendîya efrandarîya Maks Tîlkê hema di wê yekêdane, gava ku bi saya wêneyên wî gelek lêkolîner û netewzanên cîhanê  nasîya xwe didine çanda gelaye medenî ya ji dema kevnar destpêkirî û heya nîveka yekemîn ya sedsala 20-î,  wê yekêra tevayî dîroknas usan jî xusûsîyên deb û jîyana netewan derdixine meydanê û dinirxînin.

     Maks Tîlkê dîroka cil û bergên gelên cîhanê heseb kirîye wek dîroka çanda hemtomerî. Nenihêrî gelek zanyaran li ser cil û berg û wergirtina netewan nivîsîne, lê wana bêtir guh nedane wê yekê, ka bê cil çawa hatine birînê û bi çi perçeyî hatine dirûne, li kîjan deverê û li kîjan heyamî ev yanê ew cûrên cilan li xwe kirine, di demên şîn û şayan de wergirtina mirovan çawa ji hevdu hatîye cudakirinê  û tiştên mayîn. Di vê derecê de Tîlkê ne ku tenê hostê firçêyî erhede ye, lê usan jî lêkolînvan û netewnasê mezine. Gelek nivîsar û şiroveyên wî yên bi naveroka netewnasîyê hela baş nehatine arzûkirinê û makkirinê.

     Di wêneyên xwe de Maks Tîlkê nimûnên cil û bêrgên gelek  netewên Avropayê, Afrîkayê û Rojhilatê yên here bedew û pirrawaz derxistîye meydanê. Ewî bi çavên netewnasan wergirtin û xemla her êtnosekê mêze kirîye, xusûsî û taybetmendîyên wana qimet kirîye. Lema jî wêneyên wî gelekî geş û bedewin.

     Maks Tîlkê kengê û bi çi awayî bi kurda re bûye nas? Mijara netewên Qawqazîyayê û pêra jî ya kurdî ji bo çi di nava efrandarîya wî de cîhkî berbiçav digre?

      Sala 1852-an li Tîfllîsê li rex beşa Qawqazîyayê ya komela nexşenîgarîyê ya Îpêratorya Rûsyayê mûzêya nimûnên çanda medenî hate damezirandinê. Bi hereketê serokê mûzêyê yê wê hênê Gûstav Radê gelek nimûnên çanda medenî ya netewên vê herêmê hatine berevkirin û tomarkirinê. Ev kar bû bingeha sazkirina mûzêya Qawqazîyayê wek sazîke serbixwe. Di destpêka sedsala 20-î de rêwîvan û netewnas Alêksandr Kaznakov bû berpirsyarê vê mûzêyê. Di mûzêyê de wê demê îdî gelek nimûnên deba netewên vê herêmê kom bûbûn. Sala 1909-a ew berbirî wekîlê padşê Rûsyayê li Qawqazyayê– Îlaryon Voronsov-Daşkov dibe û hîvî ji wî dike, wekî ew wek serokê heremê hukmî li ser berpirsyarên komarên vî parewalatî bike, ku ew nimûnên cil û bergên netewên deverên xwe kom bikin û bidine mûzêyê. Bi wê armancê komên zanyaran jî têne amadekirinê û verêyî hemû goşên Qawqazyayê dikin. Piştî salekê di wî warî de karekî hêle tê kirinê: ewqas nimûnên çanda medenî kom dibin, ku Alêksandir Kaznakov pirsa weşandina atlasa nimûnên cil û bergên netewên Qawqazyayê bilind dike. Ji bo amadekirin û çapkirina vê pirtûka netewzanîyê sala 1912-an  wênekêşê almanî navdar û pêşekzanê cil û bergên netewan Maks Tîlkê bi destûra Padşê Rûsyayê Nîkolayê II vexwendî Tîflîsê dikin.

         Berî wê yekê, ku em bêne li ser mijara kurdî ya di nava efrandarîya Maks Tîlkê, hewceye  bi kurtayî nasîya xwendevan û bîneran bidne hinek rûpêlên kar û jîyana vî hostê zêndînîgarîyêyî meşûr. Ew sala 1869-an li bajarê Braslaûyê (Almanîya) ji dayîkê bûye. Sala 1886-an li akadêmya bedewtîyê ya Bêrlînê tê hildanê. Hela salên xwendekarîyê ew bi rêwîtî diçe Îtalyayê û Tûnîsê. Piştî akadêmyayê ew li Bêrlînê wek wênekêş-dêkorator kar dike, dû re diçe Madrîdê û wek wênekêş-bergir (kopîvan) derbazî li ser xebatê dibe. Hema li vira jî şureta wî ya wênekêşîyê dîhar dibe. Sala 1900-î ew li Parîsê wek îlyûstrator-neqişvan kar dike, paşê dîsa vedigere Bêrlînê. Ew wê demê îdî hatibû naskirinê wek pisporekî cil û bergên netewan. Sala 1911-an li Bêrlînê li pirtûkxana Lîpêrhaydê pêşengeha wî ya yekemîn vedibe, ya ku ji hêla dewletê û civakê ve bilind tê qîmetkirinê. Hukumet ji bo pirtûkxanê hemû xebatên wî dikire. Wê hênê nav û dengê wî li Avropayê zûva bela bûbû, li Rûsyayê jî ew îdî naskirî bû. Lewra jî ewî sala 1912-an vexandî Tîflîsê dikin, ku  wêneyê cil û bergên netewên Qawqazyayê ber bigre û bikşîne. Tîlkê du salan li wir kar dike, pêra jî li mûzêya Qawqazyayê wek profêsor dersên zêndînîgarîyê û wênekêşîyê dide.

    Di destpêkê de Maks Tîlkê dixweze wêneyên cil û bergên netewan yekcar bikşîne, ku li mûzêya Qawqazyayê dihatine parastinê. Lê paşê ew dixweze li nav netewên vê heremê bigere û li cîhda cil û bergan li mirovan bike û bikşîne. Ew usa jî dike. Ji bo wî ew karekî hewaskar bû, lê pêra jî dijwar bû, gelek caran astengî jî derdiketine holê. Ji ber ku ne hemû deveran bû, ku mirov qayîl dibûn, wekî wêneyên wana bikşînin. Berpirsyarên mûzêyê, pêşekzan û zanyar bi pêşneyarîya Maks Tîlkê re qayîl dibin: ew jin û mêrên ji netewên cihê-cihê yên pêşverû dibînin û vexwendî dikin, cil û bergên li mûzêyê parstî li gorî netewan û wergirtinê li wana dikin û piştî wê yekê wêneyên (fotoyên) wana ber digrin, ku dema xwe bêtir unda nekin, mirovan jî dirêj nedine seknandinê û ji karê wane herroje nebirin. Dû re Tîlkê ji wan fotoyan wêneyên cil û bergên netewan bi firçê dikşîne. Bi vî teherî li mûzyêya nimûnên çanda medenî ya netewên Qawqazyayê li Tîflîsê wêneyên cil û bergên kurdî jî peyda dibin, ku bi wan cil û bergan re tevayî hetanî îro têne parastinê.

     Gava şerê cîhanêyî yekemîn destpê dibe, Maks Tîlkê bi mecbûrî xebata xwe nîvcî dihêle û vedigere Bêrlînê. Pêşekzan dibêjin, wekî ewî wê demê gelek wêne bi xwera birine. Li mûzêya Qawqazîyayê, ku îro tê navkirinê wek mûzêya Gurcistanêye dewletê, her tenê 83 wêneyên wî mane, ji kîjana bêtirî 10-an li ser kurdane.

     Salên şêrê cîhanêyî yekemîn Tîlkê li Ştûdgartê ji bo Yekîtîya weşanavanan wêne-kompozîsyayên bi mijara şêr amade dike. Ji wê demê hetanî dawîya jîyana xwe (ew sala 1942-an li Bêrlînê çûye li ser dilovanîya xwe) Tîlkê lêkolînên li ser cil û bergên netewên cîhanê ve mijûl dibe. Li ser vê mijarê çend berhemên wî derketine: «Dîroka hemtomerî ya cil û bergan ji dêmên kevnar destpêkirî haya dema naha» (hevxudanê vê pirtûkê wênekêşê almanî navdar Volfgang Brûne), «Jinên Qawqazyayê» û yên mayîn. Lê ya here giranbaha pirtûka wî ya bi navê «Cil û bergên Rojhilatê, dîzayn û reng-awazên wan»-e, ku sala 1922-an li Bêrlînê çap bûye. Di vê pirtûkê de nimûnên cilên netewên Qawqazyayê yên cihê-cihê derketine: yên gurcan, asêtînan, gelên Daxistanê û besta Kaspyayê, ermenîyan, teterên azerî û gelekên mayîn re tevayî usan jî yên kurdan.

     Sala 2006-an li mûzêya Gurcistanêye dewletê ya li ser navê S.Canaşîa pêşengeha xabatên Maks Tîlkê hate damezirandinê. Ew li Tbîlîsê bû bûyereke çandêye mezin. Salekê dû re katolaga efrandinên Maks Tîlkê ya bi navê «Cil û bergên gelên Qawqazyayê» li vira ronayî dît, ku Tamara Gêladzê, Bonî Nêyfê-Smît û Êldar Nadîradzê amade kiribûn. Di vê katalogê de wêneyên wî yên bi mijara kurdî jî derketin.

     Hema wê salê jî bi pêşneyarîya Şêwra rewşenbîrên kurdan ya Gûrcistanê û bi hereketê lêkolînerê dîrok û çanda gelê meyî naskirî Dmîtrî Pîrbarî, doktora dîrokzanîyê, netewnasa navdar Lamara Paşayêvayê û netewzanê gurc Êldar Nadîradzê alboma rengîne cihê ya bi navê «Nimûnên kûltûra medenî ya kurdî ji mûzêya netewî ya Gurcistanê» bi zimanên kurdî, gurcî, rûsî û înglîsî ronayî dît. Giranbahayîya vê weşanê-albomê çidane? Berî her tiştî gerekê bi heqî bê gotinê, wekî amedekarên vê pirtûkê-albomê bi alîkarîya rewşenbîrên netewî û bi piştgirîya rêveberîya mûzêya Gurcistanêye dewletê karekî netewhizîyêyî mezin kirine. Ew bi rastî jî kelepûra kurdîye. Di vê berhemê de ne ku tenê wêneyên Maks Tîlkê yên cil û bergên kurdan derketine, lê usan jî wêneyên gelek nimûnên çanda meye medenî cîh bûne, ku di fondên mûzêye xewle û girtî de têne parastinê û herdem nîne, ku li ber çavanin. Ew cil û bergên mêr û jinan, xemil û xişrên kulfetin, çek û silhên kurdanin, emenî, xalîçe, xurc û berên netewîne, amanetên timtêla mêrên çekdarin û gelek eşyayên navmalêye mayîn. Ev hemû nimûnên deba me di nava 130 salan de ji sala 1852-an virda li vê mûzêyê hatine tomarkirinê. Tiştekî balkêşe, wekî gelek cil û bergên kurdî, xemil û xişir gênralê Ordîya Rûsyayê yê bi eslê xweva kurd Elî Eşref Beg Şemşedînov (lawê gênaral Cefer Axa Şemşedînov – Gulî Cewar Axa) di dema xwe de dîyarî vê mûzeyê kirîye. Lê ser vê bûyerê Dmîtrî Pîrbarî di gotara xwe ya bi navê «Cefer Axa – gênêralê Împêratorya Rûsyayê» de dinvîse, ku bi rûsî di hejmara 5-an ya gulana îsalin ya rojnama «Novî vzglyad»-ê de çap bûye.

     Pirtûka jorgotî ji 120 rûpelane, ji pêşxeberê, 66 wêneyên rengîn û nivîsarnasîyê pêk hatîye. Wê gelekî tiştekî baş be, eger amedekarên vê albomê şaxê wê yê êlêktron di malperên netewî de biweşînin, ji bo derfeta bi hezaran mirovan hebe, ku nasîya xwe bidne nimûnên deba me yên degme.

    Gelekî hewaskare, wekî Maks Tîlkê wêneyên hemû komên netewan baş ji hevdû cuda kirîye, ku şedetîya şûret û merîfeta wî ya netewnasîyê jî dide. Ewî cil û bergên kurdên musulman û yên êzdîyan cihê kişandîye ji bo taybetmendîya wane civakî û olî derxe meyadanê.

     Ev wêneyên Maks Tîlkê, ku îro em raberî we dikin, bêgûman di çavkanîyên Rûsî, înglîsî û almanî de gelek caran li ber çavên lêkolîneran û maşoqên çanda meye medenî dikevin. Lê em bi mexsûs gelek wêneyan ji berhema zanyarên me ya bi navê «Nimûnên kûltûra medenî ya kurdî ji mûzêya netewî ya Gurcistanê» ji ber digrin û navê wan jî li gorî nivîsa li bin wana derdixin.

Efrandarîya Maks Tîlkê ya li ser mijara kurdî hewcê lêkolînên bi taybet û heralîne. Gelek wêneyên wî meva ne belîne. Hinek wêneyên wî yê bi êlêmêntên cil û bergên kurdên Sûrmelîyê û binecîyên Mêsopotamyayê yên kurd me li çavkanîke almanî ditin û wan jî îro diweşînin. Gerekê bê gotinê, wekî çend wêneyên Maks Tîlkê yên li ser kurdan salên 1930-î li Avropayê û Sovîyêtê wek markên poştê hatine çapkirinê.

     Me net danenîbû, ku vê gotara xwe de pirsên deb û rabûn-rûniştina gelê me binirxînin û qîmet bikin. Ew mijareke mayîne. Her tenê armanca me ewe, ku li ser bingeha melûmetî, belge û çavkanîyên li bin destê meda heyî û weke hereketê xwe xebatên wênekêşên cîhanê yên naskirî, ku  li ser gelê mene,  tomar bikin û raberî xwendevanan bikin. Belê, ev karekî giran û cabdare, lêkolînên kûr û dûr dixweze. Goveka vî karî gelekî mezin û fireh ye. Lema jî alîkarîya we di vî warî de wê gelekî pêwîst û kêrhatî be.

 

 

Binêre: "Kataloga nimûnên çamda medenî ya kurda"

 

Prîskê Mihoyî,

www.kurdist.ru

 

 

Культура

ПАШАЕ АФО: «НЕ СМОТРИ НА МЕНЯ ТАК!..»

Опубликованный

вкл .

Автор:

(Его памяти)

Не смотри на меня так, не смотри на меня так,
Без дыма, без дыма — сердце моё горит!..

Три года назад, почти в эти же сентябрьские дни, тысячи поклонников народного певца Пашае Афо услышали эти строки его песни — но на этот раз не так, как обычно. В тот день они звучали с особой грустью и состраданием.

К тому времени он уже несколько месяцев тяжело болел. Сердце этого певца, автора песен и обладателя тонкого, мягкого голоса горело — без дыма, без конца…

В начале сентября 2023 года мне позвонил мой друг Хачое Коте и сообщил, что Пашае Афо очень тяжело болен: у него онкологическое заболевание. Он отгородился от всех — от друзей, родственников, от окружающего мира. Отключил телефон и ни на чьи звонки не отвечал.

У меня были два его номера телефона. Я звонил ему, набирал снова и снова, но, увы, ответа не было. И тогда я погрузился в тяжёлые раздумья: «Эх, коварная судьба!..»

Да, этот мир не является чьей-либо собственностью, и жизнь человеческая не вечна. Но болезнь приходит внезапно, не выбирая людей, не зная ни границ, ни времени года…

И вот 22 сентября пришла печальная весть: по милости Божией Пашае Афо скончался.

С грустным и тоскливым сердцем, с глубокими и тревожными мыслями я мысленно вернулся в середину 1970-х годов, когда песни Пашае звучали в эфире нашего ереванского радио.

Царство ему Небесное! Халиле Чачан Мурадов в своё время пригласил Пашае Афо и записал несколько его песен, которые до сих пор хранятся в золотом фонде радио: «Wisa nenêr tû li min», «Ax, nazikê, nazdarê», «Ez werdeka gola şînim», «Giryê saz».

В последние годы Пашае Афо сочинял песни на стихи Аскяре Боика, Хачое Каро и автора этих строк и публиковал их в социальных сетях.

Он был очень добрым человеком и хорошим другом. Мы часто созванивались. Паша говорил, что по музыкальному стилю, особенно по характеру аранжировок, его творчество близко к пению Араме Тикрана. И в этом действительно была своя истина: Арам играл на сазе, а Паша пел.

Однажды он позвонил мне, и мы долго разговаривали о народном фольклоре, музыке и песнях. В конце нашей беседы он спел мне одну историческую песню.

Паша также сочинял песни на собственные стихи. Он знал множество хороводных песен. В минуты радости он пел, пел и танцевал на свадьбах, радуя людей своим мягким и проникновенным голосом.

Пашае Афо родился 11 сентября 1956 года в селе Кибихтапа Талинского района Армении. После окончания школы два года служил в Красной Армии. После военной службы получил высшее образование в Ярославском педагогическом университете в России. В течение многих лет преподавал русский язык в соседнем селе Сорик. Долгое время был главой своей родной деревни.

После распада Советского Союза Паша вместе с семьёй уехал в Россию и поселился в Ярославле. В этом городе проживает большая езидская община.

Именно в Ярославле, 22 сентября 2023 года, после непродолжительной болезни Пашае Афо ушёл из жизни.

В течение трёх дней перед его домом было многолюдно: поклонники, друзья, земляки и знакомые приходили проститься с любимым певцом.

Пашае Афо был похоронен на Ездском кладбище Ярославской области.

Сегодня ему исполнилось бы 70 лет.

И сегодня, в день рождения Пашае Афо, в наших ушах вновь звучат строки его песни. Но теперь они звучат иначе — с глубоким волнением, светлой грустью и чувством благодарности за его жизнь, его творчество и память, которую он оставил после себя.

Не смотри на меня так, не смотри на меня так,
Без дыма, без дыма — сердце моё горит!..

Приск Мгои
Россия, Ижевск, 11 сентября 2026 года

Продолжить Чтение

Культура

PAŞAYÊ EFO: WISA NENÊR TU LI MIN!..(Bona roja bûyîna wî)

Опубликованный

вкл .

Автор:

Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min,
Bê dû, bê dû dişewite dilkê min!..

Sê sal berê hema vê mehê ev xetên strana Paşayê Efo guhê bi hezeran maşoqên stranbêjîya gelêrî da kirine zingîn, lê ne mîna hercar. Wê carê bi xemgînî û dilkovanî…
Ew çend meh bûn, ku agir dilkê vî dengbêjê xudanê dengê zîz û nazik ketibû, bê du, bê dû dişewitî…
Destpêka îlonê sala 2023-a hevalê min – Xaçoyê Qero min ra têlê xist û got, wekî Paşa gelekî bethale û têla xwe jî vêsandye, berê xwe ji her kesî – ji heval-hogiran, ji bira-pismaman, dost û xêrxwezan, lo ji cîhanê guhastye.
Du hejmarên têlên wî li bal min hebûn: min jî têlê xist, lê, mixabin… bersiv tune bû. Û wê demê ez ketme nava tefekûryê û mitalan: «Hey, Felek, mala te bişewite!..». Hemîn, dinya milkê bavê kesekî nîne, lê nexweşî mixenete: xet û sînoran, cihal û ahalan, çax û mecalan, dem û dewranê napirse.
Û 22-ê îlonê caba nebxêrîyê min ra hat, wekî Paşayê Efo çûye ber dilovanîya Xwedê…
Bi dilê xemgîn û kovan, bi mitalên kûr û betreng, bi hesîna kela genctîyê ez çûme nîveka salên 1970-î, gava kilamên Paşa bi radyoya meye Rewanê didan. Rema Xwedê Xelîlê Çaçan Mûradov be. Ewî wê hênê gazî Paşa kir û çend stranên wî qeyd kir û heya niha jî ew di dengxana radyoya me da têne parastinê: «Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min», «Ax nazikê nazdarê», «Ez werdeka gola şînim», «Giryê saz».
Van çend salên dawî Paşayê Efo helbestên Eskerê Boyîk, Xaçoyê Qero û xudanê van xetan jî kiribû kilam û di tora civakî da weşandibû. Hevalekî gelek berbihêr û qenc bû. Herdem me hevra têlê dixist. Digot, wekî awaz û akla wî mîna ya Aramê Tîkrane. Rastî jî usane: Aram saz dixe û ew jî distrê.
Carekê minra dîsa têlê xist û got, gelo mal-bendên kilaman, gava diwekilin, wê ra çi dibêjin. Min gotê: bendveger, bendwekil, dubend… Şa bû, pê têlê straneke mêranîyê min ra got…
Paşa helbest jî dinvîsî û dikire kilam. Ewî gelek kilamên govendan jî dizanibû. Wextê şayan dikete govendê, hewas-hewas dilîst û bi dengê xweyî nerm û zîz distra û govend digerand…
Paşayê Efo 11-ê îlonê sala 1956-a li gundê Qibixtepe (Navçeya Talînê, li Ermenîstanê) ji dayîkê bûye. Piştî dibistana navîn ew du salan di cêrgên Ordya Sor da qulix dike. Paşî eskerîyê ew xwendina bilind li Zankoya bajarê Yaroslavlê (Rûsya) ya amedekirina dersdaran dest tîne û li gundê cînar – Sorîkê salên dirêj dersên zimanê rûsî dida. Dû ra demeke dirêj bû serokê gundê kal-bavên xwe. Piştî hilweşbûna Sovîyêtê ew bi malbetî çû Rûsyayê û li bajarê Yaroslavlê hêwirî.
Olkeke meye mezin li vê qeza Yaroslavê heye. Û hema li vî bajarî 22-ê îlona sala 2023-a piştî nexweşîya demkin ew çû ber dilovanya Xwedê. Sê rojan hewarî-gazî li ber derê koçika Paşayê Efo kêm nedibûn… Maytê wî di nava mexberê êzîdîyên vê qezayê da sipartine ax-berên sar.
… Û îro jî, roja bûyîna Paşayê Efo, dîsa ev xetên strana wî li guhê me da hema dikine zingîn. Lê vê carê bi histerata kûr, bi şêkirdarîya berbî bîranîna wîye heta-hetayê…

Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min,
Bê dû, bê dû dişewite dilkê min!..

Prîskê Mihoyî,
Rûsya, Îjêvsk, 11.09.2026.

Продолжить Чтение

Популярные публикации