(Weşana 2-a)
Gelek hostên firçê yên li cîhanê naskirî di nava efrandarîya xwe de cîhkî bi taybetî dane welat û gelê me. Wana ne ku tenê tebîyeta Kurdistana rengîn, deb û rabûn-rûniştina gelê me, lê usan jî wergirtin, cil û berg û timtêla kurdan bi firçê nitrandine. Wênekêşên xerîb herdem bala xwe dane rewş û timtêla kurdan. Ji ber ku cil û berg, xemil û wergirtina mirov ew teherê jîyana wî ye. Lê cil û bergên netewî, xazma yên dîrokî ew şêweyê jîyana gel ya wê demê ye. Di vî warî de xebatên wênekêş û netewzanê almanî navdar Maks Karl Tîlkê (1869-1942) gelekî balkêş û giranbahane. Ew hesab dibe mîrê wênekêşîya cil û bergên netewên cîhanê. Taybetmendîya efrandarîya Maks Tîlkê hema di wê yekêdane, gava ku bi saya wêneyên wî gelek lêkolîner û netewzanên cîhanê nasîya xwe didine çanda gelaye medenî ya ji dema kevnar destpêkirî û heya nîveka yekemîn ya sedsala 20-î, wê yekêra tevayî dîroknas usan jî xusûsîyên deb û jîyana netewan derdixine meydanê û dinirxînin.
Maks Tîlkê dîroka cil û bergên gelên cîhanê heseb kirîye wek dîroka çanda hemtomerî. Nenihêrî gelek zanyaran li ser cil û berg û wergirtina netewan nivîsîne, lê wana bêtir guh nedane wê yekê, ka bê cil çawa hatine birînê û bi çi perçeyî hatine dirûne, li kîjan deverê û li kîjan heyamî ev yanê ew cûrên cilan li xwe kirine, di demên şîn û şayan de wergirtina mirovan çawa ji hevdu hatîye cudakirinê û tiştên mayîn. Di vê derecê de Tîlkê ne ku tenê hostê firçêyî erhede ye, lê usan jî lêkolînvan û netewnasê mezine. Gelek nivîsar û şiroveyên wî yên bi naveroka netewnasîyê hela baş nehatine arzûkirinê û makkirinê.
Maks Tîlkê kengê û bi çi awayî bi kurda re bûye nas? Mijara netewên Qawqazîyayê û pêra jî ya kurdî ji bo çi di nava efrandarîya wî de cîhkî berbiçav digre?
Berî wê yekê, ku em bêne li ser mijara kurdî ya di nava efrandarîya Maks Tîlkê, hewceye bi kurtayî nasîya xwendevan û bîneran bidne hinek rûpêlên kar û jîyana vî hostê zêndînîgarîyêyî meşûr. Ew sala 1869-an li bajarê Braslaûyê (Almanîya) ji dayîkê bûye. Sala 1886-an li akadêmya bedewtîyê ya Bêrlînê tê hildanê. Hela salên xwendekarîyê ew bi rêwîtî diçe Îtalyayê û Tûnîsê. Piştî akadêmyayê ew li Bêrlînê wek wênekêş-dêkorator kar dike, dû re diçe Madrîdê û wek wênekêş-bergir (kopîvan) derbazî li ser xebatê dibe. Hema li vira jî şureta wî ya wênekêşîyê dîhar dibe. Sala 1900-î ew li Parîsê wek îlyûstrator-neqişvan kar dike, paşê dîsa vedigere Bêrlînê. Ew wê demê îdî hatibû naskirinê wek pisporekî cil û bergên netewan. Sala 1911-an li Bêrlînê li pirtûkxana Lîpêrhaydê pêşengeha wî ya yekemîn vedibe, ya ku ji hêla dewletê û civakê ve bilind tê qîmetkirinê. Hukumet ji bo pirtûkxanê hemû xebatên wî dikire. Wê hênê nav û dengê wî li Avropayê zûva bela bûbû, li Rûsyayê jî ew îdî naskirî bû. Lewra jî ewî sala 1912-an vexandî Tîflîsê dikin, ku wêneyê cil û bergên netewên Qawqazyayê ber bigre û bikşîne. Tîlkê du salan li wir kar dike, pêra jî li mûzêya Qawqazyayê wek profêsor dersên zêndînîgarîyê û wênekêşîyê dide.
Gava şerê cîhanêyî yekemîn destpê dibe, Maks Tîlkê bi mecbûrî xebata xwe nîvcî dihêle û vedigere Bêrlînê. Pêşekzan dibêjin, wekî ewî wê demê gelek wêne bi xwera birine. Li mûzêya Qawqazîyayê, ku îro tê navkirinê wek mûzêya Gurcistanêye dewletê, her tenê 83 wêneyên wî mane, ji kîjana bêtirî 10-an li ser kurdane.
Salên şêrê cîhanêyî yekemîn Tîlkê li Ştûdgartê ji bo Yekîtîya weşanavanan wêne-kompozîsyayên bi mijara şêr amade dike. Ji wê demê hetanî dawîya jîyana xwe (ew sala 1942-an li Bêrlînê çûye li ser dilovanîya xwe) Tîlkê lêkolînên li ser cil û bergên netewên cîhanê ve mijûl dibe.
Sala 2006-an li mûzêya Gurcistanêye dewletê ya li ser navê S.Canaşîa pêşengeha xabatên Maks Tîlkê hate damezirandinê. Ew li Tbîlîsê bû bûyereke çandêye mezin. Salekê dû re katolaga efrandinên Maks Tîlkê ya bi navê «Cil û bergên gelên Qawqazyayê» li vira ronayî dît, ku Tamara Gêladzê, Bonî Nêyfê-Smît û Êldar Nadîradzê amade kiribûn. Di vê katalogê de wêneyên wî yên bi mijara kurdî jî derketin.
Hema wê salê jî bi pêşneyarîya Şêwra rewşenbîrên kurdan ya Gûrcistanê û bi hereketê lêkolînerê dîrok û çanda gelê meyî naskirî Dmîtrî Pîrbarî, doktora dîrokzanîyê, netewnasa navdar Lamara Paşayêvayê û netewzanê gurc Êldar Nadîradzê alboma rengîne cihê ya bi navê «Nimûnên kûltûra medenî ya kurdî ji mûzêya netewî ya Gurcistanê» bi zimanên kurdî, gurcî, rûsî û înglîsî ronayî dît. Giranbahayîya vê weşanê-albomê çidane? Berî her tiştî gerekê bi heqî bê gotinê, wekî amedekarên vê pirtûkê-albomê bi alîkarîya rewşenbîrên netewî û bi piştgirîya rêveberîya mûzêya Gurcistanêye dewletê karekî netewhizîyêyî mezin kirine. Ew bi rastî jî kelepûra kurdîye. Di vê berhemê de ne ku tenê wêneyên Maks Tîlkê yên cil û bergên kurdan derketine, lê usan jî wêneyên gelek nimûnên çanda meye medenî cîh bûne, ku di fondên mûzêye xewle û girtî de têne parastinê û herdem nîne, ku li ber çavanin. Ew cil û bergên mêr û jinan, xemil û xişrên kulfetin, çek û silhên kurdanin, emenî, xalîçe, xurc û berên netewîne, amanetên timtêla mêrên çekdarin û gelek eşyayên navmalêye mayîn. Ev hemû nimûnên deba me di nava 130 salan de ji sala 1852-an virda li vê mûzêyê hatine tomarkirinê. Tiştekî balkêşe, wekî gelek cil û bergên kurdî, xemil û xişir gênralê Ordîya Rûsyayê yê bi eslê xweva kurd Elî Eşref Beg Şemşedînov (lawê gênaral Cefer Axa Şemşedînov – Gulî Cewar Axa) di dema xwe de dîyarî vê mûzeyê kirîye. Lê ser vê bûyerê Dmîtrî Pîrbarî di gotara xwe ya bi navê «Cefer Axa – gênêralê Împêratorya Rûsyayê» de dinvîse, ku bi rûsî di hejmara 5-an ya gulana îsalin ya rojnama «Novî vzglyad»-ê de çap bûye.
Pirtûka jorgotî ji 120 rûpelane, ji pêşxeberê, 66 wêneyên rengîn û nivîsarnasîyê pêk hatîye. Wê gelekî tiştekî baş be, eger amedekarên vê albomê şaxê wê yê êlêktron di malperên netewî de biweşînin, ji bo derfeta bi hezaran mirovan hebe, ku nasîya xwe bidne nimûnên deba me yên degme.
Gelekî hewaskare, wekî Maks Tîlkê wêneyên hemû komên netewan baş ji hevdû cuda kirîye, ku şedetîya şûret û merîfeta wî ya netewnasîyê jî dide. Ewî cil û bergên kurdên musulman û yên êzdîyan cihê kişandîye ji bo taybetmendîya wane civakî û olî derxe meyadanê.
Ev wêneyên Maks Tîlkê, ku îro em raberî we dikin, bêgûman di çavkanîyên Rûsî, înglîsî û almanî de gelek caran li ber çavên lêkolîneran û maşoqên çanda meye medenî dikevin. Lê em bi mexsûs gelek wêneyan ji berhema zanyarên me ya bi navê «Nimûnên kûltûra medenî ya kurdî ji mûzêya netewî ya Gurcistanê» ji ber digrin û navê wan jî li gorî nivîsa li bin wana derdixin.
Efrandarîya Maks Tîlkê ya li ser mijara kurdî hewcê lêkolînên bi taybet û heralîne. Gelek wêneyên wî meva ne belîne. Hinek wêneyên wî yê bi êlêmêntên cil û bergên kurdên Sûrmelîyê û binecîyên Mêsopotamyayê yên kurd me li çavkanîke almanî ditin û wan jî îro diweşînin. Gerekê bê gotinê, wekî çend wêneyên Maks Tîlkê yên li ser kurdan salên 1930-î li Avropayê û Sovîyêtê wek markên poştê hatine çapkirinê.
Me net danenîbû, ku vê gotara xwe de pirsên deb û rabûn-rûniştina gelê me binirxînin û qîmet bikin. Ew mijareke mayîne. Her tenê armanca me ewe, ku li ser bingeha melûmetî, belge û çavkanîyên li bin destê meda heyî û weke hereketê xwe xebatên wênekêşên cîhanê yên naskirî, ku li ser gelê mene, tomar bikin û raberî xwendevanan bikin. Belê, ev karekî giran û cabdare, lêkolînên kûr û dûr dixweze. Goveka vî karî gelekî mezin û fireh ye. Lema jî alîkarîya we di vî warî de wê gelekî pêwîst û kêrhatî be.
Binêre: "Kataloga nimûnên çamda medenî ya kurda"
Prîskê Mihoyî,
www.kurdist.ru
