Rostemê Qasim Kinyazî di sala 1977 li gundê Avşênê (Çobanmez) Ermenistanê ji dayîk bûye.
Di sala 2000 Zanîngeha Bîznêsê û maf ya navnetewî ya Tbîlîsî temam kir û şehdanama mafnasîyê wergirt.
Her usa jî, Kolêja topografiyê dixwend û şehdanama gêodêzyê stand.
Îro jî bi zimanê kurdi helbestan dinivîse, û usa jı rojnemara xaçxebera hazir dike.
AX, XERȊBTȊ !
Li me hatîe dewreke giran,
Ji wê dewrê,gele westyan
Şevê dirêj dibin terî û terîstan,
Gul nedidan bax û bostan.
Gele îciz bûn, ji wê rezîltyê
Gran dibû destanîna ebûrtyê,
Ku nemaşin nava wê feqîrtyê,
Avîtine milê xwe torpê xerîbityê.
Îman weşya bû,mîna belgê darê baxê,
Wexta mî kûvî dibû, li ser berxê,
Îda guman nema bû, ji yazîa çerxê,
Û hedî,hedî, dehlyan mîna berfa Grîdaxê.
Çawa kal û bavê me, revî bûn mîna berê,
Hema ew saw ketibû ser wan evê carê
Dşehtandin helûnê xwe ser baharê,
Kal û pîra dilûrandin, her dgotin ,,me stûxarê''.
Kela xerîbtyê,hmîşka dilê xweda dî,
Lê kesî negot ,,xerîbiti, tu şekir û nebatî''
Sazbenida tlî peçî dehjanidin, lêdxistin, ya ,,ax xerîbitî, xerîbitî''
Dengbej û aşqa jî distiran, dgotin ,,ax xerîbitî çqa şewatî''.
Ez jî dibînim, ser me grtye mij û dûmane,
Lê fikreke min heye, fikreke derimane,
Welehî xudê miletê mera jî reme,
Li jor mera, Şemsê me gumane,
Li jêr jî guman,dê û bav, xûşk û birane.
EVÎN H’ELIYA
Dilê evîn ji min k’ûvî neke,
Xem û xîyala t’eze neke,
E’mrê şîrin li min sar neke,
Xewê şeva ji min h’eram neke.
Ber ç’e’vê min r’eş neke e’mrê dine,
Ew soza da min, soza te k’anê?
Ezê ter’a bêjim derewînê,
Bê îsafê, te bê îmanê.
Goştê canê min h’elîya, ma ç’erm û hestî
Bira her gune ji te bê xastî
Çima sil dibî ji evîna rastî
Were destê xwe bide evî destî.
Wele, ezê soz û qirarê teyî derew, bavejim be’rê
Were rûnê k’êleka min evê carê,
Minra bike tivdîra evînê, mîna berê,
Wekî alav û agir ji dilê min derê.
E’MIR
Bike k’ar û şuxul, ji bi sebir
Badîhewa xerc neke, deqekî e’mir
Her deqeke e’mir, bêqîmete
K’îjanî qedrê wê girt, ewî qewate.
We’de û e’mir diçe, lez bi lez
Zû dir’eve, mînanî hespekî bez
Xwe tê dernaxe, îsanê ser r’eş
Hew dinêre e’mir çû, e’mirê geş û xweş.
Nava e’mirda, nek’eve hucetê
Çiqa dikarî, bîne ji dest qedir û hurmetê,
Paşê çûyîna te ji vê dinê,
Her kirneke te peyî te bê gotinê.