Опубликовано: 08.07.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

(Weşana 1-ê)

     Her wênek dîrokeke bi taybete. Wêne jî wek pirtûk û belgeyên dîrokî bala ne ku tenê dîrokzanan û netewnasan, lê usan jî xwendevan û bîneran herdem radikşînine li ser xwe. Wênekî balkêş dikare li ser gele bûyeran agahdar bike û bîne bîra mirovan, lê ne ku gotareke dirêj, betreng û bê naverok.

     Lewra jî em bi pêşneyrîya gotarvanê rojnama «Rya teze» yê berê, cîgirê serokê beşa çapemenîyê ya Wezîreta çand û weşanan ya Komara Ûdmûrtîyayê (Rûsya), endamê Yekîtîya rojnamevanên Rûsyayê Prîskê Mihoyî  em ji îro pêva di malpera xwe de sernivîsa nû ya bi taybet vedikin:

 

     «Mijara kurdî di nava zêndînîgarî û wênekêşîya cihanê de».

 

     Eva mijareke hewaskar û cabdare. Ji ber vê yekê jî dibê her bûyerek, nexş û nîgarek rast bê nivîsarê, tam bê makkirinê û qîmetkirinê. Alîkarîya we, heval û hogirên hêja, wê gelekî mezin û kêrhatîbe, gava hûn raman û dîtinên xwe li ser vê mijarê ji mera binvîsin.

 

www.kurdist.ru

 

 

Frêdêrîk Çarlz Kûpêr li bal êzdîyên Şengalê

 

     Belê, her wênek dîrokeke bi taybete. Wênekêşên cîhanêye bi nav û deng yên ji Avropayê, bi eslê xweva rûs, ermenî, gûrc û wekîlên netewên Rojhilata Navîn di nava efrandarîya xwe de gelek caran li ser kurdan sekinîne, deb û rabûn-rûniştina gelê me nîşan dane. Li ber firçeya wana usan jî nimûnên zêndînîgarîye hêja yên giranbahaye bi mijara kurdî derketine.

    

     Frêdêrîk Çarlz Kûpêr (1810-1880) rêwîvan, wênekêş û dîplomanekî inglîzî navdare. Ew  salên 1850-1855-an qonsûlê Xatûna înglîzan yê Vîktoryayê bû li Mêsopatamîyayê û Kurdistanê. Kûpêr li Kurdistana başûr seranser geryaye, çûye Şengalê, bûye mêvanê ezdîyan jî. Ewî gelek wêneyên balkêş kişandîye, ku li ser kurdanin.

 

     Ev wêneyên hewaskar, ku îro em raberî we dikin, wênekêşê naskirî hema wê demê efirandîye.

 

Prîskê Mihoyî

0

Оставить комментарий