Страницы истории
MIJARA KURDI DI NAVA ZENDINIGARIYA CIHANE DE
(Weşana 1-ê)
Her wênek dîrokeke bi taybete. Wêne jî wek pirtûk û belgeyên dîrokî bala ne ku tenê dîrokzanan û netewnasan, lê usan jî xwendevan û bîneran herdem radikşînine li ser xwe. Wênekî balkêş dikare li ser gele bûyeran agahdar bike û bîne bîra mirovan, lê ne ku gotareke dirêj, betreng û bê naverok.
Lewra jî em bi pêşneyrîya gotarvanê rojnama «Rya teze» yê berê, cîgirê serokê beşa çapemenîyê ya Wezîreta çand û weşanan ya Komara Ûdmûrtîyayê (Rûsya), endamê Yekîtîya rojnamevanên Rûsyayê Prîskê Mihoyî em ji îro pêva di malpera xwe de sernivîsa nû ya bi taybet vedikin:
«Mijara kurdî di nava zêndînîgarî û wênekêşîya cihanê de».
Eva mijareke hewaskar û cabdare. Ji ber vê yekê jî dibê her bûyerek, nexş û nîgarek rast bê nivîsarê, tam bê makkirinê û qîmetkirinê. Alîkarîya we, heval û hogirên hêja, wê gelekî mezin û kêrhatîbe, gava hûn raman û dîtinên xwe li ser vê mijarê ji mera binvîsin.
www.kurdist.ru
Frêdêrîk Çarlz Kûpêr li bal êzdîyên Şengalê

Belê, her wênek dîrokeke bi taybete. Wênekêşên cîhanêye bi nav û deng yên ji Avropayê, bi eslê xweva rûs, ermenî, gûrc û wekîlên netewên Rojhilata Navîn di nava efrandarîya xwe de gelek caran li ser kurdan sekinîne, deb û rabûn-rûniştina gelê me nîşan dane. Li ber firçeya wana usan jî nimûnên zêndînîgarîye hêja yên giranbahaye bi mijara kurdî derketine.

Frêdêrîk Çarlz Kûpêr (1810-1880) rêwîvan, wênekêş û dîplomanekî inglîzî navdare. Ew salên 1850-1855-an qonsûlê Xatûna înglîzan yê Vîktoryayê bû li Mêsopatamîyayê û Kurdistanê. Kûpêr li Kurdistana başûr seranser geryaye, çûye Şengalê, bûye mêvanê ezdîyan jî. Ewî gelek wêneyên balkêş kişandîye, ku li ser kurdanin.

Ev wêneyên hewaskar, ku îro em raberî we dikin, wênekêşê naskirî hema wê demê efirandîye.
Prîskê Mihoyî
Страницы истории
Звета. Новейшая история региона Курдистан-Ирак на примере частной судьбы
А.И.Янковский
В статье речь идёт о Светлане Александровне Кадочниковой — обычной русской девушке, которая вышла замуж и вместе с супругом-«барзанцем» отправилась в Курдистан. Её история позволяет лучше понять новейшую историю курдов, связанные с курдами в регионе Ближнего Востока и советской Средней Азии.
file:///C:/Users/user/Downloads/51445154.pdf
Страницы истории
«Сталин и курды: специфика взаимоотношений»
-
Новости6 лет назадТемур Джавоян продолжает приятно удивлять своих поклонников (Видео)
-
Страницы истории12 лет назадО личности Дария I Великого и Оронта в курдской истории
-
История13 лет назадДуховные истоки курдской истории: АРДИНИ-МУСАСИР-РАВАНДУЗ
-
История14 лет назадКурдское государственное образования на территории Урарту: Страна Шура Митра
-
История15 лет назадДинастия Сасаниды и курды
-
Интервью6 лет назадНациональная музыка для нашего народа — одна из приоритетных ценностей…
-
Культура6 лет назадТемур Джавоян со своим новым клипом «CÎnar canê («Дорогой сосед»)»
-
Археология16 лет назадКурдистан — колыбель цивилизации. Хамукар.

Вы должны войти в систему, чтобы оставить комментарий Вход