Опубликовано: 22.05.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

       Tiştekî îzbatî ye: zargotina kurdî, xazma stranbêjîya gelêrî eyne-neynika ruhê gele, deng û seda netewî ye.

       Dîroka stranbêjîya kurdî gelekî kevnare. Stranên me bi naveroka xwe ve pirawaz û dewlemendin. Di nava beyt-serhatî û stranên gelêrî de gelek xusûsîyên bi taybet hene: şer û dew, rev û bez, axîn û keser, xem û xîyal, qencî û xirabî, mêrxasî û xayîntî, camêrî û nemerdî, şîn û şayî, hêvî û bêçarî, evîn û bedbextî û gelek jîyandîmenên mayîn tê bêjî  bi hev re dimeşin. Stranbêjan jî bi akla xwe ev hemû hesîn û xûsûsî bi hostatî anîne li ser zar.

       Efoyê Esed hema dengbêjekî usa ye. Ew xudanê dengekî nazik, nerm û bi taybete. Her caran, gava kilamên wî bi radyoya kurdî ya Yêrêvanê didin, mirov wana bi heyr û hijmekar guhdar dike. Efoyê Esed bêtir bi strana «Bêrîvanê» tê naskirinê, ya ku efrandineke gelêrîye lîrîkîye delale.

        Efoyê Esedê Sefo 1-ê çile (meha yekemîn) sala 1927-an li gundê Heko li Ermenîstanê ji dayîkê bûye. Eva gûnda gûndekî kurdên êzîdîyane li navçeya Talînê, ku bi sînorê Qersê ve girêdayî ye. Efoyê Esed bi xwe ji qebîla Mamreşane, ku dikeve nava êla Zuqurîya. Kal-bavên Efo piştî sala 1918-an tevî vê êlê ji Wanê, ji ber zulm û zordestîya Romê revine û hatine li vî gundî hêwirîne.

        Hewceye bê gotin, wekî êla Zuqurya êleke êzîdîyan ya mezin û navdare. Ev êl, ku  li dora Wanê dima, di dema salên 1915-1916-an xwe li eskerên rûsan digre. Serokê wê êlê–Cangîr Axa bi sîyarên xwe ve dighîje eskerên rûsan û dijî osmanîyan şer dike. Salên 1918-1920-an,  dema ku qezayên Qersê û Îdirê dikevine li bin desthilatdarîya tirkan, êzîdîyên van deveran bi rev û bez derbazî wî alîyê çemê Erez dibin…

        Efo xwendina xwe ya navîn li gundê xwe dest tîne û piştî şerê cîhanê yê duemîn, diçe Rewanê û di xwendinxana hesabdarîyê de dixwîne û xilas dike. Ew vadigere gundê xwe û salên dirêj li vira wek hesabdar dixebite.

        Wek hemû gûndên êzîdîyan yên  li Ermenîstanê, di vî gundî de jî qedir û rûmeta zargotina gelêrî blind digirtin. Binecî di nava deba xwe de hemû derecên xwe û rê-rizmên pêşîyan bi şêweyê netewî derbaz dikirin.

        Malbeta Efo jî maşoqê sazbendîya gelêrî bû. Bavê Efo-Esedê Sefo hunera gelêrî pirr hiz dikir, lema jî kurên wî Efo û Moskov xwe li sabendîyê girtin. Efo distra, lê Moskov jî defê dixist, diholvanekî bêqusûr bû. Efo di maleke hunerhiz de û ji bal gundîyên xwe yên dengbêj terbîyet-torê stranbêjîyê hilda. Wek hemû stranbêjan, ewî jî di biçûktîya xwe de destbi dengbêjîyê kirîye. Ewî gelek stranên govendê, bengîtîyê û mêranîyê (yên li ser şeran û bûyerên dîrokî) dizanibû û bi dengekî şêrîn distra. Dema sala 1955-an li Yêrêvanê radyoya kurdî vedibe, gelek dengbêj têne radyoyê ji bo dengê xwe binvîsin. Di navabera salên 1958-1960-î de Efoyê Esed jî li radyoyê dibe mêvan û êpêce kilamên xwe qeyd û tomar dike. Vê demê bêtirî 15 stranên wî li dengxana radyoyê têne parastinê. Ji wana yên belî evin: «Bêrîvanê», «Şîrîn Şêxê», «Dotmam», «Ahmedo Ronî», «Tu dînî», «Were lo, lo» («Dayê merûmê») û yên dinê. Lê Efoyê Esed stranên lîrîkîyêra tevayî usa jî yên mêranîyê dizanibû.  Sed heyf, ewî jî notla dengbêjên meye mayîn di dema xwe de stranên xwe tam tomar nekirîye. Lê, bi gotina nevîyê wî – Efo (navê kalikê wî kirine), salên 1960-î stranên Efoyê Esede mêranîyê jî li radyoyê hatine nivîsarê, paşê ew çawa bûne, kes nizane.

        Di berhemên nimûnên zargotina kurdî de, ku li Ermenîstanê salên cihê-cihê çap bûne, di navnîşa xudanên kilaman de gelek caran navê Efoyê Esed li ber çavên xwendevanan re derbaz dibe. Yazix, wekî wekîlên malbeta  wî jî hemû stranên dengbêj ji zarê wî ber negirtine û nenivîsîne. Lê çi jî hebe, ew stranên Efoyê Esede heyî, ew dengê wî yê nerm û şîrîn bese, ku wî qîmet bikin wek dengbêjekî kurdên Sovîyêta berê yê xweyê şuret û merîfeta mezin. Navê Efoyê Esed wê di rêza dengbêjên meye meşûr de heta-hetayê bimîne!

        Malbeta Efoyê Esed malbeteke mezine, xwey nav û bi qedre. Mixabin, piştî hilweşbûna Sovîyêtê eva malbeta jî ji Ermenîstanê koçberî Rûsyayê bû. Vê demê du kurên Efo–Zade û Şazo bi neferên xwe ve li parwalatê Stavrapolê (Rûsya) dimînin, lê kurê mezin-Milazim li Rewanê maye û ji wir derneketîye.

        Salên jîyana xwe yên dawî Efoyê Esed li Rûsîyayê li bal kurên xwe derbaz kir. Ew 29-ê çile sala 1999-an çû li ser dilovanîya xwe. Tirba wî li nav mexberên êzîdîyan li gundê Bêzopasnoyê li navçeya Trûnovskê ya parwalatê Stavrapolê hatîye çêkirin.

        Gelek nebî û nebîçirkên  Efoyê Esed hene. Hinek ji wana xwe li hunerê girtine, stranbêj û sazbendin. Lê nebîçirkê wî yê bi navê Artûr, ku 13 salî ye, strana xweş dibêje. Ew usan jî kilamên kalkê bavê xwe bi akla wî distrê. Belê, gelê me rast gotîye: dar li ser koka xwe şîn dibe. Badilhewa nîne, ku dengbêjan re gotîne: «Dengî li dinê be!..». Û îro dengê Efoyê Esed li nava gel û li dinê belaye…

 

 

Prîskê Mihoyî,

www.kurdist.ru

 

 

 

0

Оставить комментарий