Опубликовано: 17.04.2012 Автор: Admin Комментарии: 0
    
     Di vî wêneyî de gundekî kurdên êzîdî yê qeza Surmelîyê tê ber çavan (miskenê Erebê Şemo). 

     Ev wêne sala 1919-an li Pêtrogradê weşîyaye. Gund-gundîtî derketine serê gund û benda mêvanên qedirblindin. Tê kivşê, wekî xalî-xalîçe jî raxistine û serwêrên gund bi nan û xwê hivîya hatina mêvana sekinîne. Wek em dizanin, wê hênê Surmelî ji bin desthilatdarîya Rûsîyayê îdî derketibû û ketibû bin qolê dewlata Ermenîstanê. Dêmek, êzîdî benda kêne? Kes nizane! Bi wî teherî wana serokeşîr û axayên êlan, wekîlên dewleta rûsan, usan jî qewal ji Lalişa Nûranî qebûl dikirin. Gelo kesekî ev gund nas kir, nenihêrî ku îdî weke 95 salan ji wê demê derbaz bûne?

 

Prîskê Mihoyî

 

 

 

0

Оставить комментарий