Опубликовано: 08.04.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

Ehmed Êmînkî – Rûdaw

 

DIHOK, 8/4 2012 — Hunermenda kurd ya ji Ermenistanê Aslîka Qadir ko xwediya strana ”Welatê me Kurdistan e” ye di sala 1945-ê de li gundê Elegezê, ji dayik bûye. Xwendina xwe li gundê Elegezê qedandiye, bo zanîngehê çûye bajarê Yerîvanê. Şeş salan wek pispora zimanê ermenî û farisî kar kiriye, herwiha demekê li wezareta rewşenbîrî ya Ermenistanê kar kiriye.

       Destpêka wê ya hunerî vedigere sala 1966-ê dema strana ”Welatê me Kurdistan e” li radyoya kurdî li Yerîvanê got. Aslîka Qadir îsal bo cara yekê hat Başûrê Kurdistanê û Kurdistana azad dît.

 

***

 

Pirs: Te çend konser li Kurdistanê saz kirin?

 

     Aslîka Qadir: — Min roja 14ê adara îsal bi helkefta bîranîna rizgarkirina bajarê Dihokê û jidayikbûna Barzaniyê nemir ahengek li parka Azadî li Dihokê saz kir. Herwiha şeva 15-ê adarê min ahengeke din li salona Yekîtiya Nivîskarên Kurd bo rewşenbîr û xelkên sivîl saz kir. Di newrozê de min ahengek li Zaxo, di 21-ê adarê de jî du aheng li komelgehên Şarya û Xanikê saz kirin.

 

Pirs: Destpêka te ligel karê hunerî çawa bû?

 

     Aslîka Qadir: — Li gundê me Elegez, gelek rewşenbîr û zanayên kurd hatin dinyayê û xizmeta huner û çanda kurdî kirin. Dema temenê min 8 sal bûn, min zêde guhdariya stranên kurdî dikir û arezûya strangotinê jî wê demê li cem min çêbû. Bavê min bi xwe jî gellek bandor li ser min kiriye, wî jî gellek xweş stran digotin. Di wê demê de apê min ji aliyê dewletê ve hatibû dûrxistin bo bajarekî dûr, lewma bavê min jî herdem stran davêtin ser wî birayê xwe, wî dixwest ez jî stranan bêjim lê min nedikarî wê demê wek bavê xwe bêjim.

 

Pirs: Serhatiya te ligel radyoya Yerîvanê bi çi awayî bû?

 

Aslîka Qadir: — Gava ez li zanîngeha Ermenistanê xwendekar bûm, radyoya kurdî li Yerîvanê li tenişta cihê zanîngeha min bû, lewra bi berdewamî min serdana wê dikir. Wê demê gellek behsa Mele Mistefa Barzanî dihat kirin, her kesekî Kurd û şoreşa kurdî di Barzanî de didît. Wê demê hunermendê Kurd Egîdê Cimo, carekê guhdariya dengê mir kir, dû re daxwaz ji min kir ko stranan bêjim û ji min re got “dengê te gelekî xweş e.”

 

Pirs: Di kîjan salê de te cara yekê stran gotin?

 

Aslîka Qadir: — Cara yekê di sala 1964-ê de, di bîreweriya hunermendekî ermenî de min du stranên kurdî bi navên ”Heta ez hebim” û ”Kemençe” gotin. Di wê demê de koma hunerî ya muzîka Ermenistanê û guhdarên wirde kêfa xwe gellek ji dengê min re anîn, wan daxwaz ji min kir ko karê xwe yê hunerî bidomînim û stranan bêjim. Dû re di wan salan de min 20 stran li radyoya Yerîvanê tomar kirin.

 

Pirs: Çend stran û albûmên te hene?

 

Aslîka Qadir: — Heya niha 3 albûmên min hene, albûma çaran jî di destê min de ye û tê amadekirin. Albûma min ya nû ji 13 stranan pêk tê, dezgehek yan aliyek sponseriya min bike wê bê belavkirin, lê heya niha min navê albuma xwe ya nû diyar nekiriye. Ez di karên xwe de bêtir girîngiyê didim stranên hunermendên berê yên Kurdên Ermenistanê û pirraniya awazên vê albûmê ji aliyê hunermend Egîdê Cimo ve hatine danîn. Di demeke nêzîk de şîrketa `Vîn Production` dê klîpelê ji bo min çêbike.

 

Pirs: Kîjan strana te xwedî cihek taybet e li cem te?

 

Aslîka Qadir: — Strana ”Welatê me Kurdistan e” bo min xwedî wateyeke mezin bû, di sala 1965-ê de min ew stran gotiye, herwiha wê çaxê dema şoreşa kurdî bi serokatiya Barzaniyê nemir bû ko bandoreke mezin li min kir, lewma min jî ew stran got. Herwiha wê demê wê stranê di nav kurdên Ermenistanê de gellekî cihê xwe girt, armanc jî piştgiriya kurdên Ermenistanê bo şoreşa kurdî bû da ko kurd jî bizanin ko welatekî wan heye û navê wî Kurdistan e. Di demeke nêzîk de ez ê wê stranê jî bikim klîp, derhêner Hisên Hesen wê bi karê derhêneriyê bike û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihokê wê hemû xerciyên klîpê bide.

 

Pirs: Siyaseta wê demê ya Sovyetistanê ti pirsgirêk bo karên te yên hunerî derxistin?

 

Aslîka Qadir: — Bêguman di wê demê de azadiya ko me dixwest li Sovyetistana berê nebû, wan digot `miletên ko li Sovyetistanê dijîn hemû bira ne û welatekî wan heye` lewma kesî nedikarî behsa welatekî din bike. Saziyên sîxuriyê jî gellek bi nehênî li ser babetên wisa yên siyasî kar dikirin, ji ber wê yekê me ew strana `Welatê me Kurdistan e` bi awayekî nehênî tomar kir û piştî hingî me belav kir.

 

Pirs: Civakê çawa berê xwe dida te ko tu keçeke stranbêj bûyî?

 

Aslîka Qadir: — Wek malbat û civaka kurdî li Ermenistanê gellek pêşwaziya karên hunerî dikin, ti astengî ji aliyê malbatê ve ji min re nehatin çêkirin.

 

Pirs: Ji ber çi hatina te bo Kurdistana azad dereng ma?

 

Aslîka Qadir: — Min jî gellek dixwest ko ji zû vê serdana Kurdistana azad bikira, heya gellek kes ji gellek qorziyên cîhanê hatine Kurdistanê, lê mirov pariyê herî xweş dihêle dawî, lewma pariyê min yê ji hemûyan bi tahmtir ev serdan bû.

 

Pirs: Vêga rewşa kurdan û karên hunerî li Ermenistanê çawa ye?

 

Aslîka Qadir:Piştî hilweşandina Sovyetistanê, desthilat ket destê nijadperestên Ermenî, gellek dezgehên kurdî wek rojname û komeleyên hunerî neman. Ez dikarim bêjim rewşa jiyan û xebata kurdan li Ermenistanê vêga gellekî xirab e û nijadperest Ermenistanê wek welatê xwe dibînin, lê ji ber ko pirraniya kurdan li gundan dijîn, li gundan ermenî nînin, lewma ev jî bûye sedem ko ziman û çanda kurdî di nav kurdan de bê parastin û ji nav neçe û heya radeyekê jî pêşveçûnek lixwe girtiye.

 

Pirs: Rewşa hunera kurdî çawa dibînin û kartêkirina stranên biyanî li ser yên kurdî heye?

 

Aslîka Qadir: — Vêga gellek ciwanên me ji stranên kurdî bêtir girîngiyê didin stranên biyanî. Ez gellek caran dibînim ko ciwanên me guhdariya stranên Tatlises dikin, ez ji vê yekê aciz dibim, ji ber ko Tatlises çanda kurdan asîmîle dike û ji nav dibe, herwiha hiştiye çanda tirkî di nav civaka me de cihê xwe bigire, lewra hêviya min ji ciwanan ew e ko şiyar bin û nehêlin çanda kurdî bikeve bin kartêkirina çanda tirk, ereb û farisan.

 

0

Оставить комментарий