Опубликовано: 09.11.2011 Автор: Admin Комментарии: 0

      

     Rêveberîya malpera www.kurdist.ru ji navê bi hezaran xwendevan û tameşevanan bi dilxoşî û dilşadî 70 salîya zanyara Kurde bi nav û deng Nûra Cewarî pîroz û bimbarek dike, wêra temenê dirêj,  bextewarîyê,   sehet û qewatê dixweze jo bo gûlvedan û pêşvebirina çanda meye gelêrî !

 

 

Çend gilî li ser Nûra Cewarî

 

     Van rojan doteke gelê Kurde hêja û naskirî, zaneke çanda stranbêjîya gelêrî ya zîrek û çalak, doktora hunermendîzanîyê Nûra Cewarî bawerbikî ji her çar perçên Kurdistanê û ji hemû goşên cihanê, li ku Kurd dijîn, gelek piroznameyan distîne. Zane û pisporên hunermendîya Kurdî, dîroknas û maşoqên sazbendîya gelêrî 70 salîya (10-ê çirîya paşin sala 1941-ê) zanyar û lêkolînera bi nav û deng bi dilşadî pîroz û bimbarek dikin, wêra sehet û qewatê, serkeftin û hêlanên zanyarîyêye nû, jîyana aramî û bextewarîyê dixwezin.  

 

Kîye Nûra Cewarî?

 

     Eva nava silsileta meye navîn û sere ya li Sovîyêta berê re zûva rind nase. Lê ji bo xwendevanên me yên genc wê hewaskar be, kû em careke dinê bînin li ser zar, wekî Nûrê ji malbeta Cewarîya ye, dota Hacîyê Cindî Cewarî û Zeyneva Îvo ya çara ye. Ewê terbîyet-tore di vê mala rewşenbîran de wergirtîye, cara yekemîn nimûnên zargotîna me re bûye nas, çand û hûnera Kurdî hiz kirye. Di vî warî de, bêgûman, tehsîra zaneyê zargotina Kurdî yê meşûr, profêsor Hacîyê Cindî li ser Nûrê mezin bûye.

     Em bi zanîstî dûr û dirêj li ser jîyannîgarîya zanîyara hizkirî, karê wê di warê parastin û tomarkirina nimûnên zargotina gelêrî de nasekinin. Ji ber ku li jêrê hûn dikarin bi hûrgîlî li ser wê û berhemên wê yên giranbaha bixwînin. Her tenê em dixwezin çend nûxte û xalên giring bidne kivşê di derbarê sazbendîzanîya wê û bi zanîyarî şirovekirina nexş-nîgarên folklorî de.

      Nûra Cewarî ne ku tenê lêkolîner, zaneke hunermendîya Kurdîye mezine, lê ew ûsan jî rojnamevaneke xweyşurete, xebatkareke civakêye berbiçave. Lê tu şik tune, wekî xebata lêkolînerîyê di warê sazbendîya Kurdî de ji bo wê bûye armanca jiyanê ya here mezin.

      Nûra Cewarî bi dehan gotarên zanyarî nivîsîne. Berevkirin û tomarkirina nimûnên zargotina gelêrî ya stranbêjîyê re tevayî ewê usan jî şêwe û awazên mûzîka Kurdî bi teherên têorîya zanyarî şirove kirye, ew himberî nimûnên anegor yên çanda stranbêjîya gelên cînar kirye, dengnivîsarên wan nimûnên folklorî bi nota kirye. Ewê rehên sazbendîya Kurdî bi rê-dirbên lêkolînên tîpolojî derxistîye holê.

      Bi gotina pêşekzanan keda Nûra Cewarî wek zanîyara hunermedîyê berî her tiştî di wê yekê de mezine û tê şêkirandin, wekî ewê cara yekemîn bingeha têorîya mûzîka Kurdî ya gelerî derxistîye meydanê û bi zanyarî îzbat û şirove kirye, pêwendîyên sazbendîya Kûrdî û Ermenî bi hostatî nirxandîye û qîmet kirye, nimûnên hunera kevnar di stranên gundîtyê de, yanê di stranên paletîyê, zarokan û lûrîyên dayîkan de li ser dereceke nû anîye ber çavan û neqaş kirye.

      Tiştekî balkêşe, wekî Nûra Cewarî dîhar û îzbat dike, ku destan û stranên bajarîyê wek nimûnên sazbendîya gelêrî çavkanîya xwe ji qewl û beytên Êzdîyan yên sedsalên navîn hildidin. Herwaha ew bi rîya naskirina sazbendîya qulixvanên ola Êzdîyan usan jî tevekên dîroka sazbendîya Kurdî yên here kevnar – stranên mîtolojî, stranên şayîrên Kurdaye sedsalên navîn wek nimûnên çanda netewî yên giranbaha belî dike, derdixe meydanê û dinirxîne.

      Gelek caran Nûra Cewarî di berhem û gotarên xwe de nivîsîye û wekilandîye, wekî parastina çanda Kurdî, bi teybetî sazbendiya gelêrî pirseke pir girîng û ferze. «Me ji bêxemîya xwe gelek tist unda kirine, di wextê de berev nekirine û nenivîsîne, – ew dibêje. – Parastina çanda me bi xwandinê re girêdayî ye. Eger mirov bi xwe nikare wî karî bike, dibê qe na di xwandinê de piştgirîya zarokên xwe bike. Heta naha jî zargotina gelêrî me xwedî û ruhdar dike, nahêle wek netew em mina bibin. Îro îdî dem hatîye, ku em borcê xwe li ber zargotinê tam biqedînin. Dibê em zargotinê ji bo xwe û zarokên xwe xwedî bikin û biparêzin, wekî kurdayetî di nav me da netemire…».

      Her tenê em li vir dixwezin destûrê ji zanîyara piremek Nûra Cewarî bixwezin û li ser van gotinên wê de tiştekî jî zêdekin: hetanî dotên gele wek we welatparêz û netewhiz, xemxur û şirhelal, zane û bîlan hebin, ne ku tenê gelê me wê li rû hewatê heta hetayê bimîne û gûlvede, lê ûsan jî dûmka çanda Kurdî wê şîrin û dirêj be!

 

Prîskê Mihoyî,

endamê Fêdêrasîyona rojnamevanên navnetewî

 

www.kurdist.ru

 

 


0

Оставить комментарий