Опубликовано: 23.10.2010 Автор: Admin Комментарии: 0

Kurdên-musulman yên Îsraîlê û Fîlîstînê

  Dr. Nodar Mosakî

       …исходные языки арабоязычных мусульман неарабского происхождения, проживающих в Эрец Исраэль, утрачены на сегодняшний момент полностью. Тем не менее значительная часть арабских мусульманских кланов сохраняет память о своем особом этническом происхождении. В арабских источниках об этом говорится открыто и без тени смущения (если речь не идет о происхождении от обращенных в ислам евреев или самаритян). Наиболее крупную группу такого рода составляют арабоязычные курды. 

      Численность мусульман курдского происхождения в Эрец Исраэль особенно велика — не менее 100 тыс. человек на территории собственно Израиля и порядка 400 тыс., если учитывать также мусульман Иудеи и Самарии. Целиком заселены кланами курдского происхождения деревни Абу эль-Хиджа на горе Кармель и Каукаб эль-Хиджа в Нижней Галилее. До трети мусульманского населения Хеврона также курдского происхождения.

       Эти люди являются потомками курдских мигрантов различных периодов — от Средневековья до нового времени. Высокий престиж имени Салах ад-Дина, полководца курдского происхождения, нанесшего поражение крестоносцам, делает престижной и принадлежность к курдским кланам.

              Владимир (Велвл) Чернин. Этническая карта Израиля: история, проблемы и перспективы развития. 

     Di mêdîya kurdî da car-cara nivîsar tên weşandin derheqa Kurdên cihu (yahûdî) li Îsraîlê û hejmara wan hetanî 200 hezarî tê kifşkirin. Lê Îsraîlê û Fîlîstînê sedhezaran esilkurd hene, kê îro îdî erebaxivin.

     Pîsporekî îsraîlî Vladîmîr (Vêlvl) Çêrnîn li miqala xwe da, ku li malpêra Enstytuya Rojhilata Navîn ya Moskova yê (The Institute of the Middle East, ev dezgeyekî navdar yê şexsî ya, ne ya Akademîya zanîyarî ya Rûsîya yê) miqaleke berfireh û analîz weşandiya ser nave “Xarîta êtnîkî ya Îsraîlê: dîrok, problêm û pêrspektîv” (1).

Vê miqalêda pîspor derbarê problêmên êtnîkî û dêmografî yên Îsraîlê û yahûdiya disekine. Çawa tê zanîn, problêma herî mezin ji bo yahudiya zû zêdebûna jimara ereba ya, û yahûdî ev pêvajo wek xeterekî mezin ji bo Îsraîlê dibînin. V.Çêrnîn dinivîse, ku nav wan, kê hetanî naha bi çavê hukumate Îsraîlî wek ereb tên ditin, hejmarekî mezin neereb in, lê bi zimanî û civakî nav ereban asîmile bûne, lê dîsa jî bîra xwede eslê xwe ne ereb xayî kirine. Nav wan da, gorî V.Çêrnîn, beşeke herî zêde kurd in.

     Hejmara kurdên-mûsûlman nav Îsraîlê ne kemî 100 hezare, lê tev kurdên-musulmanên herema Îûdêya û Samara (Judea and Samaria Area) yanê Devê Çema Îordan ya Rojava (West Bank) nêzîkî 400 hezare. Rûniştvanên gundê Abê el-Xîca ser Çiyayê Karmêl û gundê Kaûkab el-Xîca nav Galîleya Nimz 100% kurd in. Hetanî yek ji sisiya niştecihên musulman yê Hevronê kurd in. Bapîrên wan ji sedsalen navîn lî wir cih bûne. Çawa Çêrnîn dinivîse, prêstîja bilind ya navê Salaheddinê Eûbî xweneskirina kurdî nav kurdan de xayî kiriye.

     Pîspor pêşniyar dike, ku hukumate Îsraîlê gerekî siyaseta wisa derbaske, ku bikaribe îdentîta neereb nav miletên neesilereb, lê kê bûne erebziman (nav wan da kurdên-musulman yên erebaxiv), pêş bixe, ji ereba wana dûr xe, û wek milêtên başqe bide xuya kirin.

      Bi ditîna min, helbet, kurd jî, çawa pîspor, wisa jî rexistinên kurdan, gerekî xebatek nav kurdên-musilmanên Îsraîlê û Fîlîstînê destpê bikin û nêzikî wan bin. Rola mezin vê pêvajoyê de gerekî dezgeyên Kurdistana Başûr bilîzin, him ji bo hebûna pîsporên erebîaxev, him jî îmkanên Kurdistana Başûr heya. Kurdên-musulmanên Îsraîlê û Fîlîstînê gerekî bên teglîf kirin ji bo zaningehên Başûr. Wisa jî, helbet, nav zaningehen Başûr lêkolîn bên çêkirin derheqa wan. Yanê Hukumata Kurdistanê û rêxistinên kurdan hemû parçêyên Kurdistanê û derweyî welat pewîste hewl bidin ji bo bilindkirina hisên kurdî nav kurdên-musilmanên Îsraîlê û Fîlîstînê û têkîlîyên teng tev wan damezrînin. Kurdên-musilmanên Îsraîlê û Fîlîstînê jî gerekî têkevin rojêva siyaseta, çanda û problêmên kurdî wek dîasporayê Avropa, Soviyêta berê u hwd.

 

 Примечание 1: Владимир (Велвл) Чернин. Этническая карта Израиля: история, проблемы и перспективы развития.

// http://iimes.ru/rus/stat/2010/21-10-10c.htm.

  1. http://netkurd.com/?mod=author&option=view&id=798

 

0

Оставить комментарий