Опубликовано: 14.02.2008 Автор: Sipki Комментарии: 0

 

 

Eskere ye, kû Êzîdî baweriyê bi Xwedê tînin, kû ew Xweda ye û Ezda ye, xaliqê vê
kinyatê ye: Roj, hîv, erd û esman, sev û roj, daye Milyaket, behist û doje, Adem û
Hewa û tev gîyandar her ji afirandina Xwedê ne. Her ew e, yê ev dinya bicî kirî û
xemilandî.

Pîr Xidir

 

Eskere ye, kû Êzîdî baweriyê bi Xwedê tînin, kû ew Xweda ye û Ezda ye, xaliqê vê
kinyatê ye: Roj, hîv, erd û esman, sev û roj, daye Milyaket, behist û doje, Adem û
Hewa û tev gîyandar her ji afirandina Xwedê ne. Her ew e, yê ev dinya bicî kirî û
xemilandî. Jibo xûyakirina vê yekê jî emê çend sebeqan ji Qewlê Padsayî binivîsînin:
Pedsê min yî xefar e
Ji ba wî tê ferware
Jibo dinyayê û her çar kinara(n).
Pedsê min dinya çêkir
Bi hed û sed û bi rê kir
Benî Adem têde xinê kir.
Pedsê min surr li sema
Xwedanê sev û roj û dem e
Ji ba wî tên kereme.
Pedsê min rebê milyaketa(n)
Rebê her heft surrên bi taqet e
Her heft mêrên bi heybet e.
Pedsê min kinyat ava kir ji dira gewhere
Sipartibû her heft surrên her û here
Tawisî-Melek kire serwere.
Pedsê min rebê Adem e
Ji ba wî tê kereme
Li hemû wexta li hemû dema(n).
Afirandina Milyaketan
Di mîtologiya Êzîdiyan de tê gotin, kû Xwedê her heft milyaket ji nûra xwe afirandin,
her roj milyaketek dihate afirandin, mîna çawa tu semelkekê ji semalka din hilbikî, û
semelka yekemîn ji nûra Qendîlê hate hilkirin û yên din her yek jiber nûra yê din hate
hilkirin. Rojên heftiyê jî li gorî Milyaketan hatine danîn. Her rojek ya wî milyaketî ye,
yê kû lê hatiye afirandin. Lê kîjan roj ya kîjan milyaketî ye, ew hind ne xuya ye, her
çend di kitêba (pirtûka) bi navê Mishefa Res û Celwa, kû di destpêka sedsaliya bîstê
de bû, cara yekemîn ji aliyê rojhilatnasan ve hatiye wesandin û me guman lê heye kû
kitêbên rastêqîneyên Êzîdiyan bin dibêjim: Di van kitêban de hatiye afirandin û
nivîskarên mîna Demelûcî û Hesenî, Ebas Ezawî û Hoseng Biroka di kitêbên xwe de
liser Êzîdiyan her ji wê çavkaniyê wergirtine. Lê di mesandina rê û rismên Êzîdiyan
de tam xuya dibe, kû roja çarsembê roja Tawisî- Melek e, û yeksem ya Melik Sêxisin
e û sêsem ya Sêsims e. Sebaret afirandina Milyaketan jî di çend Qewlên me de, bi
taybetî di Qewlê Sêxûbekir de, ev yek hatiye, li gel kû wan bi nav nake, lê her heftan
bi rêz dike:
Pedsê min ewil kû Mîr bû
Xûdanê cêsê kibîr bû
Bi heft surrrên Siltan Êzî re (yî) xebîr bû.
Pedsê min surr li sema
Berî ne lewh hebû, ne qeleme
Ya Siltan Êzî, li ba te ew se’ete ew deme.
Berî ne qelem hebû, ne lewhe
Me yarek divê vê herfê siro bike, li kû ye
Melek êk bû, bûne didowe.
Li ber ferwara Pedesê ye
Teftêsa me li wê cewabê ye
Melek dido bûn, bûne sisêye.
Pedsê minî cebar e
Ji ba wî hatibû ferware
Melek sisê bûn, bûne çare.
Pedsê minî mizênc e
Melek çar bûn, bûne Pênc e
Her Pênc bûne sifetê, her êk û rênc e
Dilê min li vê yekê yî xwes e
Melek pênc bûn, bûne sese
Her ses bûne Melekên erse.
Pedsê min xwes kir sûhbete
Lêk rûnistin mûhbete
Melek ses bûn, bûne hefte.
Her heft kû di’efirîn
Bi rastîyê lêk didebirîn
Bi mûhbetê bi nedera êk didebirîn
Her wisa di Qewlê Sêx û Aqûb de hatiye, kû Milyaket ji nûra Xwedê hatine efrandin:
Ew bûn Melekên sekinîne
Ji nûra îlahî ne
Xwarina wan elhemdilla û sikrîn e
Navê Milyaketan
Di Di’a êvarê de, ya kû divê her Êzîdîyek her roj berî rojavayê bike, navê her heft
Milyaketan têne gotin :
Ya Xwedê!
Tu me bidî xatira Ezrayîl, Cibrayîl, Mikayîl, Derdayîl, Semqayîl, Ezazîl û Esrafîl
Ew in her heft Melikên kibir
Berî Xas, çendî bedîl
Di destan de mifte û kilîl
Ew jî wan e li ber hizreta Melkê Celîl.
Serokê Milyaketan
Di bawerîya Êzîdiyan de pistî Xwedê heft Milyaket efirandin, gote wan: Sicûde û
kirnosê ji ti kesî re nekin, ji xeynî min! Lê dema qalibê Adem xuliqand, gote
Milyaketan: ”werin, sicûdê jibo qalibê Adem bikin, ta gîyan bê ber.” Ses Milyaketan
sicûde ji Adem re kirin, lê Ezazîl sicûde nekir. Xwedê te’ala gote wî: Tu çima sicûde ji
Adem re nakî? Ezazîl got: ”Rebê min, te sîret li me kirîye û min ew sîret ji bîr nekirîye,
sicûde bo te bitenê ye Ezîzê min”. Vêca Xwedê Ezazîl xelat kir û Tokê zêrîn, kû Tokê
Êzî ye, di situyê wî de kir û gotyê: ”Here, min te kirye serokê Milyaketan û navê te
Tawisî-Melek e, anko serokê Milyaketan. Jiber vê yekê jî kû heya niha jî her Êzîdîyek
vê Tokê lixwe bike û dibêjinê ” Toka Êzî ” yan jî carne Toka Tawisî-Melek. Mebesta
Xwedê ji vî Tokê jî xelatkirina Tawisî-Melek bû.
Xaleka din jî ji bawerîya Êzîdiyan kû her pêwendî bi navê Milyaketan ve heye, ev e:
Êzidî di wê bawerîyê de ne, kû Surr û Nûra Milyaketên esman kitine ber xasên
Êzîdiyan li erdê û rê û rismên dînê Êzîdiyan xurt dikin, dema heft surr hatin erdê di
ber heft xasan de bi van navan bi nav bûne:
Ezrayîl Melek Nasirdîn
Cibrayîl Melek Sicandîn
Mikayîl Melek Fexredîn
Derdayîl Melek Sêxûbekir
Semqayîl Melek Semsedîn
Ezazîl Tawisî-Melek; ruhê wî ketiye ber Sîxadî
Esrafîl Melek Sêxsin
Xwarina Milyaketan
Di Qewlê Sêx û Aqûb de hatiye:
Ew bûn melekên sekinîne
Ji nûra Îlahî ne
Xwarina wan elhemdilla û sikirîn e.
Ew bûn melekên wî cebêre
Xwendina wane ji dêre
Wan tistek ne dixwar, ji rehmeta Xwedê dibûne têre.
Her sebaret vî babetî di hindek sebeqan de ji Qewlê Sêxûbekir hatîya:
Her heft kû di’efirîn
Bi rastîyê lêk di`êwirîn
Bi mûhbetê bi nedera yek didebirîn.
Ji me re dîyar bû, kû ev milyaket di dêrîn in, ji nûra îlahî ne, xwarin û debora wan:
Hemdbûn û sikirîna Xwedê ye û bi neder û dîndaran hev têr dibin.
Sima û siklê Xwedê û Milyaketan
Xwedê êdî heft Milyaket ji nûra xwe efirandin û perdek di nava xwe û Milyaketan de
danî. Di bawerîya Êzîdiyan de Milyaketan Xwedê nedîtîye, lê hinera wî dîtine û
bawerî pê anîne. Lewma jî Tawisî-Melek kû serokê milyaketan e, bi vî rengî
perwesteyî Xwedê bûye, ev Di’a kirîye:
Ya Rebî ela sanek û ela mekanek û ela Sultanek
Ya Rebî tu yî, kerîm î, tu yî rehîm î
Ya Rebî her tu Xweda yî
Her tu layîqê medih û sena yî
Ya Rebî tu melekê melkê cihan î
Tu melekê ersê ezîm î
Ya Rebî ji enzel da her tu yî, qedîm î
Tu tam û kam û ra yî
Ya Rebî her tu Xweda yî
Her tu yî, ha yî û layiqê medih û sena yî
Ya Rebî tu Melekê Ins û Cins î
Ya Rebî tu Melekê Ers û Kûrs î
Ya Rebî tu Melekê Gay û Masî
Ya Rebî tu Melekê Alem û Qûdsî
Tu li semd î, lift î, lemay î
Tu li semed î û hey û mecîd î
Wahid î, ferz û hemîd î
Ya Rebî tu xwedawendê seper î
Ya Rebî tu xwedanê Meh û Mihr î
Ya Rebî tu xwedanê Ceh û mer î
Ya Rebî tu xwedawendê eta yî
Ya Rebî ji isma tu yî, bilind î
Te nav li çûne, tu yî çendî
Mizî za yî, dûzend î
Miqa destê dû pa yî
Tu yî layiqê medih û sena yî
Ya Rebî tu keremdarê hût î
Mendayê qût î, Helîmê melekût î
Ya Rebî tu hem hekîm î û hem mecal î
Ya Rebî te ne nav e, te ne xurd e
Xwedan mal î, xûdan perd e
Ya Rebî mekanê te wê li hemû Erda(n)
Ya Rebî te ne lewn e, te ne reng e
Te ne awaz e, te ne deng e
Te ne endam e, te ne çeng e
Ya Rebî kes nizanit tu yî, kusa yî
Ya Rebî tu welîyê ferza nimêj î
Ruhan di perêj î, ji milan milkan dibêjî
Ya Rebî tu hakîmê sah û geda yî
Ya Rebî te tobe danîbû liser Adem
Ya Rebî tu hekîmê sîfayet î
Ya Rebî tu rehm î, kerem î, emîn î
Ya Rebî tu li semed î, em çû nînîn
Û li sûc û gûneh û misewse
Me kirin tehîyat û gewse
Ya Rebî li me bibexse
Ya Rebî her tu yî, ha yî
Û her tu yî layîqê medih û sena yî
Ya Rebî tu Xaliq î, em mexlûq în
Tu miraz î, em daxiwaz în.
Vê carê heke serokê Milyaketan wisa perwesteyî Xwedê be û bibêje:
Ya Rebî te ne lewn e, te ne reng e
Te ne awaz e, te ne çeng e
Ya Rebî kes nizane tu yî, kusay î
Ya Rebî te ne xaf e, te ne xûrd e
Xwedan mal î, Xwedan Perd e
Ya Rebî mekanê te wê li hemû erdan.
Kesî Xwedê nedîtîye û perde di nava wî û mexlûqên wî de heye, lê Xwedê her li
hemû erdan e. Lê Milyaket her wekî di mîtologîya Êzîdiyan de û di Qewl û Beytên
wan de carne mîna Xasan û carne jî mîna bavçak û Baba Derwêsan têne berçavên
mirovan. Di serhatîyên Êzîdiyan de dema mirovek bê hêvî û tengas dibe, serên
rêyan lê tên girtin, Xwedê te’ala Emîn Cibrayîl bi rengê Baba Derwêsekî dihinêre
pêsiya wî mirovî jibo çare û serederîyekê.
Nîsanî wî serhatîya wî mirovî digot: Ezê her diçim û diçim heya bigehijime cem
Xwedê û gazinda xwe jê bikim, û çû û çû û guh nedaye mirovan û sîretkaran heya
Xwedê emîn Cibrayîl bi rengê Baba Derwêsan hinartîye pêsîya wî û lê bû Xwedan û
rêber. … Yanî heke mirov Qewl û Beytên Êzîdiyan bixwîne, dibîne, kû Ezrayîl û
Cibrayîl dema rihan distînin têne ser ruyê erdê. Nimûne: Ji Qewlê Mûsa Pêxember:
Rojeke ji rojan e
Mûsa wê dixune Misûr û kitêbane
Ezrayîl û Cibrayîl li mezela Mûsa dibûne mêvane.
Sibeke ji yên xilfete
Mûsa wê dixune misûran û xete
Rêya Ezrayîl û Cibrayîl li mezela Mûsa dikete
Mûsa wê deng dikete
Ya Cibrayîl we çi xilmete
Îro gîyanê min jiber we girtibû heybete
Ya Mûsa bes bike sexbê re
Rabe riha xwe bi me bispêre
Hate ser te mersûma cebêre.
Her wekî di sebeqekên Qewlan de xoya bû Ezrayîl û Cibrayîl (7)
Mûsa dibêje :
Bi wî kim, yê kû xefûr e
Ez li ruha xwe nakem destûre
Kûlfetê min hês jî hûr e.
Wa dibêje Cibrayîlê Emîn e
Ya Mûsa min Emrîn e
Rizqê kûlfetî we li Xwedê ye
Li te nîne.
Ya Mûsa rabe hilweste
Em dê ber bi behrê kin qeste
Dê ferwara Xwedê nîsanî te kin dest bi deste.
Mûsa rabû hilweste
Wan ber bi behrê kire qeste
Emîn Cibrayîl siva qûdretê hilgirtbû bi deste
Li behrê da ji heybetê dû têl jiber vedweste.
Hey Pedsê min yî pedse
Binê behrê kirme û dase
Di devê kirmî pelgek mase.
Lê Mûsa xwe ne sparte destên milyaketan, revî û revî heta dît:
Mûsa ji wê vedigerîye
Dîtin dû ciwanên qîmetîye
Wê tirbekê dikolîye
Çû cinaze dîyar nîye.
Cibrayîl gotê:
” Ya Mûsa me biryarek hebû
Bi bejnê her wekî te bû
Ka birêne ev tirbe we bû yan wa ne bû ”?
Derê tirbê li hesil dena
Alîyek ax e, êke xena
Gotê: ” Birano, nekû li min bikin fena.
Derê tirbê yî hind e
Ji qewlê pîr hevind e
Mûsa razabû di bin de”
Derê tirbê yî res e
Ser singê mûsa raxistibûn ax û ferse
Mûsa got: ” Bêhna vê tirbê bi min gelek xwes e”
Li ber ronahîya vî Qewlî sîma û siklê Milyaketan liser erdî û hindek ji rolên wan jibo bi
cîanîna ferwara Xwedê qenc xuya dibe.
Di Qewlê Seremergê de dîsan rengekî din ji sîmayên kû tên berçavê mirov, xuya
dibe:
Ki rme xaniyekî bê derî
Dido hatine ser min, wê dixûnin wekî teterî
Mîna heft dolabên asan liserî.
Dido hatine ser min, wê dikine qîr û qale
Yekî kerr e , yekî lal e
Wê ji min dipirsin hal û hewale.
Tirsa min ji yê kerr e
Dembûsê wî heftê batman perr e
Rojê sê caran tê bi dîyarî min re
Tirsa min ji yê lal e
Heftê batman dembûs heye li bal e
Ewê liser riha min bûye hewale.
Kû li min di hilînin dembûsî
wê jê diçin birq û birûsî
Ji tirsan dil û hinavên min pêk ve dinûsî.
Gava li min diweste
Heftê batman dembûs hesin heye li deste
Ji tirsa da, zimanê min disikeste.
Dido hatine ser min, ji mi dipirsî (pirsîne)
Çeqmeqê wan weke kûrs î
Miskîno, benî Ademo, tu çî ins û çî cins î?
Benî Ademo hun li kû ne?
Hero sibê radbin serêt we dinune
Me çû xêrên we ne dîne.
Benî Ademo em bixwe xêrîn
Em rêzdarên cebêrîn
Em Xwedanên xêra na azêrîn.
Dido hatinê ser min çav (di) mezin weke tas
Tilîyên wan weke das
Nênûkên wan weke misas.
Min got: ” Sed xweziya min bi wê ruhê be, ye bê sûc, bê binas”
Dido hatine ser min çav mezin weke stêr
Tiliyên wan weke bêr
Nênûkên wan weke kêr
Min got: ” Sed xweziya min bi ruhê ehlil xêr, ne sed xwezî bi ruhê inkêr.
Dido hatine ser min sehet li sixûn
Di bilindin sehetek mezin
Ji tirsan, dil û hinavên min dilerizîn.
Dido hatinê ser min res in weke Feqîr
Biskî nerm in weke herîr
Pêre hebû nîsana mîr.
Gava dihatin û qedimîn
Çêrekê dikelimîn
Bi ilmekî di’ilimîn.
Ew bû ilmê qatê
Zebênîya ez birime ser pira siratê
Ew bû cîyê Xwedê lê dike sifatê.
Li ber ronahîya vî Qewlî em dikarîn hem rengekî sîmayê wan nas bikîn, dema ew
têne erdê û ferwara Xwedê bi cih tînin û her wisa hinera wan kû xaleke herî giring e ji
bawerîya Êzîdiyan derbarî Milyaketan kû dibêjine riha mirovê mirî.
Em bixwe xêrîn
Razdarên cebêrîn
Xwedanên xêra na azêrîn.
Ankû Milyaket razdarên Xwedê ne û ew xêrxwaz in, ne serxwaz in.
Erk û rolên Milyaketan
Li ber ronahîya çend sebeqên Qewlê Mûsa Pêxember, Qewlê Seremergê, Qewlê
Tasî-Melek Di’a Êvarê dîyarbû, kû Milyaket ji nûra Xwedê ne û kilît û mifte bi destên
wan in, Milyaket xêr in, razdarên cebêr in û Xwedanêt xêra na azêrîn û ferwara
Xwedê bi cih tînin. Lê her Milyaketek jî erk û roleke taybetî heye, nexasim dema
surra wan tê erdê û bi wan navên me berî niha dîyar kirîn, têne nas kirin.
1. Ezrayîl kû Melik Nasirdîn e. Ev Milyaket ruhan distîne, Xwedanê kêrikê ye. Li
Lalisê Birka Nasirdîn heye, dibêjin dema Melik Nasirdîn bi kêrika xwe riha mirov
distîne, diçe kêrka xwe di vê Birkê de ji Xwînê diso.
2. Cibrayîl kû Melik Sicadîn e, qazidê Rebilalemîn e. Deng ji ba Xwedê jibo mirovan
ditîne. Her wekî di sebeqên Qewlên nav birî de xuya bûye Ezrayîl û Cibraîl ruhên
mirovan distînin û ferwara Xwedê bi cih tînin.
3. Mikayîl, kû Melek Fexredîn e, ew delîlê hemî Pêxemberan û heftê û dû miletan e.
Melek Fexredîn delîlekî cê ye
Rêberê çendî rê ye.
Ew dizane hesen ji hisin e, ji fesala dirrê(durrê) ye.
Ji ba zebûnan hatibû Cewabe
Kû dahir bûn zor sihabe
Hêvênê hemuyan ji ba Hesenê Bewab e.
Ji ba zebûnan hatibû xebere
Kû dahir bûn zor Pêxembere
Hêvên hemîyan ji ba Hesen bi cehwer e.
4. Derdayîl, kû Melik Sêxûbekir e, ew mewla ye, sikanê erd û esman danaye.
5. Semqayîl kû Melik Semsedîn e, ew Xwedanê mohrê ye, anko rojê ye, ew rizqan
dide û mefera mêrê Êzîdî ye. Roja Sêsembê roja wî ye:
Bi wê Qûbê kim serî, li esmên e
Wê li bin di´îsîyê find û semalên nûrîne
Mîrê dîwanê Sîxadî ye, Dîwanbegê Semsê Êzdîn e.
Bi wê Qûbê kim serî li ers e
Wê li bin di`îsîyên find û semalên ges e
Mîrê dîwana Sîxadî ye, dîwanbegê bi xwe Sêsims e.
6. Ezazîl, yanî Tawisî-Melek, kû serokê Milyaketan e û emînê rêzdarê dîwana Xwedê
ye, îmana mêrê Êzîdî ye û li erdê. Sîxadî sûna anko cihê wî digire, wekîlê wî ye, rê û
rism û hed û sed ji danîna wî ye.
Sîxadî, Tawisî-Melek û Xwedê yek in
Hun çû maniyan jê nekin
Ev miraza zû hasil dikin.
Anko surr û nûra Sîxadî li erdan ji surr, hiner û nûra Tawisî-Melek e, ew ji nûra
Xwedê hatiye afirandinê.
7. Esrafîl, kû Melik Sêxsin e, Qelema îmanê ye û girtin û berdan bi destê wî ne, li
esman Sêxê Sinetê ye û li erdê qewet da nebîyên ometê. Li vir sebaret ji Pêxmberan
re, Melik Fexredîn ji wan re delîl e û Melek Sêxsin hêz, hiner û qewetê dide wan.
Tawisî-Melek, kû serokê Melîyaketan e û rêzdar û emînê Xwedê ye û Adem li
behistê gerand û bi sîret û ferwara Xwedê Hewa ji bin çengan efirand û ew fêrkirin,
kû zad û ta'mên behistê bixwin û pasî anîne ser erdê, dakû zê û za ji wan çêbibin û
hersal li çarsemba serê Nîsanê, deng dike li beharê , dakû bi sînîyê bi xemile û
pîrantîyê li kinyatê dike û rêberîyê li çendî Melîyaketan, Pêxember û Xas, bavçak,
Mirov û tev gîyandaran dike, ew Pîr e û Rêberê çendî Pîran e û jibo me Êzîdiyan
sembola her pîroz e û îmana me ye û serwerê çendî Xas û Milyaketan e. Bi kûrti rola
her heft Milyaketan li erdî her wekî di van sebeqên xwarî de xuya dibe:
Nasirdîn Celadê ruhan e
Sicadîn Qazidê Pedsa ye
Sêxûbekir Mewlayê mêran e
Melik Fexredîn delîlê erdê ye
Sêsims Melkê rizqan e
Melîk Sêxsin Cehwerê mêr û melekan e
Sîxadî Pedsa ye, serwerê mêran e.
Dîsan sebaret rolê Milyaketan di mîtolocîya Êzîdiyan de hatiye : Her mirovekî dû
Milyaket liser milên wî ne, Milyaktê milê rastê, kiryarên, karên xêrê, yên wî mirovî,
dinivîse û Milyaketê liser milê çepê kiryarên mirov yên sas dinivîse. Dema mirov
dimre û ruhê wî dibine Lalisê û liser berê Sûka Me'rîfetê, Nasînê, datînin û bi
amadebûna Sêx, Pîr, Merebî û Birayê wî yê Axretê û Xwedanê wî Milyaket kar û
kiryarên wî diksînin. Yên bas dikeve alîyê din de û ligorî karên wî, xêr û gûnehên wî,
mehkeme dibe.
Tawis Sembola Êzîdiyan
Her miletek anjî dînek ji xwe re Sembolek hilbijartîye, kû wek nîsan e jibo dîtin û
saykolocîya wî ye. Êzîdiyan jî sembola Teyr Tawis ji xwe re hilbijartine. Bi dîtina min
jiber çend sedeman:
1. Teyr Tawis sembola serokê Milyaketan Tawsî-Melek e.
2. Teyir Tawis ciwantirîn Teyr e di nav balindîyan de û hemû rengên ciwan di nava
perên wî de hene. Her wisa li der û dorên gewdê wî nîsanên mîna çavan hene û
Çaxê ew perên xwe vedike hingî mîna Tîrêjên rojê xuya dibin û eskere ye, kû roj jî
pîroztirîn semol e li cem Êzîdiyan û nûra Xwedê ye, ya kû Milyaket û serokê
Milyaketan jê hatine efirandin.
3. Jiber kû Êzîdî ji ciwanî, ronahî û nûrê hezdikin û ev Teyr hem Sembola nûrê ye û
hem ya ciwanîyê ye û sembol e jibo serokê Milyaketan, yê ji nûrê hatiye efirandin,
lewma jî Êzîdiyan ji xwe re kirîye pîroztirîn sembol.
Û di bînên weke ala Êzîdxanê de sembol e kû ji Misê zer (tunç) hatiye diristkirin,
mîna wêneyê Teyr Tawis. Û Êzîdî hûrmet û rêzê jêre digrin, weke çawa dîn û miletên
din rêz û hûrmeta al û sembolên xwe digrin, sebaret jêhezkirina Êzîdiyan jibo hisn û
saykolocîyê ev Teyrê Ciwan ji xwe re kirine Sembol, di ”Qewlê Îmane bi çî nîsan e”
de hatiye:
Bi kêr mêran tê heya, edeb û aqil
Ji wan nebin misemir mebideye
Rê bi rastî dibe bi xweye
Bi kêr mêra tê hisn edeb û heya.
Li vir xuya dibe, kû reya rast û ronahiya îmana mêrê Êzîdî pê kokî temam dibe aqil,
hisn û ciwanî, edeb û sermînî. Lew dibêjin : Em Êzîdî Xwedêprerest (Xwedêperês) in,
bawerîyê bi Milyaket, Xas û Bavçakên xwe ditînin û rêz û hûrmeta sembolên xwe
digrin. Dîyatirîn sembol jê Tawis e û ew nîsana Tawisî-Melek e, ala Êzîdxanê ye.
Sebareta navê Tawisî-Melek ji alîyê zimên ve, nivîskaran liser vî babetî wisa
dinivîsînin: Çendekan ji wan bîr û hizrên cûda – cûda anîne ser ziman: ”Ev ji peyva
Temûz ya babilî hatiye. Temûz jî Xwedanekî anjî Xweda- mendekî Babilyan bû”.
Hineke din jî dinivîsîni: ”Ev ji Peyva Teyos ya Axrîqî hatiye. Ew jî Xûdawendê
ciwanîyê Xwesîjbûnê bû li cem wan.”
Û nivîskarên mîna Sedîq Demelocî: ”Ev peyv ji peyva erebî Tus hatiye, û gotîye: ”Tus
jî anko ciwan bi zimanê erabî ye. Lê bi dîtina me , ev peyveke Arî- Kûrdî ye û pir
kevnar e û ji dû peyvan pêk hatiye: Tav, Ta anjî Tî, Tîk kû ji wataya nûra û germîya
rojê tê. Tîrmah jî, kû navê heyveke meheke Kûrdî ye û dikeve germ û kela werzê
havînê. Her ji vê yekê bi nav bûye. PEYVA ûs jî li cem miletên Arî û bi taybetî
Axrîqan, anko Xwedanmend anjî Heq bi vê yekê peyva lêkdaya Tawûs anko ”Nûra
Xwedê”. Sîroveyên van nivîseran l ser wataya peyva Tawis ne dûr in ji wataya vê
peyvê di zimanê Kûrdî de û her heman tê gehistina bîr û bawerîyên Êzîdiyan, dema
Êzidî dibêjin: ”Her heft Milyaket ji nûra Xwedê hatine efirandin, kû serokê wan Ezazîl
e anko Tawisî- Melek e.
Perawêz :
1. Ev Qewl ji deftera Sêx Elo min wergitîye, herwisa di Kovara Lalis de, di hejmara
8‘an de hatiye belavkirin
2. Gûndyatî Xidirê Pîr Silêman rûpelên 72-78, çape 1985.
3. Govara Lalis hejmara 5, rûpelên 59-68 ji wesanên Bingeha Lalis-Dihok.
4. Êzîdyatî rûpelên 29-31, Xidirê Silêman û Xelîlê Cindî, Bexda 1979.
5. Gûndyatî rûpelên 22-37.
6. Di dîdarekê de di gel Qewlbêj Sêx Osman û Qewlbêj Feqîr Hecî, navên Milyaketan
ji min re gotîne.
7. Lalis hejmara 5, rûpelên 59-68
8. Gûndyatî jêderê navbera rûpelên 72-77.
9. Êzîdîyatî rûpelên 24-26.
10. Gûndyatî rûpelên 105-109.
11. Gûndyatî rûpelên 91-105.
12. Çavpêkeftin di gel çendeha Qewilbêjên Êzîdiyan ji wan Pîr Abû Xetarî, Feqîr
Hecî, Sêx Elo, Feqîr Osman,….).
13. Ev çend sebeqe min jiber devê Sêx Osman nivîsîne û bi taybetî nave Milyaketan
li esmên û surrên wan li erdê, kû wî jî ji cem Qewal Elyasê Behzanî û Koçek Sadiq
wergirtiye.
(AT)

0

Оставить комментарий