Опубликовано: 11.01.2014 Автор: Admin Комментарии: 0

  Dilawerê Zengî 

        Di sala 1915-1917an di şerê cîhanê yê yekemîn de, li Bakurê Kurdistanê  nemaze herêmên li ser tuxûbê ûris eniya “Qersê – Gurcistanê” giraniya şer ketibû wê hêlê. Supahên ûris û bi rêberiya hêzên ermen -Taşnaq- di 2 çiriya paşî 1914-an de, derbasî Kurdistanê dibin. Supahên Osmaniyan xwe li ber supahê Rûsiya û Ermeniyan ne girt. Her şer germ dibû, hêzên Osmanî berûpaşve  dikişiya. Supahên ûris bi rêberiya ermen Erzerûm, Wan û Mûşê vegirtin.

         Di sala 1915an de şer di navbera supahên Osmanî û supahê ûris li ser axa kurdistanê pir germ bibû. Supahên Rûsiya her wirde diçû bi serdiketin. Ermen baş alîkariya ûris li dijî Osmaniyan kirin. Supahên ûris her herêma ko vedigirt,  şûrê ermena li hemberî musulmanan tûjtir dibû. Ermen bi çav sorî û bê dilovanî dest bi kuştina kurdan kirin. Mal û milkên wan ji xwe re dibirin. Jin û zar û zêçên wan dikuştin, xaniyên wan dişewitandin. pez û dewarên wan ji xwe re dibirin. Bi helwesta bêdengiya ûris ermenên Taşnaq –Faşist- hişk û ter tev didan ber hev.

Ebdurezaq Bedirxan di pertûka xwe de ya bi navê –Autobiyografiya Ebdurrizaq Bedirxan- wergera: Celîlê Celîl -weşanên kovara Metîn11-1999 Duhok-Rû-58 de hatiye:

 

“Piraniya zapitên rûsa ermenî ji kurda zêdetir dinirxandin. Ji ber şirovekirina vir û derew, ewana (rûs) pir caran, bê hemdî xwe, himberî kurda neheq derdiketin. Ji ber wê jî min timî ji gênêrala ra digot, wekî bona peywandiyê tevî kurda, ewana tercumanên xwe, divêt ji nava kurdên sunnî, ji Yêrevanê û Qersê bibijêrin. Raste ewana pêşniyara min qebûl dikirin, lê tucara di karê xwe de bi cî netanîn”.

 

Dem dema şer bû. Rewşa welat tev geremolî bû. Bi şikestina leşkerê Osmanî re ermena dest bi van karên kirêt kirin, kurdên van şeş wîlayetan: “Erzerûm,Wan, Mûş, Bedlîz, Sêrt û Qers” û derdora wan ji ber şer û hatina supahê ûris û êrîşên ermenan ji bêgavî ji herêmên xwe bar kirin û mihacir/meşext bûn.

 

Di vî warî de Dîrokzan Hesen Hişyar Serdî dibêje:

 

“Welatê jê mihacir bûn: “Artevîn, Erzerûm, Wan, Mûş, Bedlîs” ev pênc wîlayetên mezin tev de welat berdan”.

 

Evê şerê dijwar jiyana kurdên ku ji gund û bajarê xwe derketin tev guhert.Mirovên xwedî mal û milk bûn, xwediyê pez û dewar bû, di şev û rojekê de, bûn mirovine mihacir, mihacirê tazî, birçî, parsek û bê xwedî.

 

 

Di vî warî  Dîrokzan Hesen Hişyar Serdî dibêje:

 

Ewçend mihacir dihatin ku cî tunebûn lê bihêwirin, herkesê deriyên hewşên xwe li ber wan digirt. Tevî ko zivistan jinûkî berf li erdê bû, jin û zarokan xwe didan ber dîwaran û digiriyan ji ber serma û nazan dimirin. Lewre hingî pir bûn, di hewandina wan de imkan tune bû. Ji milê dî, ji birçînan bi zor û xweşî ji xelkê xwarin distendin an didizîn an direvandin. Hingê ulçeka genim bi du zêra bû. lê dîsa peyda ne dibû. Belengazan ber xalî xişrên xwe yên zîv û zêr bi çaryeka biha didan. Lê piştî ew jî nema jin û mêr çi kesên malmezin û xandan teva parsê dikirin. Lê sed mexabin, li tevaya welat nan giranîkî mezin dest dabûn ku êdî pars jî bi dest ne diketin!.. Ji alîkî birçî, ji alîkî serma. Ji milê dî, sipî, nexweşiyên tîfo û taûn nav wan û leşkerên eniya şer de, paşê li tevaya welat jî vegirt.

 

Ebdurezaq Bedirxan di pertûka xwe de ya bi navê –Autobiyografiya Ebdurrizaq Bedirxan- wergera: Celîlê Celîl -weşanên kovara Metîn11-1999 Duhok-Rû69- de dibêje:

 

“Ji Şamînîsê heta Cizîrê 12000 konê koçerên ji Botanê û mihacirên ji wîlayeta Wanê vegirtî bûn.”

 

Piştî ko kurd ji gund û bajarên xwe ji bêgavî derketin û mihacir bûn, pir dijwarî û malwêranî bi serê wan hat. Mal û milkên xwe, pez û dewarên xwe û gund û erdên xwe tev hiştin û ketin riya mirinê. Hina ji wan berê xwe dan kurdistana başûr, hinên dêtir berê xwe dan binxetê, û hinên dêtirîn jî berê xwe dane Anadolê nava Turkiyê.

 

Dîrokzan Hesen Hişyar Serdî[1] li ser qûnaxa mihaciriyê xweş nivîsîye û dibêje:

 

1- (Hesen HişyarSerdî,Destnivîsa Jiyîn û Dîtinên min, beşê:li Kurdistanê mihacirî û dijwarî,birê18, Rû:43-47-an.1960-z.)

 

“Piştî salekê ji şer leşkerên Osmanî berûpaşve dikişiyan, roj bi roj, eniya şer bi şûn de vedigeriyan, heya ku enî kete Erzerûm, Wan û Mûşê. Kurdên van hawîran tev de welat berdan û mihacir dibûn ber bi Kurdistana jêr ve. Lewre bi şikestina leşkerên Osmanî ew valayî tev de mihacir dibûn û leşkerên rûs şûna wan dadigirtin.

 

 

Sebebê mihacirî yê yekemîn ev bû: Dema leşkerên rûs diketin welat ermen jî bi wan re bûn, wan ermenan bê dilovanî kurd dikuştin, çima ku turkan ew kuştibûn heyfa kerê ji kurtan digirtin. Lê, ne dihat bîra wan ermenên Taşnaq ku; kurd ne qatilên mene, jin û zarokên me vedişêrin û ji kuştinê diparêz in. li hember vê dilovaniya kurdan, wan bi awakî sosret zikê pîrekan diqelaştin, zarok jê derdixistin, laşê wan bi saxî diqelaştin, dikirin berîk, destê wan dixistinê û digotin: berîka te qence kurdo! “Bingeha wan “Taşnaq seganan” li Sûriyê hêj li ser wê dilreşîyê dimeşin. Li “Heleb herac Papasyan” bi navê rojhelat roznamekî ermenî derdixe, tevî ku têde-ên roznamê tev de neyartiya “hukumeta Yêrîvan” ê û Îttîhad Sovyêt e, lê salê carek dike cejin; roja ku li “Çiyayê Alegoz”ê Kurd kuştine di heyamê hukumê wanê Taşnaq de. Ji dêla ku ji wan kirde-ên xwe yên dijûn şermezar be heşê miletê xwe bi neyartiya kurd dideqîne. Hin mîrza-ên kurd dostê wî faşistî ne. Sebebê mihaciriyê yê yekemîn ev bû”.

 

Ebdurezaq Bedirxan di wê pertûka xwe rû65-an de dîsa dibêje:

 

“Ji ber gundê Çûbûklûyê em liviyan ber bi gundê Molla-Hesenê. Pêşiya me de çiya bûn. Li wê derê 2000 malbatên kurda hêwirîbûn, yên ku ji gundên xwe revîbûn”.

 

Mihacirî û derdê biyaniyê ne bes bû, di ser de, bi helwesta bêdengiya ûris, kurd bi destê ermenên Taşnaq dihatin kuştin. Ji hêlekê din ve, gelek merov ji wan ji birçîbûn û nexweşiyê dimirin, û gelekên dîtir hevûdu winda dikirin, û gelekên dîtirîn -bi taybetî yên berê xwe dane Enadolê – bi rê de dimirin. Jixwe ya Osmaniyan ji hêla kurdan ve ji wan re lê hatibû. Helwesta wan helperist bû. Ji hêlekê de, di şer de, alîkarî ji kurdan dixwestin. Ji hêla din, niştecihên kurd ji agirê şerê ûris û ermenan ne diparastin. Tu dibêjî ma ne welatiyê vî welatî ne!!.

 

 

Dîsa Hesen Hişyar dibêje:

 

“Bi ser van zîvarî, belengazî û perîşaniya wan de jî wek keriyên pez didan ber xwe dajotin Anadol û dora Adanê, ez bawerim ji 20% negihan wan erdan tev de bi rê de mirin. Hin ji turkan zarokên bê xwedî ji bona xizmetê ji xwe re dibirin. Mîna herdû dengbêjên navdar”Perîxan Altuncax û xuha wê Narîman” ji Kela Xinûsê bajarê Şêx Seîd, di mihaciriyê de weke min got li Anadolê man û bûn hunermend”.

 

 

 

Di sala 1917an supahê ûris nêzîkahî li Sêrtê dike û digihê Kevrê Qul, li wir pir dirêj nake berûpaş ve  dikşe û ji kurdistanê der dikeve. Li hemberî ko ûris di şer de û bi alîkariya ermenê Taşnaq serefraz in, xwe ji şer vekişandin. Sedemê vekişandina ûris ji Kurdistanê ev bû; şerê hundirî geş bibû, û di sala 1917an de şoreşa Belşevîk bi serkêşiya Fladîmêr Lenîn bi serketibû.

 

Ermen, ûris û turk di ber kuştin û mihaciriya kurdan de gunehkar in. Talan kirin  û şewitandina gund û bajarên kurdan erk û stubarê ermen, ûris û turkan de ye. Ûris û ermen welatê kurdan vegirtin û ziyaneke pir xerab gihandin kurd û Kurdistanê. Di sala 1917an de ûris vekişiya desthilatiya herêmê di destê ermen de ma. Lê ermen nikaribûn wê valahiyê dagirin. Di wê demê de, ermen bi hovîtî û destekî hesinî li kurdan xist. Eşqiye û çeteyên ermenan careke din welatê kurdan talan kirin. Supahê Osmanî berî da Erzencan, Wan û Erzeromê û bi destekî hesinî li çeteyên ermena xistin û ew ji hev tarûmar kir.

 

Ji hêlekê din ve eger em li ser tevaya herêmên kurdistanê bipeyivin wê mijara me pir dirêj bibe, nemaze herêmên dî ji kurdistanê û li ser kêmbûn û tunebûna nişteciyan bipeyivin. Bi kurtî –kêm-zêde- windabûn û kêmbûna nişteciyan: Ji herêma Wanê pirtirî 62% , ji herêma Bedlîsê 42%, ji herêma Erzeromê 31%, ji herêma Qersê 60%, Mûş55%, Sêrt30% winda hene.

 

Hesen Hişyar dibêje:

 

“Di cengê de, ji xisara eniya şer pêve wê mihaciriyê di kêmbûna kurd de birînên mezin vekirî hêştine ku piştî 45 salan yanî di vê sala 1960î de –Dema nivîsandina vê nivîsê- ez ji setastîkên wan pênc wîlayetên mihacir bûyî digirim. Kesafeta ji 20% derbas dibe. Ev e birînên cenga cîhanê li ser singe diya me Kurdistanê heya niho axiftî vekirîne! Ku zêde yê 2000 000  du milyon di infusê de jimar kêm kiriye ji sewre-ên salên dawîn pêve, tevî şerê nexweşiyê her û her li Kurdistanê enî vegirtiye! “.

 

http://www.mezopotamya.gen.tr/dema-serê-cîhanê-yê-yekemîn-û-mihacirîmesextî-makale%2c231.html

 

0

Оставить комментарий