Опубликовано: 14.04.2013 Автор: Admin Комментарии: 0

1908-1990

 

     Sala 1929-a Hecîyê Cindî bajarê Gumrîyêda (Ermenîstan)  Xwendinxana pêdagojiyê  (hazirkirina mamosta) temam dike û dibe mamostayê kurd yê xwedî dîplom.

 

            Armanca Hecîyê Cindî çûyîna gundabû,  dixwest gundên kurda da mamostatyê bike û pêra jî kurmancya xwe ku sêwîxanêda bîr kiribû bike bîr, berevkirina  folkilorêva mijûlbe.

 

             Û bi wan merema berê xwe dide dibistanên gundên kurdan –  Qundaxsazê (niha Rya teze) û Camûşvana mezin (niha Elegez) yên ber pala çiyayê Elegezê..

 

 

Hecîyê Cindî (rûniştî, ji çepê yê sisya) tevî xwendikarkolxozvanên ciwan.  Gundê Camûşvanê, 1930 s.

 

Hecîyê Cindî zanibû – bona  baş xizmeta gelê xwe bike, gotî xwendina xwe  berdewamke.  Sala 1930-î  tê Yêrêvanê û  fakûltêta (beşa) Fîlolojiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê da tê qebûl kirinê.

 

Sala 1931-ê meha pêşinile) li Yêrêvanê cihanê da  cara yekemîn Xwendinxana kurdî ya Pişkavkazêye pêdagojiyê  vedibe. Hema ji wê salê heta meha adarê ya sala 1938-a, heta girtina  Hecîyê Cindî , wê xwendinxanê da dersê zimanê kurdî dide.

 

 

     Dersbêj û xwendikarên Xwendinxana Kurda ya Pişkavkaze. Hecîyê Cindî- cerga jorê, ji aliyê çepê, yê sisya,  Zeyneva Îvo- cêrga çara, ji aliyê rastê ya duda. Cêrga sisya ji aliyê çepê yê duda serokê xwendinxanê  Biroyê Mamo, yê çara Casimê Celîl. s.1932.

 

 

Dersbêj û xilaskirêd xwendinxana kurda yên sala 1937-a. Rûniştîne ser kursiyê: ji çepê Wezîrê Nadirî, Hecîyê Cindî, serokê xwendinxanê  Vardan Pêtoyan. Cêrga sisya ji çepê –Emînê Evdal, xwendikar Şawoyê Lêşo, yê hefta xwendikar – Mîroyê Esed.

 

Sala 1956-a   Xwendinxana Yêrêvanêye pêdagojiyê da para kurdî vedibe. Hecîyê Cindî heta sala 1959-a ( heta dadana xwendinxanê) li wir dive dersbêjê ziman û wêje yê kurdî. 

 

 

Hecîyê Cindî wexta ders dayînê, s.1958

 

 

 

Dersbêj û xilazkirêd  xwendinxana  kurdîye pêdagojiyê. Cerga duda  ji aliyê rastê-  Egîtê Şemsî, Elîyê Evdilrehman, Hecîyê Cindî, ji aliyê çepê yê  duda – Ahmedê Gogê, yê çara Emînê Evdal. Cerga pêşin ji aliyê rastê yê sisya -Têmûrê Teyo, cêrga paşin, ji aliyê rastê yê duda Sîdarê Emîn,  ji aliyê çepê- Şamilê Têlî, Egîtê Abasî. s. 1959

 

Sala 1968-a li zanîngeha Yêrêvanê beşa kurdzaniyê vedibe û li wir heta sala 1976-a (sala dadanê)  profêsor Hecîyê Cindî  dersbêjê ziman, wêje û folkilora kurdî bûye.

 

 

 Şekro  Mihoyî, Hecîyê Cindî,  Meksîmê Xemo tevî xwendkarên beşa kurdzaniyêye ya Zanîngeha Yêrêvanêye dewletê. s.1973

 

 

                     Prof.Hecîyê Cindî ji xwendikarên beşa kurdzaniyê întiyamê hiltîne

 

Çend xilazkirên wan herdu  xwendinxana û Zanîngehê dûarojê bi karên xweye hêja di meydana  çanda kurdîdadereca wêje û rojnamavaniyê da bûne pêşekzanên navdar.

 

Hecîyê Cindî tevî xwendkarên xweye xwendinxana kurdî, yên salên 1930-î- Zeyneva Îvo, Şawoyê Lêşo. Elîyê Evdilrehman (sekinî, ji çepê yê duda) u Tîtalê Efo, Egîtê Abasî, Ahmedê Gogê (yên salên 1950-î).

 

 

Hecîyê Cindî tevî xwendikarên kurd li dibistaneke Tibîlîsiyê, cerga jorê mamosta  û nivîskarê naskirî Baxçoyê Îsko, s. 1968.

 

Hecîyê Cindî  bo  artîst, spîkêrên radîoyê, mamostên ziman û wêje  kurdî — bûye dersbêjê kûrsên kin

 

Hecîyê Cindî du mehên havînê sala 1941-a û 1942-a  kûrsên artîstêd têatroya Elegezêye kurdîye dewletê da dersê zimanê kurdî û zargotina kurda dide. Rojnama “Sosyalîstakan ûxîyov”-da (“Bi riya sosyalîzmê”) tebaxa sala 1942-a em dixûnin: “Kandîdatê fîlologiyê Hecîyê Cindî artîstêd têatroya kurda hînî xisûsiyêd zimanê kurdî, folklora kurda dike”.

 

 

Têatroya kurdaye dewletêye li Elegezê. Cêrga pêşin ji rastê yê duda serokê têatroya kurda- Cerdoyê Gênco, rex wî-Nado Maxmûdov, cêrga duda ji rastê yê sisya-Hecîyê Cindî û artîstên têatroyê, s.1944.

 

Hecîyê Cindî hersal mehekê  havînên salên 1946 hetanî 1984-a di kûrsên  Zêdekirina zanebûnên mamosta“-da, ku wezîreta Ermenîsyanêye ronkayê amade dikirin, bûye dersbêjbo mamostên ziman û edebiyeta kurdî.

 

Hecîyê Cindî  salên 1960-î û 70-î, salêda  meh nîvekê ji bo sipîkêrên  radiyo ya  kurdîye Yêrêvanê – Eznîva Reşîd, Keremê Seyad, Sêvaza Evdo mijûliya li ser hostatiya spîkêryê derbaz kirye.

 

Karên mamostatyêra tevayî  Hecîyê Cindî usa jî bûye xudanê pirtûkên metodîka dersdaînê, rêzmana kurdî û gele pirtûkên dersa

 

Sala 1932-a ji bo mamostayên zimanê kurdî Hecîyê Cindî  pirtûkaMêtodîka zimanê kurmancî”, lê sala 1935-a gramatîka (rêzmana ) kurmancî tevî prof A. Xaçatryan û ûsa jî 33  pirtûkên zimanê kurdî ji bo komên dibistanaye cihê çap kirye. Ji wana hinek çend caran, bi guhastinava hatine weşandinê.

 

 

Keda  Hecîyê Cindî mezine usa jî di hazirkirina kadrên kurdzaniyêda

 

…We bi niqobûneke kûr lêkolîn kir û nîşan da dewlemendiyên hunermendiya gelê xweyî hizkirî. Bi vî awayî Hûn di axa zargotinzaniya kurdada rabûn wek dara palûtê.Îro çevê We agirê bextewariyêva tijî dibin bona wan ciwana, kîjan ji axa bi rehên We qewînbûyî bilind dibin.

 

GAGÎK SARGSYAN, akadêmîk, Dîrêktorê Înstîtûta Pojihilatzanîyêye ya Akadêmîya  Ermenîstanê.

 

 

…Ez îlahî dixwezim emekê Weyî mezin di sazkirina para kurdzaniyê û kifşkirina dereca kurdzaniyê, rast rêkirina profîla wêda bidime kifşê…

…Û îro eger Ermenîstanêda rewşenbîrên kurda hene, wê yekêda emekê We geleke.

 

NÎKOLAY HOVHANÎSYAN akadêmîk, rojhilatzan

 

 

Hecîyê Cindî gelekara bûye serkar di nivîsarên têzên  wane derecên zaniyaryêye başqeda, bûye oponent, şêwirdar, bi fikirên xweye xêrxweziyê  piştgirya gelek pêşekzanên kurd kirine. Ji wanin – Nûrê Polatova (N. Polatova têzên xwe li ser folkilora kurdî temam nekir),   Şamîl Eskerov, Şikoyê Hesen, Kinyaz Mîrzoyêv, Çerkeze Reş,  Nûra Cewarî, Memoyê Xalit û gele xandkarên PhD ji Kurdistana Îraqê, ku li Rûsîayê dixandin. Usa jî, ewî  çend  kurdzanara, ji bajarê Lenîngradê  (naka S. Pêtêrbûrg),  bona sitendina navê doktoriyê  fikirên xweye başe piştgiriyê şandine.

 

Arşîva Hecîyê Cindî da 40-î zêdetir  nivîsarên  usaye cihê hene.

 

Hecîyê Cindî tevî  Kurdzanên  Lênîngradê (S. Pêtêrbûrg). Rûniştine: ji aliyê çepê –Marûf Xeznedar, Hecîyê Cindî, Sêda Rûdênko, Qanatê Kurdo, Wezîrê Eşo. Sekinîne: ji aliyê çepê- Ordîxanê Celîl, Şikoyê Hesen, Meksîmê Xemo, Celîlê Celîl, s.1960.

 

Hecîyê Cindî gelek sala bûye Endemê çend  şewrên Instîtûtên Akadêmiya Ermenîstanêye  zaniyariyê:  Instîtûta Edebiyetêye ser navê M.Abêxyan (1964 – 1975), Înstîtûta ziman ser navê H. Açaryan (1964-1976),   Instîtûta Rojhilatzaniyê (1959- 1990),  ya fakûltêda (beşa) Rojhilatzaniyê ya Zanîngeha Yêrêvanêye dewletê (1968-1976). Li wir  ew usa jî di  nava  wê şêwrê da bû, ya ku derecên zanyariyê dida pêşekzana.

Hecîyê Cindî oponêntê çend kesên ermenî bûye û di wê şêwrê da  bi   dengdayîna wî jî gelek pêşekzanê ermenî bûne  berendem   û doktorên zaniyariyê.

 

Sala 1934-a Hecîyê Cindî ji bo karê nehêvişandî  di dereca hildana nexwendîtiyêda bi Hurmetnama komara Ermenîstanê tê rewakirinê.

                                                                      

            Sala 1935-a dibistana gundê kurda Berroj (Dûzkend) li Ermenîstanê dikin ser navê Hecîyê Cindî. Pey girtina wîra  (1938) ew nav hildidin.

 

Sala 1974 –a  ji bo giringiya karê wî yê pêdagojiyê Hecîyê Cindî bi Mêdala ser navê ronakbîrê ermenîya yê meşûr Xaçatûr Abovyan  tê rewakirinê

 

Bi tomerî, ji terefê hukumeta Sovêtê Hecîyê Cindî ji bo karê xweyî pir mezin, helal û xwenehêwişandî di dereca pêşdabirina kurdzaniyê û di warê çanda kurdîda bi 2 Ordêna – „Nîşana hurmetê“ û „Dostiya cimeta“, 8 Mêdala, 3 nîşana u 10 Hurmetnemava hatiye rewakirinê.

 

Firîda  Hecî  Cewarî

 

www.kurdist.ru

 

0

Оставить комментарий