Опубликовано: 30.03.2013 Автор: Admin Комментарии: 0

2013.03.28 

 

    Şeroyê Qasim ê 65 salî li pey xwe gelek berhemên giranbuha hîştin.

     Hunermend Qasim Mey, Balaban, Zirne, klarnêt û hema bêje enstrumentên pifdanê bi profesyonelê lê dida.

     Şeroyê Qasim, bi navekî din Şeroyê Pîr, li paytexta Gurcistanê Tiflisê dijiya û di hemû şîn û şahiya kurdên li Gurcistanê Komarên din de amade bûye.

     Bi hunera xwe hema bêje li tevahiya Sowyetê deng vedabû.

     Bavû kalê Şêroyê Qasim ji Wanê koçî Gurcistanê kiribûn û Şero di sala 1948 an de li Tiflîsê ji dayik bû.

    Di temenê xwe yê biçûk de tevî birayê xwe Bondo dest bi hînbûna enstrumentên muzîkê kirin.

    Şêroyê Qasim di tevahiya jiyana xwe de bi hostetî hunera xwe pêş xist û di nav dilê kurdan de cih girt.

     Hunermend şeroyê Qasim her tim bi hesreta welat axa bavûkalan vedigot û bi wê hesretê îro hemû hezkiriyên xwe şok kir û li Tiflîsê çavên xwe li jiyanê girtin.


    Rehma Xwedê wî be!

0

Оставить комментарий