Опубликовано: 18.01.2013 Автор: Admin Комментарии: 0

Sê leheng ên azadîyê

Bi îxanet kirin hedef

Sê ewledên Kurdistanê

Li Parîjê kirin telef.

 

Celladên mirovahîyê

Dest bernadin

Ji hovîtîyê.

Ev hovîtî bi qurnava

Hemberî me tê meşandin.

Komkujîya Dêrsîmê

Kuştina Qasimlo

Bi hezaran qetlam

Hê zindîne li dîrokê.

 

Têr nabin ji xwîna kurda

Bi komkujîya

Hewl didin

Me bikin unda

Qatîlên mirovahîyê.

 

Komkujîya li Parîjê

Hejand gelê KURDISTANÊ

Heya kengê

                emê bên kuştinê?

 

Bitemre ronîya tavê

Raweste jîne

Bimiçqin çem û kanî

Çira lazim dunya xaîn?

Çira lazim dunya weha?

Çira lazim dunya hova?

Her roj mirov ên bê gune

Tên kuştinê

Êrîş dikin ser mirova

Bi buxtana

Bê gune dikin girtîgeha

Serok jî bê sûc hat girtinê

Dunya bûye dunya vira

Dunya hova

Dunya dijî bi derewa

Lê jîne nabe weha.

 

*** *** *** *** *** *** ***

 

Xemsarîya mirovahîyê

Tanga meda berdewame

Li dijî gelê Kurdistanê

Sûî qest tên kirinê

Lê dijî vê

             raperîna mirovahîyê

Nayê xanê.

 

Bi îxanet lawên kurd

Tên kuştinê

Lê dunya kore

                     dunya kere

Tanga meda bê zimane

Hertim lale

Dunya durî

Dunya derew

Dijî kurda pir xedare

Heya dawîyê bi îsrare

Dijî kurda ev çi heste?

 

Heya kengê weha kuştin

Her yek me îro Sekîneye

Leyla, Fîdan

                   pakrewane

Her yek me cîhanêda

                                jîyanêda

Tim hedefe

Lewra raperîna me

Diderzîne dunya hovan.

 

 

Rabin kurdno

Bi milyonan

Ji Parîjê heya welêt

Bi cenazên van lehengan

Hun bimeşin

Bi xasteka van şeîdan

Kurdistanê azad bikin

Ruhê şeîdan bila şabin.

 

*** *** *** *** *** *** ***

 

Hovîtîyê rapêçaye

Eva dunya.

Ber xemsarîya mirovan

Vedimire hero wîcdan

Dunya meda ser dikevin

Hov û kujerên mirovan.

 

 

Ey tîrêja tavê

Tu hemûyara didî silavê

Bitemre

Bila ev dunya belave

Dunya hovan bibe tarîstan

Ji bo ku mirov hevra nekin

Sûî qestan

Tunebin goristan ê şeîdan

Çira lazim kuştin

                      înkar

                            îxanet

                                komkujî û şer

Em naxwazin dunya weha.

Nêta meye wekhevî…..

 

 

 

Ey xweda

Ji te dikim rîca

Ji nûva avake dunyak azad

Ku têda tunebin xaîn

                                 xezeb

Bese zulm û zor

Sûî qest û xwîna sor

Bila mirov bijîn wekhev

TUNEBIN SÎNOR

Bila tunebin zeîf û zor

Kujer û hov

Bila dunyak azadda bijîn wekhev mirov …

 

15.01.2013.

 

 

 

AXI ÇIMA?

 

Çima bi deman

Dîrok bûye kujerê

Kurd Kurdistanê

 

Çima mera hertim tê nivîsarê

Fermana komkujînê

Ji bo ku em kurdin

Tên girtin û kuştinê

Axi çima ?

Heya kengê weha?

 

Ev çi helwest û çi heste

Dijî kurda bi demane

Dunya hova radiweste

Naha jî Parîj

Bû qada merasîmê

                             şînê

Ji bo gelê Kurdistanê.

 

Sûî qest

            Komkujî hat wekilandin

Ji me qetandin sê leheng

Ên niştimanê

Bi vî rengî hewil didin

Bitemrînin jînê

                        li Kurdistanê

Bê pêşeroj bêhlin me li cîhanê.

Em pir êşîyan

Lê ser pîya rawestîyaye

Hemberî vê komkujîyê

Keç û lawên Kurdistanê

 

Bi lêdanê

             Bi girtinê

Bi sûî qesta

              Bi komkujîya

Natemre gelê kurda

Mêze bikin

Li qadada

                  Soqaqada

                        Li meşada

                           Cîhanêda

Zindî dibe

       Mezin dibe

            Zêde dibe

Bi armance

Bi daxwazên qenc

                  berbi azayê dimeşe

Gelê Kurdistanê.

Biryara me

Aşitî

     Biratî

           Wekhevî û dunyak azad.

Lê hemberî me radiwestin

Me dikin înkar

Didin fermana girtinê

                              kuştinê

                                  tunekirinê

Bi deman

Kujer û hov

Ji wan ra jî divêjin mirov .

 

 

Dîrok hertim bûye

Qatîlê kurd KURDISTANÊ

Bi qurna ji mera

Tê xwendinê

Fermana komkujîyê

Ji bo ku em kurdin

Têne kuştinê….

AXI ÇIMA……

               AXI ÇIMA…….?       

                                 

 

Lê ne em jî jîyanê

A paqij hesdikin

Em jî mirovin

Xwedan hest û evînin………

Ne hov ne jî kujerin

Mirov hes û aşitîxwezin.

 

 

16.01.2013.

BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ

bewar@inbox.ru

0

Оставить комментарий