Свяжитесь с нами

Культура

Roja biranina Fatima Isa

Опубликованный

вкл .

Du sal berê – 15-ê çile (meha yekmîn) sala 2010-an dengbêja gelêrî Fatima Îsa çû li ser dilovanya xwe. Van rojan maşoqên deng û seda wê ji olkên Kurdaye Rûsyayê, Ermenîstanê, Azirbêcanê, Qazaxstanê û herêmên mayîn têne li ser tirba Fatima Îsa, wê bîr tînin, ked û emekê wê dişêkirînin.

Derheqa Fatima Îsa da gelek hatîye nivîsar. Lê hevpeyvîna Letîfê Memmed Birûkî û gotara Prîskê Mihoyî, ku îro em raber dikin, bêgûman ji bo bînerên me wê hewaskar bin, careke din jî ev nivîsaran bala xwendevanan wê bikşînine li ser rûpêlên emirjîyîna dengbêja hêja, şûret û merîfeta wêye stranbêjîyê.

 

Rêveberîya malpera www.kurdist.ru

 

 

 

Lêgênda zêndî ya zargotina Kurda

 

Hevpeyvîn li gel dengbêja Kurde gelêrî Fatima Îsayê Elo

 

     Fatima Îsa… Lêgênda zêndî ya zargotina Kurda… Ew li bejnê de nîvçe ye. Nenihêrî temenê wêyî mezin, lê dîsa bi çalek li ser darên pîya diçe-tê. Dêmê wê çargoşe ye, beşerxweşe,  çavne reşe bedew û zêndî lêne, lê ew  melûlin. Fatime li ku jî jîye û felekê avîtîye kîjan hêlê jî, ew herdem bi cil û bergên netewî wergirtî bûye. Ji her Kurdekî bipirsin, li ku dibe bila bibe, li Kurdistanê, li walatên Sovîyêta berê, li Avropayê, li Amêrîkayê yanê jî li Avstralya dûr: «Kî ye Fatima Îsa?», bêguman wê bersiva we bidin: «Ew dengbêja gelêrî ye, xudana strana «Miho»!

     Tenê Kurd dikare rind derc bike û bizanibe, ku çawa dikare mirovek bibe dengbêja eyan bi saya her tenê stranekê, lê ew jî wê demê, gava yên mayîn bi seda kilaman dibêjin û dîsa negihîştine wê derecê û hêlanê, nav û dengê wana di nav bi mîlîonan guhdarvana de ewqas bela nabe, çawa navê vê jina Kurde sade. Lê îzbatî li ber çavane: ew dengbêja bi nav û denge, qedir û rûmeta wê pire, wê hiz dikin, êtnografên meşur, lêkolînerên zargotinê yên li cîhanê belî û dangbêjên Kurde eyan têne bal wê. Geleka cêribandîye kilama «Miho» bistrên, lê yekî usa bi hostatî û bi dilşewat negotîye, çawa Fatima Îsa dibêje. Û gelê Kurd ev strana her tenê bi deng û seda wê «pêjirand û qebûl kir». Dengbêjê Kurdî naskirî Şemdîn li ser Fatima Îsa gotîye: «Her dengbêjek xudanê dengekî bi taybete û bî wî dengî jî gerekê ew bistrê!». Û ev yeka bi rastî jî usane. Hema bi saya şureta Fatimê strana «Miho» bû milkê gelê Kurd û di nav xezna zargotina Kurdî de cîhê xweyî kivş girt. Ew ji wan bi hezara jinên Kurde, ku cewharên zargotina Kurdî ji nisletan re hîştine, ew dewlemend kirine. Di vê derecê de emekê wê pire û ew emek tu caran deya naçe!..

     Fatima Îsa îro di maleke sade de li gundekî Kûbanê (Rûsya) hêwirye. Û îro jî notla berê  pêga ber-mêvana ji mala wê nayê birînê û kêm nabe.

 

    Letîfê Memmed: Dayka Fatime, tu bi kerema xwe dikarî çend gilîya li derheqa xwe de mera bêjî?

 

Fatima Îsa: Hetanî wî çaxî, gava Stalîn dest bi sirgûnkirina gelan kir, mala  me li Erezdeyanê (Yêrasxavan) li Ermenîstanê dima.  Ez sala 1934-an ji dayka xwe bûme. Sala 1937-an, gava Kurd sirgûnî Asya Navîn kirin, malbete me nekete nava navnîşa sirgûnvanan, bextê mê anî, em wê qedê filitîn. Em li Ermenîstanê man. Paşê, berî şerê cihanê yê duda, çend malên me  vegeryane li ci-warê xwe.

     Ez hela 6 salî tune bûn, gava bavê min çû rehma Xwedê, dû sala şûnda dya min çû li ser dilovanya xwe. Mamê me Mehmedê Ûsivê Elo em anîn mala we, xwedî û terbîyet kirin.

     Ji ber wê yekê, ku navbera miletan li Qawqazyayê li hev ket, em mecbûr bûn ji Ermenîstanê derkevin û bêne Rûsyayê. Naha em li bajarokê Platnîrovskê li navçeya Korênovskê li herêma Krasnodarê dijîn. Xwedê ji  gelê Rus razî be, ku em cîh-war û sitar kirin.

 

     L.M.: Kengê te kilama xwe ya pêşin straye?

 

F.Î.: Di biçûktîya xwe de, çiqas tê bîra min, min hiz dikir bistra. Bîra min jî zor bû. Bes bû min kilameke hizkirî carekê bibhîsta û tucar bîr nekira. Min ew kilam li dewata, li civînên dengbêj û sazbendan, yanê jî li bindarûka xort û qîzan dibhîstin. Stranên min yên li radyoya Kurdî ya Rewanê di heyata min de roleke giring lîstin.  Wê demê ez hatme naskirin û gazî min kirin, ku di radyoyê de bistrêm. Min di radyoyê de penc stran qeyd kirin. Lê tenê kilama «Miho» li wana xweş hat. Naveroka strana «Miho» ya bengîtîyê ye. Ev stran, çawa hemû kilamên gelê meye evîntîyê, li ser bûyerên rast hatine sêwrandinê. Serpêhatîya vê kilamê ez ji xwesîya xwe Xatûna Mehmedê Emo pê hesyame. Carekê ewê besa kurmamê xwe Hemê kir. Hemê yekî kawî kubar bû. Rojekê mêvan têne oba Hemê û ew xwesîya min jî teglîfî wir dike.

     Gava Xatûn dikeve kon, çav çend xort û qîzên bedew dikeve. Ji xwesîya min re dibêjin, ku ew zarokên Têlya Rihanê ne. Dema ew hev re dibine nas, Xatûn li ser hûb-hizkirina dê-bavê van zarokan ya Têlya Rihanê û Miho pê dihese. Û ev hûb-hizkirin jî dibe bingeha strana «Miho». Dya wan zarokan – Têlya Rihanê husil-cemalek bû, te digot, bila ro derneyê, tenê ew derê, ewqasî bedew bû. Dengê wê jî usa xweş bû, kû dil-hinavê mirovan disot. Mirov ji  her deveran dahatin, ku dengê wê bibhên. Têlî qîza dewlemenda bû.  Gava mêvan dahatin, bavê wê konê çardestûnê vedigirt, li bin wî konîda hetanî sed mirovî dikaribûn bicivyana. Li vir carana dengbêj rastî  hev dahatin û ber didane berê hev, diketine hucetê, êvarê hetanî destê berbangê distran. Têlya Rihanê, bêguman, tevî wê gotebêj-misleta dengbêja dibû. Maşoqê Têlîyê gelek hebûn, lê dilê wê ketibû xortekî bi navê Miho. Miho caba hub-hizkirina Têlîyê nedida. Ew zewicî, qîzeke dinê xwera anî. Lê ji bo çi Miho Têlî nestend, ne belî ye. Dibek menîya vê yekê hebûye. Kê dizane, belkî dê-bavê wana  dijminê hev bûne.

     Têlya Rihanê kul û derdê xwera dike-dilûbine, kilamê davêje li ser bextê xweyî reş. Eva strana li her dilekî bengî dihangive û mîna bayê birûskê li Kurdistanê bela dibe. Têlî xweda dişewite û notla gûlekê roj bi roj diçilmise. Mirovên êlêye xweyqedir vê yekê texmîn dikin û bi qayîlya gire-giraTêlîyê dine Miho. Tê kivşê, eva serhatîya ya tik-tenê ye, li ku bengî bi kutasî dighîjine bext-mirazê xwe. Lê li beyt-serhatîyên «Mem û Zîn», «Leyl û Mecnûn», «Rûslan û Lyûdmîla», «Romêo û Cûlêta» û gelekên mayîn de   bengî naghîjne mirazê xwe.

     Bi vî teherî min serhatîya vê kilamê bihîstîye. Û ev stran li ber  dilê min de gelekî şîrine, ji ber ku di wê de zelalî û paqjayî heye. Payê kilamên Kurdîye pirê me jina sêwirandine. Lewra jî ew ji her yekî re femdarîne. Li wan strana de hub û hizkirin, eşq û şabûn, zelûlî û şewat heye. Û hisret û evîna bê hed û hesab heye berbi walatê teyî dûr û derez…

     Lema  jî em van kilama  bi hisret û dilşewat distrên, tê bêjî ew ji ruhê te derdikevin. Û bi vê yekeva jî kilamên Kurdî cuda dibin.

 

L.M.: Te çi dixwest xwendevanên me re bigota?

 

F.Î.: Bila li cîhanê aşîtî hebe, hemûya re cansaxîyê û sehet-qewatê dixwezim. Çiqasî jî jo bo me çetin û dijwar be, divê em Kurd li hev bigrin, piştovanên hev bin. Gelek tişt, ku îro em gihîştinê, saya serê Ebdullah Ocalane. Ew hêvîya gelê meye, ew notla şemdanekê li rîya gelê me ronî dike.   Hetanî naha kê dereheqa me Kurda da dizanibû? Kî li cîhanê dengê me Kurda bilind kir? Gelo qe yekî got, ku îdî bese li vî miletî bikenin û dem hatîye, ku heqê vî miletî bidnê? Ne axir, em Kurd jî mina gelên mayîn dixwezin aza û serbest bijîn. Serok Apo cara yekemîn ev pirs danî, hêvî kire dilê gel. Hema xût bi saya Serok û  Komela civakên Kurdistanê ye, ku iro têlêvîzyon û radyoya me heye, kovar û rojname derdikevin, çanda me pêşve diçe. Em bona axirya Serok ber xwe dikevin û em bawerin, ku ewê zûtirekê ji wî derê teng derkeve. Gûmana me mala Xwedê ye, ewê dengê me bibhê. Ez bawerim, ku axirîya gelê mê wê xêr be. Ez ji paşeroja gelê me bawer dikim. Silavên xwe Serok Apo û gêrîlayên li serê çîya  re dişînim. Ez bi stranên xwe ve bi wan re me û bi gelê me re me…

 

Bi rusi (на русском языке):

http://www.kurdist.ru/index.php?option=com_content&task=view&id=15

 

Letîfê Memmed Brûkî,

xudanê malpera www.kurdist.ru,

8-ê sibatê sala 2008-an.

 

 

 

 

Dengbêja gelêrî Fatima Îsa

Prîskê Mihoyî,

endamê Fêdêrasîyona rojnamevanên navnetewî

 

     Navê Fatima Îsa ne ku tenê li her Kurdekî Sovîyêta berê re nase, lê usa jî li seranser Kurdistanê belî û hizkirî ye. Eva nava îdî weke 50 salane, ku bi herfên zêrîn di dîroka stranbêjîya Kurdî ya gelêrî de hatîye nivîsarê. Tiştekî gelekî balkêş û ecêbe, wekî Fatima Îsa bi saya her tenê straneke xwe ya bi navê «Miho» kete rêza dengbêjên Kurde meşûr û di wê cêrgê de cihê xweyî layîq girt.

     Di dîroka hunermendîya cîhanê de minakên usa kêm hene, gava hunermendek bi saya efrandineke xwe ji hêla civakê ve yekcar tê qebulkirin û pêjirandin: çi wênekêş be yanê jî nivêskar, çi hozan be yanê jî stranbêj.

     Dengê Fatima Îsa dengekî zîze, wek gel dibêje, notila zengile, minanî dengê li ber zanga bang dide û bela dibe. Sura dengê  Fatimê ne belîye, kes nizne mena tesîra dengê wê li çida ne. Lê tiştek ber çavane: gava ew kilama «Miho» distrê, tê bêjî sizî li mirov de diçin, mirov demekê xwe bîr dike, dikeve  nava mitala û dêrî dibe. Lewra jî strana «Miho» ji bîra guhdarvanan tu caran naçe. Bese carekê wê kilamê bibhêyî û ew herdem li bîra te de bimîne.

 

     Kî ye Fatima Îsa, ku wê di 30-salîya xwe de navê dengbêja gelêrî û lêgênda zargotina kurdî qazanc kirye?

 

    Fatima Îsa sala 1934-an li Ermenistanê li gundê Erezdeyanê, ku dikeve li navçeya Vêdîyê, li mala Îsayê Ûsivê Elo de hatîye dinê. Îsa bi xwe ji qebîla Qerka bû. Ev qebîla dikeve nava êla Birûka.

    Navê gûndê  wan li Ermenîstanê îro gûhastine û kirine Yêrasxavan, navê navçeyê jî danîne Ararat. Ew gûnd weke 50 kîlomêtran ji dûrî Yêrêvanê ye, berbi başûr-rojhlatê dikeve.

     Zarotîya Fatima Îsa  wek her kurdekî Sovîyêta berê li salên 30-î  di telî-tengasîyê de derbaz dibe. Sala 1937-an, ku di dirokê de  belîye wek sala têrora Stalîn, gelek netewên Qawqazyayê, di wê jimarê de jî pareke Kurdên musulman ji cî-warên wan derdixin û sirgûnî Asya Navîn û Qazaxstanê dikin. Kurdên muslaman li Ermenîstanê bêtir li nêzîkî sînorê Kurdistana Bakûr diman. Mena sirgûnkirina wana jî ew bû, ku xwedê giravî pevgirêdanên Kurdên Sovîyêtê yên xewle bi Kurdên li wî alî hudûd re hene. Bextê malbeta Fatimê tîne, dest nadne neferên wana û cîşihitî nakin.

    Fatime 6 salî bû, gava bavê wê Îsayê Ûsivê Elo diçe li ser dilovanîya xwe. Ji mirina bavê du sal jî derbaz nabin, gava dayka wê Başa Lelo diçe rehma Xwedê. Mehmedê Ûsivê Elo, ku apê Fatimê bû,  wê û xûşka wê Gurçekê tîne mala xwe, xwedî û mezin dike.

     Malbeta Fatima Îsa sala 1943-an di dema şerê cîhanê yê duda de ji gundê xwe Erezdeyanê bar dikin û têne gundê Hemzelûyê (naha Marmaraşên), ku dikeve li navçeya Masîsê. Çend sal derbaz dibin, Fatime diçe li mal-mêra. Ewê Hemzê Sincê Bava re dixwezin. Hemze ji êla Celalîya bû. Ev êla jî di dorhêla çîyayê Agiryê (Araratê), li deşta Araratê, li rex çemê Erez diman. Bi gotina Îdirîsê Ûsiv, ku xwarzîyê Hemzê Sinco ye, xwesîya Fatime yanê jinxala wî – Xatûna Mehmed  weke qîza xwe ji Fatimê hiz dikir.  Û Fatima Îsa jî herdem bi hizkirin behsa vê kulafeta ocaxzade dikir, digot, ku ew  gelekî  wêra heyf û baş bûye.

     Sed heyf, xwedê zarok nadane Fatimê. Mirovên Hemzê Sinco dixwezin wî re jineke din bînin, lê ew qayîl ne dibû, digot, wekî tu jinê nayne li  ser Fatimê û li ser wêra tû dilî nahebîne. Ji ber ku Fatime geklekî bedew bû. Pêra jî merîfet û zane bû. Lewra jî kulfetên usa ra gotine Xatûna Kurmancî. Yanê him bedew bûne, him jî kemal û aqil bûne, rabûn-rûniştina xwe de jî giran û edil bûne, dûrdîtî bûne û her tenê ji bo paşeroja malbetê fikirîne.

     Salek-dûdû derbaz dibin, Fatime bi xwe îznê dide mêrê xwe, wekî jineke din yanê hêwîyê bîne li ser wê…

     Ji Hemzê Sinco û kulfeta wî ya duda 6 zarok dinê dikevin: 2 kur û 4 qiz. Navê lawekî wî Torine, navê yê din–Resûl. Ewledên Hemzê Sinco ji dya xwe helal zêdetir Fatimê hiz dikirin, ji ber ku ewê ew xwedî û mezin kiribûn. Tê bêjî ew ne dêmarîya wana bû, lê ji bo wan bibû wek dayka helal.

 

            Em naha werin li ser şureta Fatima Îsa ya dengbêjîyê.

 

      Mêla Fatimê hela di biçûktîyê de berbi stranan hebû. Zarokên gund hercar diçûne bindarûkê, govend digirtin û distran. Fatime ne tenê zîrek bû, lê denegekî xweş û şîrin lê bû. Ew bi dengê xwe yê zîz û zelal ji teva cuda dibû. Bîra wê jî gelekî baş bû. Herdem, gava di gund de dewatek dibû, Fatime di nava koma qîz-bûka de bû. Wana li odeke başqe distran û direqisîn. Ew gula govenda bû. Stranên xweye pêşin Fatime li şaya, li civînên xort û qîzan hîn û fêr bûye.

     Çawa me da kivşê, gava Fatime diçe mal-mêra, malbeta wan hela li gûndê Hemzelûyê bû. Ew hata sala 1959-an li vir dimînin. Dû re bi malêva tene gundê nêzîk yê bi navê Nêcirlûya Jêrîn, ku dîsa dikeve li navçeya Masîsê. Ew gund weke 15 kîlomêtra dûrî Yêrêvanê ye.

     Li vî gûndî Mehmedê Silo Babayêv (rehma Xwdê lêbe, dû heftê berê çû li ser dilovanîya xwe) serokê malahabûna  gund bû. Wan salan nav û dengê vê malhebûnê û xebata Mehmedê Silo li Ermenîstanê bela bûbû.

     Li gundê Nêcirlûya Jêrin de gelek malê Kurda diman. Rojekê berpirsyarê radyoya Kurdî ya Yêrêvanê Xelîlê Çaçan Mûradov tê mêvanê Mehmedê Silo. Bi gotina Îdirîsê Ûsiv, ew bahara sala 1964-an bû. Wê demê jî Xelîlê Çaçan di mala Mehmedê Silo de cara pêşin derheqa Fatimê û dengê  wê de pê dihese. Xelîlê Çaçan hema wî çaxî jî Fatimê teglîfî radyoyê dike. Wan salan di radyoyê de îdî stranên Sûsîka Simo û Belga Qado, paşê jî dengê Zadîna Şekir, Tukaza Xemo û yên din hebûn. Gava Fatima Îsa tê radyoyê û distrê, dengê wê teva xweş tê, xazma xebatkarên Radyoyê bi strana wê ya «Miho» ve heyr û hijmekar dimînin. Û şêwra radyoyê ya sazbendîyê biryar dike dengê Fatima Îsa qeyd bikin. Wê demê 5 stranên Fatima Îsa têne nivîsarê. Ew jî evin: «Miho», «Êrê dînê», «Şêro, dîno, Lewendo» (ev strana bi navê «Li ser rîya bajêr» jî belî ye),  «Lo, lo, gede» û «Her deme, deme». Gerekê bi heqî bê gotinê, wekî gava van kilaman li ser qeytanê dinvîsin, sazbendê xweyşûret û xweyê merîfeta mezin Xelîlê Evdile bi hostatî bilûrê dixe û dem-miqamê strana digre.

     Fatima Îsa gelek stranên mayîn jî dizanibû. Lê, sed yazix, îdî neçû li radyoya Rewanê nestra, kilamên xwe yên nuh qeyd nekir. Wek me anî li ser zar, îro di dengxana radyoya Yêrêvanê de her  tenê ev pênc stranên Fatimê yên jorîn hene.  Em bawerin, wekî pisporên zargotina Kurdî dengê wê dîsa nivîsîne. Stranên Fatimêye dinê belkî li bal zaneyên stranbêjîya gelêrî, xwezma li bal Cemîla Celîl û Nûra Cewarî jî hebin.

     Nivîskar naskirî Tosinê Reşît bîr tîne: «…Payîza sala 1968-an ez û Nûra Cewarî ji bo nivîsara stranên Fatma Îsa çûne navçeya Masîsê, gundê Nêcirlûya Jêrîn. Ji ber ku em ne bawer bûn, ka Fatma Îsa wê ji mer re bistirê, yanê na, em çûne mêvanîya Mehmedê Silo Babayêv. Kurdperwarekî dilsoz û jêhatî bû, seranser Kurdê Yekîtîya Sovîyêt Mehmedê Silo nas dikirin û rûmeta wî digrtin. Me dizanibû, wekî ji bo xatrê Mehmedê Silo be jî, Fatmê ji me re bistirê.

     Mala têr û tijî, mala ber-mêvanan, qedrekî baş ji me re kirîn û heta me nanê xwe xwar, Fatme bi xwîşka xwe ve hatin. Bejn û bala wê, xeml û xêza Kurdî, bedewîya jineke bê qusûr; seva yên usan gotine xatûna kurmancî. Di peyvandin û tevgera xwe de jî gelek maqûl bû. Van gişkan bi hev re usan hev dikir, wekî te jê şerm dikir. Mirov ji kesên usan şerm dike…

     Û ji me re stra, stranek, du, sê, çar… û te texmîn dikir, wekî nikare nestrê, stran beşekî jîyana wê ne. Di peyvandinê de gelekî şermoke bû, lê bi merdane distira. Qey bêjî stran bûbû teherê jîyana wê.

     Paşê wê û xwîşka xwe stranên govendê gotin: wê digot, xwîşkê jî lê vedigerand…

     Fatma Îsa strana “Miho” kire ya klasîk û bi xwe jî bi wê stranê bû klasîk…».

     Van dawîyan mirovên Fatima Îsa me re gotin, ku li bal ewledên Fatimê çend kilamên wê yên ne belî hene, ew stran li ser qeytanê di van salên  dawî de hatine nivîsarê…

     Naveroka strana «Miho» sade û zelale, li ser evîna paqij hatîye sêwirandin. Di kilamê de keçik hizkirina xwe ya berbi Miho tîne li ser ziman. Eva strana û naveroka wê Fatima Îsa ji xwesya xwe – Xatûna Mehmedê Emo bihîstîye. Xatûn ji qebîla qizilbaşa bû, ji êla Celalîya. Çima gotine Qizilbaş? Kolozê mêrên vê qebîla Kurda bi şer-şmaqîyên sor pêçayî bûne.

      Malbavanên Xatûnê ji hêla Mekuyê bûn. Li vê herêmê keçeke gelekî bedew hebûye, navê wê Têlî bûye. Ji wê re digotin Têlya Rihanê, ji ber ku di biçûktîyê de herdem rex dya xwe bûye û terka wê nekirye. Dê jî li kuda çûye, Têlî xwera gerandîye. Têlî ne ku tenê pir bedew bûye, lê usa jî dengê wê gelekî xweş bûye. Bavê wê serokeşîr bûye. Gava mêvan yanê jî dengêjên deverên mayîn dihatin bal wan, ewî bi taybetî konê çardestûnê bona wana vedigirt, ku Têlî ji wan re strana bêje. Usa dibe carekê Têlî di miclîsê de xortekî bi navê Miho  dibîne. Û wek dibêjin, ew dilekî na bi hezar dilî wî dihebîne. Miho jî yekî pir bedew bûye. Lê ew ji mala feqîra bûye. Belkî ev yeka bûye menî, ku ew bê dilê xwe dizewce û qîzeke maleke hinkufî mala xwe bi xwera tîne.

     Têlî derd û kulê xwera dibêje û dilûbine, stranê davêje li ser bextê xweyî reş, pesnê evîna xwe û Mihoyê hizkiryê xwe dide. Têlî gelekî di xwe de dişewite, roj bi roj minanî gulekê diçilmise,  reng û bedewîya wê dixeyîre.  Der-cînar, gire-girê eşîrê vê yekê texmîn dikin, ber xwe nadin û diçine bal bavê Têlîyê, hewil didin, ku mirzê wana bighînin hev. Usa jî dibe…

     Belê, di dîroka destanên Kurdî yên li ser evînê de strana «Miho» yek jî wan kêm serpêhatîya ye, li ku evîndar di dawîyê de li bext-mirazên xwe şa dibin. Belkî ev jî menake dine, ku di nav gel de ew hatîye hizkirin, yanê bûye strana gelêrî. Her bengîk vê stranê dizane. Lê tiştekî izbatî ye, eger ew kilam Fatima Îsa nestra, belkî di nav gel de ewqas baş nehata qebûlkirinê û bela nebûya. Bêguman, deng û seda Fatima Îsa di wî warî de rola mezin dilîze.

     Her denbêjek akila wî ya taybet heye. Gelek dengbêja stranên hev gotine, lê ne hemû dengbêjin, ku dikarin strana «Miho» usa xweş, bi dil û can bistrên, çawa Fatima Îsa. Ew hosta qedandina wê stranê ya yekemîne, li ser wê derecê hela tu kesî nestraye. Mirov dikare cûlet bêje, ku strana «Miho» bi dengê Fatima Îsa ya degmeye, tu deng li ser wî dengîra tune. Lewra jî bi vê kilamê ew hate naskirinê wek dengbêja gelêrî. Û ev stran jî  li herçar goşên Kurdistanê bela bû.

     Pêwîste em wê jî bêjin, wekî sê derhênarên (sênarîst) sînêmayê yên li cîhanê naskirî strana “Miho” di fîlmên xwe de bi kar anîne: Ylmez Guney li fîlma “Kerî” (sala 1978-an), Sêrgêy Parancanov li filma “Rengê hinarê” (sala 1968-an) û Frûnzê Dovlatyan li fîlma «Hisret» (eva filma sala 1990-î li ser romanoka dost û xêrxwezê gelê me, berpirsyarîkî rojnama «Rya teze» yê yekemîn Hraçya Koçar ya bi navê «Hisret» hatîye kişandin). Strana «Miho» di alboma dengbêjên Kurde jin de jî derketîye.

     Tosinê Reşît di nivîsareke xwe de dîsa bîr tîne: «Sala 2005-an li Hewlêrê ez amadeyî çilrojîya mirina şayîrekî Kurd bûm. “Kurdistan TV”  ji bo wê bûyarê programek amade kiribû û ew program di meresîma çilrojîyê de nîşan kirin. Program bi strana “Miho” dest pê bû. Gava min dengê Fatma Îsa bihîst, dinîya li min serobinî hev bû, dilê min tijî bû, kela min rabû… Min tirê min xerîbekî xwe yê bi sala undakirî dîtye…Çi stran, çi deng, çi hostatî!..».

     5-ê îlonê sala 2011-an di derbarê bernama «Dengên Axê» de li ser têlêvîzyona Kurd1 derheqa Fatima Îsa de sehetekê axaftin bû. Bername pispor û zaneyên zargotina Kurda Mehmûd Edullah û Zeyneb Xan bi alîkarîya xûdanê van xetan amede kiribûn. Li ser Fatimê dûr û dirêj hate gotin, keda wê di warê parastina nimûnên stranbêjîya gelêrê de bilind hate qîmetkirin. Her pênc stranên wê hatne dayîn. Bername di wê heftê de dû caran hate wekilandin.

     Di dawîya salên 80-î û destpêka salên 90-î de rewşa aborî, sîyasî û civakî ya herêmên Qawqazyayê xirab bû. Sed mixabin, di navbera netewan de jî dilsarî pêşda hat. Lema jî gelek Kurdên musalman û êzdî ji Ermenîstanê û Gûrgistanê derketin, çûne Rûsyayê, Ukrayînayê, Qazxstanê û welatên Avropayê. Malbeta Fatima Îsa jî tevî mirovên xwe yên ji êla Birûka û Celalîya sala 1989-an koçber bûn, çûne Rûsyayê, li herêma Krasnodarê di navçeya Korênovskê li bajarokê Platnîrovskê hêwirîn (ew bajarekî biçuke, 17 hezar nifusa wî bajarî ye, 50 kîlomêtran li dûrî bajarê Krasnodarê, li ser rîya Krasnodar-Rostovê ye, berbi bakûr-rojhilat dikeve. Îro di vî bajrokî de weke 200 malên Kurda hene, nezikî 1000 kesî). Fatima Îsa di maleke sade de li tevî neferên xwe dima. Li vir jî çûyîn-hatina ber-mêvana ji mala wê xalî nedibû.

     Em bir nekin bêjin, wekî birak û xûşkeke Fatimê jî hene. Lê ew ji dêne, ne ji bavêne. Navê birê wê Fadile, navê xûşka wê ya din Bacxanime. Fadil bi malêva li Platnîrovskê dimine, li ku Fatima Îsa di van salên dawîyê de jîyana xwe dom dikir. Lê Bacxanim naha li bajarê Alma-Atayê li Qazaxstanê dijî.

     Fatima Îsa 15-ê çile (meha yekmîn) sala 2010-an ji ber nexweşîya dil di 76 salîya xwe de çû li ser dilovanya xwe. Tirba wê li vêderê, li nav mexberê Kurda hatîye çêkirin û heykelê wê li ser tirbê hatîye danîn.

     Bila rehma Xwedlê li dengbêja gelêrî Fatima Îsa be!..

 

 

www.kurdist.ru

 

 

 

 

 

Культура

ПАШАЕ АФО: «НЕ СМОТРИ НА МЕНЯ ТАК!..»

Опубликованный

вкл .

Автор:

(Его памяти)

Не смотри на меня так, не смотри на меня так,
Без дыма, без дыма — сердце моё горит!..

Три года назад, почти в эти же сентябрьские дни, тысячи поклонников народного певца Пашае Афо услышали эти строки его песни — но на этот раз не так, как обычно. В тот день они звучали с особой грустью и состраданием.

К тому времени он уже несколько месяцев тяжело болел. Сердце этого певца, автора песен и обладателя тонкого, мягкого голоса горело — без дыма, без конца…

В начале сентября 2023 года мне позвонил мой друг Хачое Коте и сообщил, что Пашае Афо очень тяжело болен: у него онкологическое заболевание. Он отгородился от всех — от друзей, родственников, от окружающего мира. Отключил телефон и ни на чьи звонки не отвечал.

У меня были два его номера телефона. Я звонил ему, набирал снова и снова, но, увы, ответа не было. И тогда я погрузился в тяжёлые раздумья: «Эх, коварная судьба!..»

Да, этот мир не является чьей-либо собственностью, и жизнь человеческая не вечна. Но болезнь приходит внезапно, не выбирая людей, не зная ни границ, ни времени года…

И вот 22 сентября пришла печальная весть: по милости Божией Пашае Афо скончался.

С грустным и тоскливым сердцем, с глубокими и тревожными мыслями я мысленно вернулся в середину 1970-х годов, когда песни Пашае звучали в эфире нашего ереванского радио.

Царство ему Небесное! Халиле Чачан Мурадов в своё время пригласил Пашае Афо и записал несколько его песен, которые до сих пор хранятся в золотом фонде радио: «Wisa nenêr tû li min», «Ax, nazikê, nazdarê», «Ez werdeka gola şînim», «Giryê saz».

В последние годы Пашае Афо сочинял песни на стихи Аскяре Боика, Хачое Каро и автора этих строк и публиковал их в социальных сетях.

Он был очень добрым человеком и хорошим другом. Мы часто созванивались. Паша говорил, что по музыкальному стилю, особенно по характеру аранжировок, его творчество близко к пению Араме Тикрана. И в этом действительно была своя истина: Арам играл на сазе, а Паша пел.

Однажды он позвонил мне, и мы долго разговаривали о народном фольклоре, музыке и песнях. В конце нашей беседы он спел мне одну историческую песню.

Паша также сочинял песни на собственные стихи. Он знал множество хороводных песен. В минуты радости он пел, пел и танцевал на свадьбах, радуя людей своим мягким и проникновенным голосом.

Пашае Афо родился 11 сентября 1956 года в селе Кибихтапа Талинского района Армении. После окончания школы два года служил в Красной Армии. После военной службы получил высшее образование в Ярославском педагогическом университете в России. В течение многих лет преподавал русский язык в соседнем селе Сорик. Долгое время был главой своей родной деревни.

После распада Советского Союза Паша вместе с семьёй уехал в Россию и поселился в Ярославле. В этом городе проживает большая езидская община.

Именно в Ярославле, 22 сентября 2023 года, после непродолжительной болезни Пашае Афо ушёл из жизни.

В течение трёх дней перед его домом было многолюдно: поклонники, друзья, земляки и знакомые приходили проститься с любимым певцом.

Пашае Афо был похоронен на Ездском кладбище Ярославской области.

Сегодня ему исполнилось бы 70 лет.

И сегодня, в день рождения Пашае Афо, в наших ушах вновь звучат строки его песни. Но теперь они звучат иначе — с глубоким волнением, светлой грустью и чувством благодарности за его жизнь, его творчество и память, которую он оставил после себя.

Не смотри на меня так, не смотри на меня так,
Без дыма, без дыма — сердце моё горит!..

Приск Мгои
Россия, Ижевск, 11 сентября 2026 года

Продолжить Чтение

Культура

PAŞAYÊ EFO: WISA NENÊR TU LI MIN!..(Bona roja bûyîna wî)

Опубликованный

вкл .

Автор:

Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min,
Bê dû, bê dû dişewite dilkê min!..

Sê sal berê hema vê mehê ev xetên strana Paşayê Efo guhê bi hezeran maşoqên stranbêjîya gelêrî da kirine zingîn, lê ne mîna hercar. Wê carê bi xemgînî û dilkovanî…
Ew çend meh bûn, ku agir dilkê vî dengbêjê xudanê dengê zîz û nazik ketibû, bê du, bê dû dişewitî…
Destpêka îlonê sala 2023-a hevalê min – Xaçoyê Qero min ra têlê xist û got, wekî Paşa gelekî bethale û têla xwe jî vêsandye, berê xwe ji her kesî – ji heval-hogiran, ji bira-pismaman, dost û xêrxwezan, lo ji cîhanê guhastye.
Du hejmarên têlên wî li bal min hebûn: min jî têlê xist, lê, mixabin… bersiv tune bû. Û wê demê ez ketme nava tefekûryê û mitalan: «Hey, Felek, mala te bişewite!..». Hemîn, dinya milkê bavê kesekî nîne, lê nexweşî mixenete: xet û sînoran, cihal û ahalan, çax û mecalan, dem û dewranê napirse.
Û 22-ê îlonê caba nebxêrîyê min ra hat, wekî Paşayê Efo çûye ber dilovanîya Xwedê…
Bi dilê xemgîn û kovan, bi mitalên kûr û betreng, bi hesîna kela genctîyê ez çûme nîveka salên 1970-î, gava kilamên Paşa bi radyoya meye Rewanê didan. Rema Xwedê Xelîlê Çaçan Mûradov be. Ewî wê hênê gazî Paşa kir û çend stranên wî qeyd kir û heya niha jî ew di dengxana radyoya me da têne parastinê: «Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min», «Ax nazikê nazdarê», «Ez werdeka gola şînim», «Giryê saz».
Van çend salên dawî Paşayê Efo helbestên Eskerê Boyîk, Xaçoyê Qero û xudanê van xetan jî kiribû kilam û di tora civakî da weşandibû. Hevalekî gelek berbihêr û qenc bû. Herdem me hevra têlê dixist. Digot, wekî awaz û akla wî mîna ya Aramê Tîkrane. Rastî jî usane: Aram saz dixe û ew jî distrê.
Carekê minra dîsa têlê xist û got, gelo mal-bendên kilaman, gava diwekilin, wê ra çi dibêjin. Min gotê: bendveger, bendwekil, dubend… Şa bû, pê têlê straneke mêranîyê min ra got…
Paşa helbest jî dinvîsî û dikire kilam. Ewî gelek kilamên govendan jî dizanibû. Wextê şayan dikete govendê, hewas-hewas dilîst û bi dengê xweyî nerm û zîz distra û govend digerand…
Paşayê Efo 11-ê îlonê sala 1956-a li gundê Qibixtepe (Navçeya Talînê, li Ermenîstanê) ji dayîkê bûye. Piştî dibistana navîn ew du salan di cêrgên Ordya Sor da qulix dike. Paşî eskerîyê ew xwendina bilind li Zankoya bajarê Yaroslavlê (Rûsya) ya amedekirina dersdaran dest tîne û li gundê cînar – Sorîkê salên dirêj dersên zimanê rûsî dida. Dû ra demeke dirêj bû serokê gundê kal-bavên xwe. Piştî hilweşbûna Sovîyêtê ew bi malbetî çû Rûsyayê û li bajarê Yaroslavlê hêwirî.
Olkeke meye mezin li vê qeza Yaroslavê heye. Û hema li vî bajarî 22-ê îlona sala 2023-a piştî nexweşîya demkin ew çû ber dilovanya Xwedê. Sê rojan hewarî-gazî li ber derê koçika Paşayê Efo kêm nedibûn… Maytê wî di nava mexberê êzîdîyên vê qezayê da sipartine ax-berên sar.
… Û îro jî, roja bûyîna Paşayê Efo, dîsa ev xetên strana wî li guhê me da hema dikine zingîn. Lê vê carê bi histerata kûr, bi şêkirdarîya berbî bîranîna wîye heta-hetayê…

Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min,
Bê dû, bê dû dişewite dilkê min!..

Prîskê Mihoyî,
Rûsya, Îjêvsk, 11.09.2026.

Продолжить Чтение

Популярные публикации