Свяжитесь с нами

Статьи

Lekoliner u Nivisevana Kurd NURA CEWARI

Опубликованный

вкл .

     Ez ji malbeta Cewariya me, keça Hecîyê Cindî Cewarî û Zeyneva Îvo. Cewariya çara me. Tora mala Cewariya da xên ji pêsekzanên basqe-basqe, usa jî yên ku kurdzanî û kurdeyatiyê va mijûl divin pêsda hatine, wek neferê mala me, mala Mirazê Ûzo Cewarî /Cafarov/.

 

     Hatime dinê sala 1941'ê li paytexta Armêniya liYêrêvanê. Xwendin û nivîsar, dinênaskirin min li dibistana ser nave H. Hakobyan da dest pê kiriye.

 

     Mala me da bavê min, dayka min û ji pênc xûskan dudu, bi çande û folklora kurdî va mijûl bûne. Tesîra bavê min li ser neferê malê gele hebû. Bavê min temamiya emrê xwe pêskêsî folklora gelê xwe kir. Sev û roj, bi piranî li mal da kar dikir. Mêvanê me jî her dem hebûn. Gele cînar, pismam, heval, xwendkarên kurd, nas û nenas bêtirî ji gunda bi problêmên xwe va dihatin, diçûn. Bavê min ew mecal jî kar danî, ji wana nimûnên folklorî dinivîsîn, ji bo çapê hazir dikir. Dayka min jî, ku salên 1930'yî çawa spîkêra Radîoya Yêrêvanê ya kurdî û mamosta zimanê kurmancî kar kiriye, tevî karên malê pê ra digîhand korêktorî li pirtûkên bavê min bike. Ha, ez û xûskên xwe me çavê xwe vekir û dît, ku du merî, bavê min û dayka min hema di nava karê xwe da nin û ewana ji me ra bûne nimûneyên bas. Dê û bavê min usa jî guhdariya mezin didane xwandina me. Her problêmên me zanibûn, mamoste û hevalên me nas dikirin. Me ji pêsekên bas xwe ra jibartin, di xwandinê da pêsketî bûn û bûne pêsekzanên bas.

     Xûska me ya mezin – Frîce Cewarî doktora Doktoriyê ya zanîstiyê bû. Wextekî dirêj li Înstîtûta Rêwabirina Doktora da çawa lektor û nexwasxanên Yêrêvanê ya zaroka da çawa konsûltanta nexwasiyên zaroka ya dil kar kirîye. Ewê emrê xwe kir, sala 1993'a çû rehma Xwedê.

      Navê xwuska min a dudya Frîde ye. Frîde niha ser arsiva bavê min kar dike. Frîde Cewarî heta î sal meha nîsanê li dibistanê da mamosta matêmatîkayê bûye. Tevî bavê min pirtûkên dersên zimanê kurdî hazir kirîye. Pirtûkek “Kar û jîyan” pêskêsî bîranîna bavê min çap kirîye. Niha jî li ser arsîva bavê min kar dike, destnivîsarên wî yê pirtûkên folklorî bi sire hazir dike, çap dike.

     Zîna Cewarî wextekî dirêj çawa înjînyêra kîmyayê kar kirîye.

     Naza Cewarî li dibistaneke Yêrêvanê û van salên pasîn li Unîvêrsîtêta Biryanskê /Russîya/ çawa matêmatîk kar kiriye.

     Ez sazbendzan [(folklornas)s-] im, kar û berhemên min betirî li ser sazbendiya kurdên Armeniyayê ne. Ji sala 1960 'î hetanî niha çiqa mecal û qeweta min hebûye, min ne hêvisandîye ji bo karê xwe.

     Naskirina sazbendiya kurdî ji biçûktayê tê. Merîfeta dê û bavê mine sazbendiyê hebû. Wana hiz dikir ji bo xatirê mêvana bi tevayî bistirên. Hine stranên wan min li berevokên xwe da çap kiriye. Pê ra jî her havîn, dema navbiriya dibistana, ji bo hêsabûnê em bi malê va diçûne gundên merivê bavê min ên ber pala çiyayê Elegezê – Pampa Kurda, Elegezê li ku cara yekemîn min dengê def û zurnê bihîstin, dengbêjên bas dîtin.

     Tevî dibistana sere min usa jî dibistana sazbendiyê para piyanoyê da xwandiye. Pey ra sala 1956'a ez li kollêca ser nave R. Mêlîkyane sazbendiyê da dîsa para piyanoyê da hatime qebûlkirinê.

 

     Pirtûka min a pêsin “Kilamêd Cimeta Kurdaye Govendê” sala 1960'î çap bû ji aliyê nesîreta dewletê “Haypêthrat”-da. Di berevokê da 33 stranên govendê ne têkst û notên sazbendiyê va. Jî bo malbeta me ew sabûneke pir mezin bû.

 

KURDISH SONGS

by Nure Jauari.

Publisher: Publishing House of the State Academy of Sciences of Armenia, Yerevan, ARMENIA.1983. Mintage: 1,000 pcs. ONLY. Hard Cover, Pages: 235 pp.

 

     Pistî kollêcê ra, sala 1960'î ez li Konsêrvatorya Yêrêvanêye ser nave Komîtase para piyanoyê da hatime qebûlkirinê. Pistî sê salên xandinê ra min fakûltêta xwe guhast, derbazî para têoriya sazbendiyê bûm, kîjan ji bo xwandinê him hê çetinbû, him jî hewaskar bû. Mamostê min ê qedirbilind prof. Robêrt Atayan, prof. Gêorgî Bûdagyan û dosênt Mêrî Magakyan bi dilovanî û xemxurya xwe va guhdarya mezin didane min. Sala 1966'a min Konsêrvatoriya bi têzen li ser sazbendiya kurdî bi rûspîtî temam kir. Serokê mine pêsekzaniyê sazbendzanê eyan R. Atayan bû.

     Sala 1967'a li Înstîtûta Hunermendiyê ya Akadêmiya Armêniyayê ya Zaniyariyê da wek aspîrant hatime qebûlkirinê. Li wê Înstîtûtê sala 1971'ê min têzên xwe “Hunermendiya stranên kurdîye geleriyê” xwey kirin û dereca kandîdata Hunermendzaniyê stend /Ji sîstêma xwendina Rûssîayê ya der ew derece tê hesavê dereca Doktoryê/. Ji sala 1971'ê hetanî 1993'a li wê Înstîtutê da wek lêkolînêr kar kiriye. Karkirina min li wê Înstîtûtê da tevî pêsekzanên bas, di nava heval û hogirên qenc ji min ra tistekî ziyaretî bû. Înstîtût ji mi ra bibû mala duduya. Xêrxwazya hevalê min gele alîkarî û pêsdaçûyina min kiriye.

     Sala 1976'a bûme endema Yekîtiya Kompozîtorên Sovyetiyê û pê ra jî ya Armêniyayê.

     Di wan salên xwendin û karkirinê da çend pirtûkên min û gotarên min ên zanyariyê bi zimanê ermenî, rûsî, kurdî li Yêrêvanê, Lênîngradê /niha Sankt Pêtêrbûrg/ çap bûne.

     Di karê mine profesyonal da malxweyê mala min, nivîskar Tosinê Resît gele arîkarî daye min. Me bi tevayî gele stran û awazên folklorî berhev kirine û niha dengxana [(studyo)-s] me ya bas heye. Pê ra jî têkstên folklorî ji qeytana têypê dinvîsîn û eger lazim dibû tercimeyî zimanê ermenî dikir.

     Tevî karê mine hîmlî min pê ra digîhand usa jî gotarên popûlar ji bo rojnema Riya Teze û Radiyoya kurdî binvîsim.

     Xên jî karên professional min karên nêzîkî pêseka xwe jî kirine.

     Pistî kutakirina Konsêrvatoriyayê salekê, li dibistana ser nave T. Çûxadjyan da wek mamosta têoriya sazbendiyê kar kirîye.

     Sala 1965'a hetanî 67'a li Radîoya Yêrêvanê ye para kurdî da wek berpirsiyara para sazbendiyê kar kirîye. Ew kar ji bo min mecaleke pir bas bû ji bo nêzîkî va naskirina folklora me ya sazbendiyê. Bîra min tê min programên hewaskar ji bo Radiyoyê çêdikir, dihatime malê em program li ser kasêtên têypê dinivîsîn û dest bi nivîsar û lêkolînên têkst û awazên wan dikir. Hingê min Konsêrvatorya hê kuta ne kiribû û ew nivîsarên min ji min ra bûne hîm ji bo têzên dîplomiyê û kandîdatiyê.

     Çend berhemên min ên sazbendiyê henin, ew veçêkirinên [(pop)-s] folklorî ne ku min ji bo piyanoyê li Konsêrvatoriyayê nivîsîbûn. Ewana ketine di Fonda Radîoyê û carna têne belavkirinê.

    Wexta li Radyoyê min karê xwe dest pê kir, îdî fonda sazbendiyê bas bi saya Xelîl Mûradov û Casimê Celîl berev bibû û îdi kêm dengbêj û sazbend dihatin ji bo dengnivîsara. Wan sala Aramê Tîgran nû hatibû Armêniyayê, bes ew, Seyadê Semedîn, Sûsîka Simo, Karapêtê Xaço dihatin.Carekê jî Mehmedê Mûsa hat û çend stranên wî me nivîsin. Hingê min sikirbûna xwe Xwedê hanî ku nava kurda da merivê xwey kûltûra bilind – xeverdan û rabûn-rûnistina bilind hene. Ew bi maqûliya xwe va gele basqe dibû.

     Sala 1987'a hetanî 90'î tevî Tosinê Resît me koma stûdêntên kurda ya stran û reqasê [govendê-s] li rex Înstîtûta Yêrêvanêye Pêdagogyê saz kir. Koma me çend xelat girtin. Em li Yêrêvanê, paytexta Gurcistanê Tibîlîsiyê çend cara bi konsêrta va pêsda hatine.

    Sala 1990'î heta 1992'ya min usa jî cêriband bivime lêktora sazbendiya kurdî li Unîvêrsîtêta sexsî ya ser nave Davît Anhaxte para kurdî da.

     Min usa jî sala 1997-99'a li dibistana Vîktoriyayê ya zimana da li Mêlbûrne /Australîa/ wek mamosta zimanê kurdî kar kirîye.

     Ji karên basqe-basqe min karê xwe yê profesyonal – sazbendzaniyê hiz kiriye û heta niha jî li ser hunermendî û hostatiya gelê me ecêv dimînim. Bêguman femdariya min, ku em bi sazbendiya xwe va tu gelî kemtir nîn in û gotî em bikaribin milkê gelê xwe biparêzin, xwey kin, gele alî min kiriye, ji min ra bûye armanc.

     Parastina çand û bi teybetî sazbendiya kurdî pirseke pir girîng e. Me ji bêxemiya xwe gele tist wunda kirine, berev ne kirine, ne nivîsîne. Bi texmîna min fêmdariya parastinê bi xwandinê ra girêdayî ye. Eger merî bi xwe ni kare bi wî suxlî va mijûl bibe, gotî qena di xwandinê da alî zarokê xwe bike. Heta niha Folklora me em xwey kirine, bi ruhê xwe va qewat û sihetê daye me. Niha îdî wext e ku em folklorê ji bo xwe û zarokên xwe xwey kin, biparêzin, emrê wê dirêj kin, ku kurdeyetî di nav me da ne temire.

     Me her du zarokên xwe bi ruhê kurdeyetiyê va mezin kir. Keça me ye mezin Zozan Ozmanîan Konsêrvatoriya Yêrêvanê bi dîploma sor va kuta kir. Têzên xwe ye diplomiyê li ser Destanên Kurdî nivîsî. Ew têz, usa jî gele dengnivîsarên nimûnên sazbendya kurdî çap bûne. Keça me ya duduya Aza Ozmaniyan fakûltêta Dîrok û Siyasetê ya Unîvêrsîtêta La Trobê /Australiya/ bi diploma dereca pêsin va kuta kir. Xelata bas girt û têzên xwe ye mastêrî li ser pirsa kurda di nava pêwendiyên sîyaseta hemdinyayê da li Ûnîvêrsîtêta Melbûrnê da nivîsîn û bi qîmetên bilind xandina xwe temam kir.

    Sala 1988'a pey erdhêja Armêniyayê, sera orta Armeniyayê û Adirbêjanê ji bo erdê Qerebaxê û hilwesandina dewleta Sovêtiyê ra halê Armêniyayê ye êkonomî û sîyasî gele çetin bû. Pê ra jî xêrnexwazî miqabilî gelên Armeniyayê yê biçûk çêbû. Hingê her kes dixwast ji Armêniyayê derkeve, de em jî gihîstin heylo Australiyayê.

     Wexta em nû hatibûn Australiyayê /sala 1993/ me xwe li Kurdistanê texmîn dikir, em di nava civaka kurdên hemû parên Kurdistanê de bûn. Hinekî firqiya dîalêkta hebû, carina me hevdu fehm ne dikir, niha îdî bas e, em hînî hev bûn. Usa jî bi zimanê înglîzî va em hêdî-hêdî dikevine di nava civaka Australiya piraniya wan ku înglîz in. Emir me ra hêdî-hêdî hêsatir û hewaskar dive.

 

Nûra Cewarî

2005

 

 

Berhem, Xwandin û Karên Nûra Cewarî


 

-Monografya-

 

1. Kirdakan Jogovrdakan Ergarvêsti, (Hûnermendya Stranên Kurdîye Gelerîye), Înstîtûta Hunermendye ya Akadêmîa Armenîayêye Zanîaryê, Yêrêvan, Wesana Akadêmîayê, 1976 (bi zimanê ermenî).

 

Berevokên folklora sazbendiyê

 

1. Kilamê Cimeta Kurdaye Govendê, Yêrêvan, wasana dewlete “Haypethrat”, 1960 (33 nimûn).

2. Kilamê cimeta kurdaye govendê 2, Yêrêvan, “Haypêthrat”, 1964 (56 nimûn).

3. Sê berevokên Yekrê; Yekrê 1, Yekrê 2, Yekrê 3, (tevî Besîr Botanî), wesanên sexsî, Stokholm, 1981 (11nimûn), Ûpsala, 1982 (9 nimûn), û Vêstêros,1983 (6nimûn).

4. Stran û Miqamên Cimeta Kurda, di almanaxa “Bihara Teze 2” ya nivîskarên kurdaye Armenîayê, Yêrevan, Haypêthrat, 1983 /43 nimûn/.

5. Stranêd Kurdaye Cimetyê, Înstîtûta Hunermendyê ya Akademiya Armeniyayêye zanyarye, Yêrevan, Wesana Akadêmîayê, 1983 (137 nimûn).

6. Folklora Mara Çend Nimûney, hazirkiriye Malmisanîj bi hevkarya N. Cewarî û Z. Ozmanîan, Stokholm, Wesana “Jîna Nû”, 1991 (6 nimûn).

 7. Du berevokên Mûzîk, Dans û serqîyên Kurdî, hazirkirîye M. Bayrak bi hevkarya N. Cewarî û Z. Ozmanîan, Anqere, Wesana “Ozge”, 2002 (113 nimûn).

 

Gotarên zanyariyê bijare

 

1. ‘Komitasi Yêv Krdakan Yêrajstûtyûni’, (Komîtas û Sazbendya Kurdî), kovara Patmabanasîrakan Handês, (Kovara dîrok û edebyetzanyê) ya Akadêmîa Armênîayêye Zanîaryê, Yêrevan,1965, Hejmar 4 (bi zimanê ermenî).

 

2. ‘Krdakan Yêrajstûtyûni Hayastanûm’, (Sazbendya Kurdî li Armenîayê), kovara Sovyêtakan Arvêst, (Hûnermendya Sovyêtyê) ya dewletê, Yêrêvan, 1970, Hejmar 6 (bi zimanê ermenî).

 

3. ‘Kûrd Jogovirdî Yêrajstakan Kênsagi’, (Deba Kurdaye Sazbendyê), li berevoka Stranî î Narodî Blîjnêgo î Srêdnêgo Vostoka, (Welat û Gelên Rojhilata Nêzîk û Orte) ya 7-ada, Înstîtûta Rojhilatzanyê ya Akadêmiya Armeniyayêye zanîaryê, Yêrêvan, 1975 (bi zmanê ermenî).

 

4. ‘Narodnaya Mûzîka Kûrdov Armênîî v Svyazî so Srednêvêkovîm Monodîçêskîm Îskûsstvom’, (Sazbendya Kurdên Armênîayê Girêdayî Hunermendya Monodîke Sedsalyên Navînra), li berevoka Narodnaya Pêsnya. Problêmî Îzûçênîya, (Stranên Geleryê. Problêmên Lêgerînê) ya Înstîtûta Têatr, Muzîk û Sînêma ya dewlêtê, Lênîngrad, (niha Sankt Pêtêrbûrg), 1983 (bi zimanê rûssî).

 

5. ‘Napêvî Kûrdskoy Svadbî’, (Awazên Dewata Kurdî), li kovara Lrabêr, (Bes) ya Akadêmîa Armênîayêye Zanîaryê, Yêrêvan, 1985, Hejmar 2 (bi zimanê russî).

 

6. ‘Kûrdskaya Mûzîkalnaya Folklorîstîka î Yêvo Problêmî’, (Folklorîstîka Sazbendya Kurdî û Problêmên Wê), li berevoka Stranî î narodî blîjnêgo î srednêgo vostoka, (Welat û gelên Rojhilata Nêzîk û Orte) ya 13-da, Instîtûta Rojhilatzanyê ya Akadêmîa Armenîayêye zanîaryê Yêrêvan, 1985 (bi zimanê rûssi).

 

7. ‘Krdakan Yêrajstûtyûni Hay Mtavorakannêrî Gnahatmamb’, (Sazbendya Kurdî bi Nirxandina Rosinbîrên Ermenî), li kovara Sovêtakan Arvêst, (Hunermendya Sovêtyê), Yêrêvan, 1987, hejmar 2 (bi zmanê ermenî).

 

8. ‘Krdakan Jogovirdakan Parayîn Kêrtvaskî Yêrgêrî Rîtmakan Tarbêrakûmnêrî û Drans Harabêrûtyûnnêrî Masîn’, (Derheqa saxên Rîtmên Stranên Kurdî Yên bi Stîla Reqasê û Pêwendyên Wanda), li kovara Lrabêr, (Bes) ya Akadêmîa Armênîayêye Zanîaryê, Yêrêvan, 1991, Hejmar 3 (bi zimanê ermenî).

 

9. ‘Dengnivîsarên Sazbendya Kurdî’, (derheqa dengnivîsarên Kr. Kûsnaryove mêxanîkyêda), kovara Nûdem, Stokholm, 1992, Hejmar 3 (bi zmanê kurdî).

 

10. ‘Pirsên Dîrok û Têorîya Sazbendya Kurdî’, rojnema Hêvî ,Istanbûl, hejmar 69,70, 1998 (bi zmanê kurdî).

 

11. ‘Pêwendyên Kurda û Ermenya Yên Sazbendyê’, zincîra gotaran 1-5 kovara Roja nû, Stokholm, hejmar 98, 102, 104, 105-106, 107-108, 1998-2000, û 6,7 kovara Tîroj Istanbûl, hejmar 8, 10, 2004 (bi zmanê kurdî).

 

12. ‘Stranên Êzîdîyên Ermenistanê yên arxaîk û sedsalyên navîn’, kovara Tîroj, Îstanbûl, hejmar 11, 2004 û hejmar 12, 2005 /bi zmanê kurdî/.

 

13. ‘Derheqa tîpolojîya serecemên têkst û awazan û pêwandîyên wan di stranên govendan de’, kovara Tîroj, Îstanbûl, hejmar 14, 2005 /bi zmanê kurdî/.Ji s. 1973-1987 li ser pirsên sazbendya kurdîye teoryê, besdarî li gelek komfêrans û sêmînarên zanîaryê bûme. Têzîsên gotaran ji alyê Instîtûta Hunermendyê ya Akadêmîa Armênîayêye zanyaryê û Yekîtya kompozîtorên Armênîayêda çap bûne /bi zmanê ermenî û rûssî/.

 

Pêra jî gele gotarên popûlyar bi radîoya Yêrêvanêye kurdî û li rojnema “Rya Teze”da belav bûne.

 

Xwendin û kar

 

— Sala1941-ê li bajarê Yêrêvanê ji dîya xwe bûme.

— 1948-56 li dibistana navîn ser nave H. Hakobyane ermenîda xwendîye.

— 1956-60 li collêca ser nave R. Mêlîkyane sazbendîyêda xwendîye.

— 1960-66 li Konsêrvatorya Yêrêvanê ser navê Komîtasda xwendîye.

— 1967-1970 li Aspîrantûra Instîtûta Hunermendyê ya Akadêmîa Armênîayêye zanyaryêda xwendîye.

— 1971 têzê xwe bi sernivîsa “Hunermendya stranên kurdîye geleryê” li Instîtûta Hunermendyê ya Akadêmîa Armênîayêye zanyaryêda xwey kirîye û dereca Kandîdata Hunermedzanye stendîye.

 — 1965-67 li para Radîoya Yêrevanê ya kurdî da çawa berpirsyara para sazbendyê kar kirîye.

— 1966-67 li dibistana ser nave T. Çûxacyane sazbendyê da çawa mamosta têorîya mûzîkê kar kirîye.

— 1971-93 li Instîtûta Hunermendyê ya Akadêmîa Armênîaêye zanîaryêda çawa lêkolînêr û ji sala 1977-a çawa lêkolînêra sere kar kirîye.

— 1900-92 li Ûnîvêrsîtêta ser navê D. Anhaxte sexsîda çawa lêktora sazbendya kurdî kar kirîye.

— 1996-98 li dibistana Viktorîayêye zmanan da /Australîa/ çawa mamosta zmanê kurdî kar kirîye.

— Ji 1976 Bûme endema Yekîtya kompozîtorên Sovêtyê û pêra jî ya Armenîayê.

-Bume endema Sêwra Radîoya Yêrevanêye kurdî ya Hunermendyê.

— Bûme endema Instîtûta Kurdî ya Parîzê.

— 1987-90 tevî Tosinê Resît li rex Instîtûta Yêrêvanêye Pêdagogyêye dewletê bûme seroka koma xwendkarên kurdaye stran û reqasê ye Êtnografyê bi navê “Zozan”.

 

FERHENGOK

 

dengxane : studyo

sazbendzanî : folklornasî

veçêkirin : populîzekirin

 

 

Têbînî/ Serinc/ Jêrenot: Ev nivîsar li ser pirsa Bavê Barzan'î ji hêla hêja Nûra Cewarî ve ji Govara SERBESTÎ'yê re hatiye sandin. Em pir supasiya Sitî Nûra Cewarî dikin, ku wê derbareyê jiyan û xebata xwe ya kurdewer de em agahdar kirin.

 

 

http://www.saradistribution.com/nuracewari.htm

 

Статьи

День народного единства: гармония в многообразии

Опубликованный

вкл .

Автор:

4 ноября в Российской Федерации отмечается День народного единства, который символизирует важную черту нашего общества — способность объединяться в трудные периоды. Истоки этого праздника восходят к 1612 году, когда народное ополчение под предводительством Кузьмы Минина и князя Дмитрия Пожарского освободило Москву от иноземных захватчиков. В ту эпоху представители различных социальных слоёв, национальностей и конфессий временно отложили свои разногласия ради спасения Отечества. Этот пример подлинного гражданского единства послужил основой для учреждения данного праздника.
Сегодня эта идея сохраняет свою актуальность. Россия представляет собой многонациональное государство с богатой культурной традицией, где на протяжении веков сосуществуют десятки народов, каждый из которых обладает уникальными традициями, языком и обычаями. Сила нашего государства заключается не в единообразии, а в способности сохранять культурное своеобразие каждого этноса и одновременно осознавать общую ответственность за будущее страны. Единство в нашем понимании представляет собой уважение к различиям и готовность к совместной работе на благо всех граждан.
Для веб-ресурса, посвящённого курдской культуре и истории, данная дата имеет особое значение. Она подчёркивает важность межэтнического диалога и бережного отношения к культурному наследию. Каждый этнос вносит свой вклад в общую историческую и культурную ткань страны, что делает российское общество более разнообразным и устойчивым.
В День народного единства по всей стране проводятся разнообразные культурные мероприятия: фестивали, выставки, лекции, концерты и благотворительные акции. Эти события наглядно демонстрируют, что единство — это не абстрактное понятие, а практическая реальность, когда представители различных национальностей совместно сохраняют память о прошлом, оказывают взаимопомощь и создают новое.
День народного единства служит напоминанием о том, что общие исторические корни и ценности способны преодолеть любые разногласия. Подвиги наших предков должны вдохновлять на благие деяния, а взаимное уважение и поддержка должны стать прочным фундаментом нашего общества.

Поздравление от редколлегии сайта www.kurdist.ru

Уважаемые читатели!

От имени редколлегии веб-ресурса www.kurdist.ru позвольте выразить вам искренние поздравления с Днём народного единства!
Этот праздник напоминает нам о том, что наша сила заключается в умении слушать друг друга, уважать различия и действовать сообща. Пусть в каждом доме царят мир, согласие и чувство единства, а сопричастность к судьбе страны вдохновляет на созидание и добрые дела.
Желаем вам здоровья, благополучия и уверенности в будущем. Пусть единство и взаимопомощь помогают преодолевать любые трудности и строить общество, где ценятся традиции, культура и достоинство каждого народа.

С праздником!

Главный редактор сайта www.kurdist.ru
Бруки Л.М.

Продолжить Чтение

Культура

ЖАРКОЕ ЛЕТО ПАРИЖА

Опубликованный

вкл .

Автор:

Аза Авдали, публицист

В силу многих обстоятельств, очень непростых, давно не была в Париже. И вот в июле я наконец-то приехала в город, который очень люблю. Люблю по многим и важным для меня причинам. Да, было очень и очень жарко в Париже, впрочем, как и во всей Франции и во всей Европе. А в некоторые дни температура просто зашкаливала, доходило до 40 градусов. Для города, особенно для такого как Париж, это, поверьте, многовато. При том, что в городе много парков — больших и маленьких, есть Булонский лес, Венсенский, но, к сожалению, большинство парижских улиц не обрамлены деревьями, как в Москве, например. Это, конечно же, усиливало невыносимость жары. Однако, тому есть веская причина: это старейший европейский город с очень длинной и невероятно захватывающей историей, а парижские улицы, которые в большинстве своем довольно узкие, ну, не считая Елисейских полей и многочисленных красивых бульваров, а потому там нет, совсем нет места даже для самых низкорослых деревьев или хоть каких-то кустарников. Ну, а Париж — такой величественный и прекрасный как всегда, да, именно как всегда, радовал глаз своей абсолютно гениальной, фантастической архитектурой, несомненным парижским шиком, который уже привычно называют давно ставшим клише выражением — «праздник, который всегда с тобой», а душу многих продолжает ласкать и возвышать той самой чарующей атмосферой, которая есть особенность, отметина и шарм этого великого города.
Почему я решилась на написание этой статьи? Попытаюсь объяснить… Да, кто-то скажет или подумает, что такая статья — совсем не формат для курдского сайта. И в каком-то смысле это правда. И тем не менее… Общеизвестно, что Париж всегда был многолюден, но сейчас он уж очень, ну очень перенасыщен людьми. Это настоящий Вавилон: много разных народов, народностей, этносов, рас, культур, традиций, образов жизни, систем ценностей. Что меня всегда поражало в этом городе? Ну, во-первых, весь этот разношерстный Вавилон говорит или хотя бы неплохо понимает по-французски. И это очень, очень круто. Да, не все, далеко не все, изъясняются на высоком французском, что, конечно же, вовсе и не обязательно, но говорят и понимают буквально все. А это чрезвычайно важно, потому что способствует далеко не хрупкому единению и несомненной общности. Эта проблема давно уже решается и поддерживается на государственном уровне. Но я тревожусь и задумываюсь вот по какому поводу: сможет ли и захочет ли этот такой радикально разношерстный Вавилон сохранить то, что есть величие и уникальность французской культуры, характера, тонкого французского юмора и изящной сатиры, особенностей французского духа, изящного и изысканного, такого отличного, не присущего иным культурам и традициям, а также иным духовностям таких высоких и значимых ценностей как восприятие и понимание красоты, свободы, в том числе и свободы личности и самовыражения? Не знаю, не уверенна. И что тогда? Нет ответа… Вернее, он есть, но, как мне, увы, представляется, он драматичный. А с другой стороны, давайте вспомним и признаем, что такие значимые и высокие понятия как Свобода, Равенство и Братство — есть суть и смысл именно французского духа, этого великого народа. Во всяком случае, это ведь Франция возвела столь высокую идею на главный пъедестал нации и держится этого важнейшего ориентира неукоснительно.
Полагаю, всем будет интересно узнать, что число курдов, как мусульман так и езидов, живущих в Париже и в его многочисленных пригородах, превышает сто тысяч. А по всей стране число живущих там курдов превышает уже двести сорок тысяч. И прибыли все эти люди во Францию из-за очень драматических и даже трагических причин. Вы знаете, вы все, конечно, знаете все кровавые страницы нашей курдской истории, все гнусные попытки уничтожить курдов, переписать и перечеркнуть значимость, роль и достижения нашего древнейшего народа, попытки многих присвоить наше искусство, многие главы нашей истории и культурных достижений. Курды помнят все, каждая страница их непростой истории навсегда в их нестираемой памяти. О чем хотелось бы напомнить и поведать всенепременно? О том, что во Франции с очень большой симпатией и несомненным уважением относятся к народу курдскому. И это факт очевидный и непреложный. Франция была первой страной, где открылся Курдский институт культуры. Курдская молодежь из всего Большого Курдистана уже многие десятилетия привлекается для участия в важнейшей программе государства и получает статус стипендиата французского правительства.
И коротко вот о чем хотела бы напомнить: впервые курдские рабочие-иммигранты из Турции прибыли во Францию во второй половине 1960 годов. А уже в 70-х годах и позже во Францию бежали тысячи политических беженцев из всего Большого Курдистана, расчлененного еще в начале 20 века между Турцией, Ираном, и на скорую руку слепленных Ираком и Сирией. Очередная драма и трагедия нашего несломленного народа. И сегодня во Франции проживает одна из самых крупных курдских диаспор Европы.
Несколько слов хотелось бы сказать о бывшем мэре Парижа мадам Анн Идальго…
В 2019 году Анн Идальго посетила Иракский Курдистан и в рамках этого визита она встретилась с губернатором Эрбиля Навзадом Хади. Стороны обсудили двустороннее франко-курдское сотрудничество и подписали ряд документов. И, кстати, это был ее не первый визит в Курдистан. Еще в 2014 году она посетила Эрбиль с бывшим президентом Франции Франсуа Оландом.
2014 год… Пришествие ИГИЛ в Курдистан. Время, когда буквально весь мир повернулся лицом к курдам, понимая, что в создавшихся обстоятельствах только курдам под силу сломить ИГИЛ. Собственно, что и произошло. И с тех самых пор гуманитарные организации Франции оказывают курдам всестороннюю поддержку. И огромная заслуга в этом принадлежит Анн Идальго. И курды Европы чрезвычайно политически активны. Но не забывая о своих курдских корнях, о своей исторической родине, они направляют весь свой интеллектуальный и гражданский потенциал на благо той страны, которая протянула им руку. Напомню, что в 2014 году во Франции и других и других европейских странах сотни тысяч курдов прошли маршем протеста против очень тесного сотрудничества Турции и ИГИЛ.
А в 2015 году был очень впечатляющий марш в Париже против турецких авиаударов Башура — Иракского Курдистана. Ни одна попытка кого-бы то ни было против курдов не проходит без ответной реакции курдов. Думаю, все помнят тот протест курдов 24 декабря 2022 года накануне Рождества, когда многие тысячи людей вышли на площадь Республики в Париже, чтобы выразить свое негодование против трех курдов убитых одним психом-расистом в 10 округе Парижа. А президент Франции Эммануэль Макрон назвал стрельбу в Париже гнусной атакой против курдов. И завершая эту статью, хотела бы вспомнить некоторые имена курдов, ставших известными за пределами Курдистана, во Франции: великий курдский поэт и исполнитель Ахмед Кайа, талантливая и известная французско-британская актриса кино Амира Казар, гениальный режиссер Йылмаз Гюней, бессменный директор Курдского института культуры Кендал Незан, Хинер Салим — талантливый кинорежиссер. Конечно, их гораздо больше, людей, прославивших свой курдский народ и страну, в которой они состоялись как личности.

Продолжить Чтение

Популярные публикации