Курдские племена,кланы,роды.
Esireta Celalian

Hejarê Şamîl
Eşîreta kurdana celalîyan ji berêda bi asêbûna xweva têne naskirinê. Weke xwezayî di belgeyên wan hêzên ku Kurdistan kirine mêtîngeh, celalîyên xwedî gîyana asê û hezkarê azadîya xwe, mînanî “eşîra wehşî” û rêbiran hatinê nîşandan.
Di belgeyên sedsala 19 û 20an da tê dîyarkirin ku celalî li ser sînorê Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê bicih bûne. Di vê herêmê da çi serhildanên ku qewimîne di wan da rola sereke leyistine. Ev eşîr bi rengekî hêzdar beşdarî serhildana Agirî (1927-29) bûye. Broyê Heskê Têlîyê ku mêrxasê netewî ye û serkokê serhildana Agirîyê ye, navê wî yê rast Îbrahîm Axa ye. Ew ji eşîra celalîyan ji bavikê Hesso Sorî ye. Dîsa Kor Hûsên Paşa jî ku bi rengekî nakokdar tevdigere, ji bo parastina eşîra xwe li ba tirkan cih digire û paşê jî li hember dewletê serî radike. Ew ji eşîra celalîyan bûye serokê milê heyderan.<!—[if !supportFootnotes]—>[1]<!—[endif]—>
Navê celalîyan di dîrokê da bi Koroxlî jî tê naskirinê. Koroxlî (Rewşenê Elo) ku gelên Rojhilata navîn û Qafqasê ew weke qehremanên xwe yên neteweyî qebûl dikin û anîne halê efsaneyê, di sedsala 16an da jîyaye û weke di gelek belgeyan da îsbat dibe ji eşîra kurdan a celalîyan derketîye. Dîroknasê ermenî Arakel Davrijentsî (Tebrîzî) di derheqê Koroxlî û lîdêrên din ên ku tevlî serhildanê bûne da, ji bo dîrokê gelek notên girîng nivîsîne. Davrijentsî di pirtûka xwe ya “Pirtûka dîrokê” da di derheqê serhildana celalîyanda wiha nivîsandîye:
“…Tavul bi 12 hezar kesan di sala 1048 (1599)an da serîhildan destpêkir.
Birayê Tavul me navê wî safî nekir.
Mehmed paşa bi 20 hezar kesan.
Man oxlî.
Canpolat oxlî Elî paşa.
Birayê wî ku me navê wî safî nekiriye.
Koroxlî (ê mijara gotinê di halê hazir da Koroxlî ye, ku ji hêla hozanên gel va stranên wî têne gotinê).
Gizîr oxlî Mustefa beg (Koroxlî vî hevalê xwe di gelek stranên xwe da bi bîr anîye).
Mustefa begekî din.
Garagaş.
Delî Nesib.
Ele Sixmaz.
Tanri Tanimaz (…)
Ew hemû celalîne û serê xwe li hember qiral neditewandine. Jîyaneke wan a di cih da tunebû û welat dişewitandin.”<!—[if !supportFootnotes]—>[2]<!—[endif]—>
Di rûpelên dîtir da dîroknasê ermenî neteweyetîya celalîyan û Koroxlî safîtir dinivîsîne:
“1039 (1590) Kurd (Koroxlî — H.Ş.), ji Erzînkayê (Ezirgan) hat û serî rakir. Di sala 1040 (1591)an da Kizîroxlîyê celalî, ku bi eslê xwe kurde, hate girtin.<!—[if !supportFootnotes]—>[3]<!—[endif]—>
Hatina dawî ya celalîyan nav axên împaratorîya Rûsiya ya kevin, di salên 20î da dest pê kirîye. Berîya wê jî tê zanîn ku di bajarên weke Gubatlî û Zengilan da, ku ev dikevin Kurdistana Qafqasê, bi taybet li Kurdistana Sor mensûbên eşîra celalîyan dijîyan. Weke mînak, nivîskarê gel ê Azerbaycanê ku navê wî Celal Bergûşat e û nivîskarê romanên “Babek” û “Qaçax Nevî”yê e, li bajarê Gubatlî bûye û mezin bûye. Bi xwe celalî bûye û bi serbilindî qala koka eslê xwe kiriye.
<!—[endif]—>
<!—[if !supportFootnotes]—>[1]<!—[endif]—> Hesen Hişyar. Dîtin û bîranînên min, Beyrut 1993, rûpel 446-456. kurdî. M. Kalman “Berxwedana Agirî 1926-1930”. weşanên Pêrî r. 25, bi tirkî.
<!—[if !supportFootnotes]—>[2]<!—[endif]—> Arakel Davrijêtsî “Pirtûka Dîrokê”. Moskova, 1973 “Naûka” y.e., r. 94-95. Bi Rûsî.
<!—[if !supportFootnotes]—>[3]<!—[endif]—> B.n.d. r., 486
Курдские племена,кланы,роды.
Ж.С. Мусаэлян. Некоторые данные для характеристики курдов мангур и мамаш.
Байз «Ага», вождь клана «Шам» в курдском племени «Мангур», и его люди.
Эта фотография была сделана Александром Иясом 11 августа 1913 года в Тиркеше.

Ковровая картина-портрет Арианы Ханум, курдской дворянки, вероятно, мангурского происхождения, в традиционной одежде из Мукрияни
Курдские племена,кланы,роды.
Ж.С. Мусаэлян. Из истории курдского племени сенджаби(конец XVI — начало ХХ в.)
-
Новости6 лет назадТемур Джавоян продолжает приятно удивлять своих поклонников (Видео)
-
Страницы истории12 лет назадО личности Дария I Великого и Оронта в курдской истории
-
История13 лет назадДуховные истоки курдской истории: АРДИНИ-МУСАСИР-РАВАНДУЗ
-
История14 лет назадКурдское государственное образования на территории Урарту: Страна Шура Митра
-
История15 лет назадДинастия Сасаниды и курды
-
Интервью6 лет назадНациональная музыка для нашего народа — одна из приоритетных ценностей…
-
Культура6 лет назадТемур Джавоян со своим новым клипом «CÎnar canê («Дорогой сосед»)»
-
Археология16 лет назадКурдистан — колыбель цивилизации. Хамукар.

Вы должны войти в систему, чтобы оставить комментарий Вход