Опубликовано: 06.02.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

                                                    S I P A S Î

 

     5-ê sibata îsalin çil roj ji wê rojê derbaz bûn, gava Mehmedê Silo Babayêv konê xwe ji nava kona bar kir û çû li ser dilovanîya xwe. Hetanî naha jî hewarî-gazî tên û serxweşîyê didine bira-pismamên rehmetî.  

      Ewledên Mehmedê Silo ji navê malbeta xwe bi rîya malpera www.kurdist.ru sipasîya xweye bê hed û hesab didine wan hemû kesan, yên ku rojên heznî li rex wan sekinîbûn, dilbînî didane ber dilê wan, bi gotin û kirnên  xweye qenc şîna wana sivik dikirin.  Ew dibêjin: «Bila serê gelê Kurd xweşbe! Bila lêpirsyar xweşbin! Bila ew xêreke pir bibne malên xwe!».

 

www.kurdist.ru

 

 

Оставить комментарий