Новости
NAMA VEKIRI
NAMA VEKIRÎ JI BO
SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ MESÛD BARZANÎ,
SEROKWEZÎRÊ HERÊMA KURDISTANÊ NÊÇÎRVAN BARZANÎ,
SEROKÊ PARLAMÊNTA HERÊMA KURDISTANÊ YUSIF MIHEMED
Rewşa civaka êzîdîyan ya îroyîne sîyasî, aborî û olî me mecbûr dike bi vê namê berbirî cenabê We bibin û hinek dîtin û nihêrînên xwe li ser pirsgirêkên êzîdîyan û êzîdîyatîyê We agahdar bikin.
Berî her tiştî, em sipasîya xwe didine Seroketî, Hukumet û Parlamênta Herêma Kurdistanê ji bo wê xemxûrîyê û dilovanîyê, ku ew di hindava civakeke Kurdistanêye kevnar ya êzîdîyan de dîhar dikin û pirsgirêkên wane rojane bi qasî derfet û mecalên xwe çareser û rasterê dikin.
Em gelekî kêfxweşin, wekî hinek cejnên êzîdîyaye olî û civakî îro kirine yên netewî, êzîdî jî, çiqwas jî kêm, lê dîsa jî di dezgehên Herêmê de hêdî-hêdî cîyê xwe digrin. Di dibistanan de dersên ola êzîdîyan bi fermî têne dayîn, projêya nûjenkirina Lalişa Nûranî di rojevê de ne û bi pêş ve diçe. Bingeha Lalişê bi şaxên xwe ve bûye navenda zanyarî-rewşenbîrî û di pirsên lêkolîna ol, kevneşopî û dîroka êzîdîyan de karên hêja dikin. Rola wê bingehê di karê pêşvebirina civaka êzîdîyan de jî berbiçave.
Lê pêşîya civakên êzîdîyan hê jî gelek pirsgirêkên mezin hene: di nav van 30-40 salên dawî de ji ber zordestîyên hêzên hundur, rewşa sîyasîye aloz, ya deverên êzîdî lê dijîn, usan jî ji ber dijwarîyên aborî gelek êzîdî mecbûr bûn koçber bibin û ew koçberî hê jî berdewame. Gor malûmatîyên rêxistinên navnetewî, ji kurdan yên herî zêde koçber dibin, îro êzdîne. Dutîretîya ku çi ji derva ve, çi ji hundur ve dikin nav civakên êzdîyan, wan civakan bê hêz dike û perçebûna wan hêsa dike.
Belê, Seroketî û Hukumata Herêma Kurdistanê ji bo civakên êzîdîyan pir tişt kirine, lê gor rewşa wan civakaye îroyîn, dîsa jî hindike.
Bi bawerîya me ji bo pak kirina rewaşa civakên êzîdîya gerek çend gavên giring bêne avêtin:
1. Berî her tiştî, daxaz û hîvîdarîya me ewe, ku Herêma Kurdistanê bi serokatîya cenabê We hemû mecalên sîyasî, aborî, civakî, olî, çekdarî û dîplomasî bi kar bînin ji bo ku koçberîya êzîdîyan bê rawestandin. Valabûna Şengal û Şêxanê wê bibe dawîya êzdîyatîyê. Ji bo pêşî li vê koçberîyê bê girtin, dibêt rewşa aramî û aborî bê baş kirin. Ji bo parastina van deveran, wê baş bibe jimara pêşmergeyên ji wan deveran dîsa zêde bikin, kadroyên serbazî ji nav êzîdîyan bijbêrin û di akadêmîyayên leşkerî de amade bikin.
Tiştekî veşartinê nîne, wekî radeya bêkarîyê li deverên êzîdîyan, bi taybetî li Şengalê gelek bilinde. Li deverên Kurdistanêye mayîn jî gelek caran kar nadine êzîdîyan. Ji ber vê jî tenê bi sazkirina cîyên kar li deverên êzîdîyan pirsa bêkarîyê dikare bê safîkirinê.
2. Dibê di Destûra dewleta Îraqê û Destûra Herêma Kurdistanê de mafê kurdên êzîdî bi qanûnî bêne parastinê. Taybetîyên devera Şengalê îro rê didin, wekî li wir rêfêrêndûm bê derbas kirin û Şengal bibe xwedîya Otonomîya xwe (wek Qirîmê). Dûarojê jî wê Otonomyayê bigihînine Herêma Kurdistane. Bê guman, ev pirseke gelekî dijware, lê divêt gavên yekemîn di vî warî de bêne avêtin.
3. Damezirandina têlêvîzyonekê ji bo êzîdîyên seranser cihanê, ku bibe dengê êzîdîyan gişkî, civakên êzîdîyan ji propoganda yekalî rizgar bike, îro gelekî pêwîste. Ew têlêvîzîyon wê usan jî bikaribe rastîya ol, dîrok û kevneşopîyên kurdên êzîdî bigihîne tevaya gelê kurd, wê cih ji bo wan nêrînên şaş û xeter nehêle, ku heta niha jî ji bo kes û komên cihê-cihê dibin bingeha dijminaya civakên êzîdîyan. Ew têlêvîzîyonê bibe mertaleke xweparastinê ne tenê seva êzîdîyên Başûrê Kurdistanê, lê usan jî seva êzîdîyên seranser cihanê. Wê ew bawerîya, wekî kurdên êzîdî bêxwedî nînin, li bal hemû êzîdîyên cihanê xurt bike.
4. Civakên êzîdîyan, ku îro li cihanê belav bûne, rû bi rû li ber gelek pirsgirêkan sekinîne. Îro rêberên zane û pêşverû ji bo wan civakan pêwîstin. Ji bo amade kirina kadroyên zane, xwedîyên bîr û bawerîyen zanîstî, divêt li Herêma Kurdistanê College serbixwe, yan jî li Zanîngehekê beşa êzîdînasîyê bê vekirin.
5. Divêt li Parlamênta Herêma Kurdistanê de kvot ji bo êzîdîyan jî hebin. Belê, êzîdî kurdin, kurdên êzîdîne û ev cihêtîya olî hê jî di nava civaka kurdan de roleke mezin dilîze.
Wê gelekî baş be, eger di nava çarçoveya Hukumeta Kurdistanê de komîtêya li ser kar û barên êzîdîyan û êzîdîyatîyê bê damezirandinê û vekirinê. Tunebûna kvota û komîtêya usa, mixabin, dilê êzîdîyên cîhanê li ser Herêma Kurdistanê sar dike.
Bi rêdazrî u silavên gelemperî:
1. Wezîrê Eşo, nivîskar (Bêlçîka),
2. Emerîkê Serdar, nivîskar (Ermenîstan),
3. Eskerê Boyîk, nivîskar (Almanya),
4. Tosinê Reşîd, nivîskar, lêkolîner (Awstralya),
5. Prîskê Mihoyî, rojnamevanê Komara Ûdmûrtyayê yê emekdar (Rûsya),
6. Têmûrê Xelî, rojnamevan (Swêd),
7. Yûra Nabîyêv, serokê komela hevkarîya tevî gelê Kurdistanê (Moskow),
8. Keremê Anqosî, lêkolîner, karmendê civakêyî naskirî (Gurcistan),
9. Feyzoyê Egît, doktor-profêsor, akadêmîk (Rûsya),
10. Tîtalê Kerem, berpirsyarê îro yê rojnama «Rya teze» (Ermenîstan).
Новости
Молодой представитель курдской диаспоры вновь завоевал первое место на престижном конкурсе МИД РФ
25 августа в Доме приемов МИД прошла церемония награждения конкурса «Архитектура дипломатии». Всего на конкурс поступило более 300 работ от участников из Российской Федерации, а также ряда зарубежных стран: Австрийской Республики, Республики Беларусь, Грузии, Республики Замбия, Королевства Нидерландов, Республики Казахстан, Республики Молдова, Республики Никарагуа, Республики Узбекистан, Сирийской Арабской Республики, Соединённых Штатов Америки.
На церемонии выступила Директор Департамента информации и печати, официальный представитель МИД России Мария Захарова. Она вручила двум лауреатам специальные награды в номинации «Выбор МИД России» с памятными подарками из российского фарфора с изображением здания МИД на Смоленской площади.

Один из лауреатов — наш курдский архитектор-реставратор, Норик Мусоян, который 4 года подряд занимает 1 место в этом конкурсе. Также в этом году он окончил ВУЗ с отличием и поступил в магистратуру.
Новости
Курдский врач изобрел новый метод нейротерапии
Доктор Рони Бахаэдин Маи вместе с двумя своими сотрудниками изобрел новый метод нейротерапии, предотвращающий тяжелую инвалидность у детей с дефицитом декабоксилазы.
Награду доктору Маи вручила зампредседателя правительства РФ Татьяна Голикова.
Разработанный ими метод помогает обездвиженным детям, которых кормят только через желудочный зонд. Согласно изобретенному методу, лекарства и препараты доставляются в мозг ребенка визуально на экране. Метод медленно достигает цели со скоростью 0,18 мл в час, или 3000 мл в минуту, что позволяет ребенку нормально расти. Доктор Руни вместе с двумя другими врачами доказал эффективность своего метода несколькими успешными операциями.

За уникальную операцию хирурги и трансплантологи Российской детской клинической больницы (РДКБ) получили награды. Кроме того, премии были удостоены врачи-нейрохирурги РДКБ, которые разработали новый метод лечения тяжелого порока развития у детей с дефицитом фермента, считавшимся до этого неизлечимым.
Рони Бахаэддин Маи — высококвалифицированный детский врач-нейрохирург с более чем 10-летним стажем. Специализируется на эндоскопической нейрохирургии, лечении гидроцефалии, эпилепсии и врожденных пороков развития ЦНС. Основное место работы — Российская детская клиническая больница в Москве.
Подробнее: https://kurdistan.ru/2026/06/21/news-52148_Kurdskiy_vrach_izobrel_novyy_metod_neyroterapii.html
-
Новости6 лет назадТемур Джавоян продолжает приятно удивлять своих поклонников (Видео)
-
Исторические документы1 год назадКУРДСКИЙ СУДЕБНИК САСАНИДСКОГО ПЕРИОДА: «MĀTAKDAN I HAZĀR DĀTASTĀN»(«Книга тысячи судебных решений»)
-
Курдские племена,кланы,роды.19 лет назадThe Kurdish tribes of the Ottoman Empire
-
Страницы истории13 лет назадО личности Дария I Великого и Оронта в курдской истории
-
История14 лет назадДуховные истоки курдской истории: АРДИНИ-МУСАСИР-РАВАНДУЗ
-
История16 лет назадДинастия Сасаниды и курды
-
Интервью6 лет назадНациональная музыка для нашего народа — одна из приоритетных ценностей…
-
История15 лет назадКурдское государственное образования на территории Урарту: Страна Шура Митра

Вы должны войти в систему, чтобы оставить комментарий Вход