Опубликовано: 27.01.2025 Автор: Admin Комментарии: 0

Îro matêmatîkzanê Rûsyayêyî bi nav û deng, doktor-profêsorê zanîstîyê yê fîzîko-matêmatîkayê, akadêmîserê Akadêmîya Rûsyayêye teybetzanîyê, serokê kafêdra analîza matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta bajarê Saratovêye dewletê (Rûsya), endamê Yekîtîya Amêrîkayê ya matêmatîkzanan, karmendê bi sîyanet yê Dibistana Rûsyayêye bilind FEYZOYÊ EGÎT ŞEMOYAN ji bo 80-salîya xwe pîrozbayan ji heval-hogiran û rêxistinên fermî werdigre. 

Malbeta-profêsor-Feyzoyê-Egît
Malbeta profêsor Feyzoyê Egît

Eger pesin tê tûnebe, mirov dikare bi heqî bêje, ku Feyzoyê Egît emekê mezin rêtîye ji bo pêşvebirina zanîstîya matêmatîkayê li Rûsyayê, xasma têorîya spêktral ya fûnksyayên komplêksa werguhêz. Navê wî ne tenê di nava goveka fireh ya zanyarên dewletên Sovîyêta berê da, lê usan jî li gelek welatên cîhanê dîhare. Ewî bi dehan caran kêlmên zanîstîyê li ûnîvêrsîtêtên naskirî yên Rûsyayê, Almanyayê, Swêdê, Îtalîyayê, Norvêgyayê, Amêrîkayê, Fransayê û welatên dinê xwendîye û li ser pirsên analîza matêmatîkayê sekinîye. 

Feyzoyê Egît 28-ê kanûna paşin sala 1945-an li gûndê Baysizê (navçeya Talînê, li Ermenîstanê) di mala Egîtê Reşîtê Şemo da ji dayîkê bûye. Pêşîyên binecîyên vî gundî nêzîkî 195 sal berê di dema şerê rûsa-tirkan yê salên 1828–1829-an ji deşta Eleşgirê, bi taybetî ji Eyntabê (Kurdistana bakur) koçberî vira bûne. Eva gunda gundekî kurdên êzîdîyayî herî kevnare li herêma Ermenîstanê. Ji gundê Baysizê gelek zanîyar derketine: doktor-profêsor Feyzoyê Egît, doktorê dîrokzanîyê Memoyê Xalit, doktorên zanîstîya fîzîko-matêmatîkayê Paşayê Mihoyî, Hesenê Egît û Dewrêşê Cewo. Dengbêjê beyt-serhatîyan Egîtê Têcir û dengbêjê naskirî Memoyê Silo jî ji vî gundî bûne. 

Di sala 1962-a da Feyzoyê Egît li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewlete li fakûltêta matêmatîkayê tê hildanê. Sala 1966-an ew bi êkstêrn (ji demê zûtir) întamên xwe dide û carekê ra ji kûrsa 3-an derbazî kûrsa 5-an dibe. Tiştekî balkêşe, wekî di nava dîroka Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê da Feyzoyê Egît xwendekarê duemîn bû, yê ku ji demê zûtir zanko kuta kirîye. Sala 1966-an Feyzoyê Egît xwendina xwe li aspîrantûra Ûnîvêrsîtêta Lênîgradêye dewletê dûmayî dike. Ew 26-salîya xwe da navê doktorê zanîstîyê yê fîzîko-matîmatîkayê werdigre.  

Profêsor-Feyzoyê-Egit
Profêsor Feyzoyê Egit

Feyzoyê Egît ji sala 1973-an hetanî sala 1993-an karmendê zanîstîyêyî sereke yê Înîstîtûta matêmatîkayê ya Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê bû. Wê demê ewî usan jî li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê li kafêdra analîza fûnksyonal dersbêjî dikir, di destpêkê da wek dosênt, lê dû ra wek profêsorê wê kafêdrayê. 

Feyzoyê Egît sala 1993-an bi malê va ji bajarê Yêrêvanê cîguhastî bajarê Braynskê (Rûsya) dibe û wê salê da heya sala 2017-an ew serokvanîyê kafêdra analîza matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Bryanskêye dewletê dike. Lê di sala 2017-an da ew tê bajarê Saratovê û wî bi hizkirin li Ûnîvêrsîtêta vî bajarî ya dewletê hildidine li ser kar. Ew li vê demê profêsorê kafêdra vê zankoyê ya analîza matêmatîkayê ye. Ew lêksyayên (kêlmên) bi taybet ji bo xwendevanên kûrsên bilind dixwîne. 

Fezoyê Egît xûdanê bêtirî 180 xebatên zanîsîyê ye, di wê jimarê da usan jî xudanê 5 lêgerînên fûndamêntal yên di warê analîza matêmatîkayê ye. Ewî gelek caran grantên (xelatên diravî) Fonda Rûsyayê ya lêgerînên fûndamêntal ya Wezîreta Rûsyayêye perewerdê û zanîstîyê wergirtîye. Heyanî niha bêtirî 25 doktoran li ber destên Fezoyê Egît têzên xweye zanîstîyê yên dereca fîzîko-matêmatîkayê amade kirine û parastine. Ji bo keda mezin ya di warê pêşvebirina zanîstîya fîzîko-mamtêmatîkayê profêsor Feyzoyê Egît gelek caran hêjayî xelatên Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê, Wezîreta Rûsyayêye perewerdê û zanîstîyê, berpîrsyarîya Herêmên Braynskê û Saratovê bûye. 

Dê û bavê wî – Qerqaşa Huseyn û Egîtê Reşît ji gundê Baysizê bûn, ji qebîla Stûrkan. Wana 10 zaro mezin kirin, 5 kur û 5 jî keç, ji kîjanan pêncan xwendina bilind dest anîne. Malbeta Feyzoyê Egît ra dibêjin malbeta matêmatîkzanan. 4 birayên wî li fakûltêtên matêmatîkayê xwendine û xwendina xwe bilind li serhevda anîne. Lê Hesenê birayê wî yê rehmetî jî doktorê zanîstya matêmatîkayê bû. Xanima Feyzoyê Egît – Naza Hecî Cewarî jî matêmatîkzan bû (ew dota profêsor Hecîyê Cindî ye). Ewê jî Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê xilas kiribû, gelek salan dersbêja matêmatîkayê bû. Sed mixabin, sala 2017-an çû ber dilovanîya Xwedê.

Feyzoyê Egît û Naza Hecî du ewledên aqil û kemal mezin û perwerde kirine. Kurê wan – Romo doktorê zanîstîya fîzîko-matêmatîkayê ye. Keça wan Sonê jî doktora tundurustzanîyê ye. 

Bêguman, Feyzoyê Egît kubarîya gelê me ye. Ew rast zanyare, ew rast doktore, ew rast profêsore, ew rast akadêmîke. Gelek pirsgirêkên analîza fûnksîyonal ya matêmatîkayê îro bi navê wî ra girêdayîne. Lêgerînên wîye fûndamêntal yên li warê têorîya fûnksyonal û analîza matêmatîkayê îro bûne pirtûkên ne tenê li ser sifrên xwendevanên fakûltêtên matêmatîkayê, lê usan jî yên gelek zanyarên di vî warî da. 

Em roja bûyîna Feyzoyê Egît pîroz û bimbarek dikim, wî ra sehet û qewatê û aramîyê dixwezim! 

Û dixwezin wê yekê jî bêjin, ku îro be yanê sibê be, nevîyên meyê rabin û li fakûltêtên zankoyên dewletên welatên cîhanê bêne hildanê û hîn bin û wê têza xwe ya doktorîyê li ser bingeha lêgerînên Feyzoyê Egît amade bikin!

PRÎSKÊ NIHOYÎ,

rojnamevanê emekdar yê komara Ûdmûrtyayê (Rûsya).

28.01 2025.

Оставить комментарий