Опубликовано: 30.05.2014 Автор: Admin Комментарии: 0

NAMA VEKIRÎ JI BO

SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ MESÛD BARZANÎ,

SEROKWEZÎRÊ HERÊMA KURDISTANÊ  NÊÇÎRVAN BARZANÎ,

SEROKÊ PARLAMÊNTA HERÊMA KURDISTANÊ YUSIF MIHEMED

 

Rewşa civaka êzîdîyan ya îroyîne sîyasî, aborî û olî me mecbûr dike bi vê namê berbirî cenabê We bibin û hinek dîtin û nihêrînên xwe li ser pirsgirêkên êzîdîyan û êzîdîyatîyê We agahdar bikin.

Berî her tiştî, em sipasîya xwe didine Seroketî, Hukumet û Parlamênta Herêma Kurdistanê ji bo wê xemxûrîyê û dilovanîyê, ku ew di hindava civakeke Kurdistanêye kevnar ya êzîdîyan de dîhar dikin û pirsgirêkên wane rojane bi qasî derfet û mecalên xwe çareser û rasterê dikin.

Em gelekî kêfxweşin, wekî hinek cejnên êzîdîyaye olî û civakî îro kirine yên netewî, êzîdî jî, çiqwas jî kêm, lê dîsa jî di dezgehên Herêmê de hêdî-hêdî cîyê xwe digrin. Di dibistanan de dersên ola êzîdîyan bi fermî têne dayîn, projêya nûjenkirina Lalişa Nûranî di rojevê de ne û bi pêş ve diçe. Bingeha Lalişê bi şaxên xwe ve bûye navenda zanyarî-rewşenbîrî û di pirsên lêkolîna ol, kevneşopî û dîroka êzîdîyan de karên hêja dikin. Rola wê bingehê di karê pêşvebirina civaka êzîdîyan de jî berbiçave.

Lê pêşîya civakên êzîdîyan hê jî gelek pirsgirêkên mezin hene: di nav van 30-40 salên dawî de ji ber zordestîyên hêzên hundur, rewşa sîyasîye aloz, ya deverên êzîdî lê dijîn, usan jî ji ber dijwarîyên aborî gelek êzîdî mecbûr bûn koçber bibin û ew koçberî hê jî berdewame. Gor malûmatîyên rêxistinên navnetewî, ji kurdan yên herî zêde koçber dibin, îro êzdîne. Dutîretîya ku çi ji derva ve, çi ji hundur ve dikin nav civakên êzdîyan, wan civakan bê hêz dike û perçebûna wan hêsa dike.

Belê, Seroketî û Hukumata Herêma Kurdistanê ji bo civakên êzîdîyan pir tişt kirine, lê gor rewşa wan civakaye îroyîn, dîsa jî hindike.

 

Bi bawerîya me ji bo pak kirina rewaşa civakên êzîdîya gerek çend gavên giring bêne avêtin:

1. Berî her tiştî, daxaz û hîvîdarîya me ewe, ku Herêma Kurdistanê bi serokatîya cenabê We hemû mecalên sîyasî, aborî, civakî, olî, çekdarî û dîplomasî bi kar bînin ji bo ku koçberîya êzîdîyan bê rawestandin. Valabûna Şengal û Şêxanê wê bibe dawîya êzdîyatîyê. Ji bo pêşî li vê koçberîyê bê girtin, dibêt rewşa aramî û aborî bê baş kirin. Ji bo parastina van deveran, wê baş bibe jimara pêşmergeyên ji wan deveran dîsa zêde bikin, kadroyên serbazî ji nav êzîdîyan bijbêrin û di akadêmîyayên leşkerî de amade bikin.

Tiştekî veşartinê nîne, wekî radeya bêkarîyê li deverên êzîdîyan, bi taybetî li Şengalê gelek bilinde. Li deverên Kurdistanêye mayîn jî gelek caran kar nadine êzîdîyan. Ji ber vê jî tenê bi sazkirina cîyên kar li deverên êzîdîyan pirsa bêkarîyê dikare bê safîkirinê.

 

2. Dibê di Destûra dewleta Îraqê û Destûra Herêma Kurdistanê de mafê kurdên êzîdî bi qanûnî bêne parastinê. Taybetîyên devera Şengalê îro rê didin, wekî li wir rêfêrêndûm bê derbas kirin û Şengal bibe xwedîya Otonomîya xwe (wek Qirîmê). Dûarojê jî wê Otonomyayê bigihînine Herêma Kurdistane. Bê guman, ev pirseke gelekî dijware, lê divêt gavên yekemîn di vî warî de bêne avêtin.

 

3. Damezirandina têlêvîzyonekê ji bo êzîdîyên seranser cihanê, ku bibe dengê êzîdîyan gişkî, civakên êzîdîyan ji propoganda yekalî rizgar bike, îro gelekî pêwîste. Ew têlêvîzîyon wê usan jî bikaribe rastîya ol, dîrok û kevneşopîyên kurdên êzîdî bigihîne tevaya gelê kurd, wê cih ji bo wan nêrînên şaş û xeter nehêle, ku heta niha jî ji bo kes û komên cihê-cihê dibin bingeha dijminaya civakên êzîdîyan. Ew têlêvîzîyonê bibe mertaleke xweparastinê ne tenê seva êzîdîyên Başûrê Kurdistanê, lê usan jî seva êzîdîyên seranser cihanê. Wê ew bawerîya, wekî kurdên êzîdî bêxwedî nînin, li bal hemû êzîdîyên cihanê xurt bike.

 

4. Civakên êzîdîyan, ku îro li cihanê belav bûne, rû bi rû li ber gelek pirsgirêkan sekinîne. Îro rêberên zane û pêşverû ji bo wan civakan pêwîstin. Ji bo amade kirina kadroyên zane, xwedîyên bîr û bawerîyen zanîstî, divêt li Herêma Kurdistanê College serbixwe, yan jî li Zanîngehekê beşa êzîdînasîyê bê vekirin.

 

5. Divêt li Parlamênta Herêma Kurdistanê de kvot ji bo êzîdîyan jî hebin. Belê, êzîdî kurdin, kurdên êzîdîne û ev cihêtîya olî hê jî di nava civaka kurdan de roleke mezin dilîze.

Wê gelekî baş be, eger di nava çarçoveya Hukumeta Kurdistanê de komîtêya li ser kar û barên êzîdîyan û êzîdîyatîyê bê damezirandinê û vekirinê. Tunebûna kvota û komîtêya usa, mixabin, dilê êzîdîyên cîhanê li ser Herêma Kurdistanê sar dike.

 

 

Bi rêdazrî u silavên gelemperî:

 

1.​ Wezîrê Eşo, nivîskar (Bêlçîka),

2.​ Emerîkê Serdar, nivîskar (Ermenîstan),

3.​ Eskerê Boyîk, nivîskar (Almanya),

4.​ Tosinê Reşîd, nivîskar, lêkolîner (Awstralya),

5.​ Prîskê Mihoyî, rojnamevanê Komara Ûdmûrtyayê yê emekdar (Rûsya),

6.​ Têmûrê Xelî, rojnamevan (Swêd),

7.​ Yûra Nabîyêv, serokê komela hevkarîya tevî gelê Kurdistanê (Moskow),

8.​  Keremê Anqosî, lêkolîner, karmendê civakêyî naskirî (Gurcistan),

9. Feyzoyê Egît, doktor-profêsor, akadêmîk (Rûsya),

10.​  Tîtalê Kerem, berpirsyarê îro yê rojnama «Rya teze» (Ermenîstan).

 

0

Оставить комментарий