Template Tools
You are here :  
Todays is : Tuesday, 19 November 2019
Kartusha diroki: ”Curdistan – Diarbeck” (1682)     e-mail
Administrator   
Sunday, 11 March 2012

ROHAT ALAKOM

ImageSWÊD, 11/3 2012 — Nexşe (xerîte) ji bo gelên ko wek kurdan bindest in, mîna tapoya welatekî yan jî neteweyekî ne. Li jêr yek ji wan nexşeyên Kurdistanê ko hê berî 330 salan, di sala 1683an de hatiye weşandin, tê nasandin. Ev sala weşanê wek tê zanîn saleke navdar e, hêzên osmanî heta ber derê bajarê Vîyanayê tên û ev bûyera bi navê “Dorgirtina Wîyanayê ya Duwem” (1683) derbasî dîrokê bûye.

     Çawa tê zanîn di dema me de, di rojên îro de serê gelê kurd bi navên nexşeyan, bi paytextan, bi sînoran û bi alan ve ketiye belayê. Peyvên Kurdistan, nexşe, sînor, paytext û al ji kurdan re bi salan hatine qedexe kirin. Lê belê ev nexşeya fransî ko li jêr em didin nasandin li ser kaxiz be jî welatekî bi paytext, bi sînor û bi al wek tapoyekê (taponame) pêşkêşî dîroka kurdî kiriye. Lê belê hêzên ko Kurdistan bi dirêjahiya van sedsalan xistine bin bandora xwe, hê jî hebûna wê înkar dikin û kêfa xwe bi nexşeyên wiha bi prestîj, bi wêne û bi bi kartûş re qet qet naynin

      SWÊD, 11/3 2012 — Nexşe (xerîte) ji bo gelên ko wek kurdan bindest in, mîna tapoya welatekî yan jî neteweyekî ne. Li jêr yek ji wan nexşeyên Kurdistanê ko hê berî 330 salan, di sala 1683an de hatiye weşandin, tê nasandin. Ev sala weşanê wek tê zanîn saleke navdar e, hêzên osmanî heta ber derê bajarê Vîyanayê tên û ev bûyera bi navê “Dorgirtina Wîyanayê ya Duwem” (1683) derbasî dîrokê bûye.

     Çawa tê zanîn di dema me de, di rojên îro de serê gelê kurd bi navên nexşeyan, bi paytextan, bi sînoran û bi alan ve ketiye belayê. Peyvên Kurdistan, nexşe, sînor, paytext û al ji kurdan re bi salan hatine qedexe kirin. Lê belê ev nexşeya fransî ko li jêr em didin nasandin li ser kaxiz be jî welatekî bi paytext, bi sînor û bi al wek tapoyekê (taponame) pêşkêşî dîroka kurdî kiriye. Lê belê hêzên ko Kurdistan bi dirêjahiya van sedsalan xistine bin bandora xwe, hê jî hebûna wê înkar dikin û kêfa xwe bi nexşeyên wiha bi prestîj, bi wêne û bi bi kartûş re qet qet naynin.

      Nexşeçêkir (kartograf) û mihendisê fransî Alain Manesson Mallet (1630-1706) yek ji wan kesan e ko bi coxrafya û dîroka cîhanê ve mijûl bûye.[1] Ew pirtûk, lêkolîna wî ko ji pênc cildan pêk hatiye, pêşî di sala 1683an de bi zimanê fransî û paşê di sala 1719an de bi zimanê almanî hatiye weşandin.[2] Di vê çapa almanî de, di wî rûpelê ko ev nexşeyê Kurdistan û Dîyarbekirê derketiye, li wir wek sernivîs li marjînala jorîn a rûpel de Die Länder Curdistan und Diarbeck (Welatên Kurdistan û Dîyarbekirê) hatiye nivîsîn û li jêra rûpel de di nav wê kartûşê de jî li dêvla sala 1682an bi xeletî terîxa sala 1684 hatiye nivîsîn. Di orjînala fransî de ev sala wek 1682 derbas dibe. Alain Manesson Mallet di pirtûka xwe de di derbarê Kurdistan û Dîyarbekirê de zanyariyên kurt jî pêşkêş dike. Wisa xuya dibe ko Alain Manesson Mallet ev zaniyariyên xwe ji gernameyên wî gerokê fransî yê bi navê Jean-Baptiste Tavernier (1605-1689) wergirtiye ko 1655an de çûye Kurdistanê.

     Di vê berhema dîrokî de ya Alain Manesson Mallet herwisa jî hin nexşeyan cîh girtine. Gelek ji wan bi kartûş (xemla nexşeyan) hatine weşandin. Yek ji wan nexşeyan heye ko gelek bala mirovan dikşîne. Alain Manesson Mallet, nav jî li vê nexşeyê kiriye: ”Curdistan-Diarbeck 1682”. Bi forma îroyîn ango Kurdistan-Dîyarbekir. Lêkoler Alain Manesson Mallet di vê nexşeyê de Kurdistan û Dîyarbekir li nik hev wek du dîyar nîşan daye û angorî xwe û zanîna wan salan sînorên wan jî kişandiye. Di vê nexşeyê de bal û fokus li ser Kurdistan û Dîyarbekirê ye. Mezinahiya erdê ko di nexşe de cîh girtiye ji Behra Reş heta Kendava Fars dirêj dibe. Di navenda vî erdê fireh de Kurdistan û Dîyarbekir bi herfên mezin ve hatine bi cîh kirin. Ji ber ko sînorên welatan li herêmê di nexşe de zêde nehatine kişandin mirov dikare bêje ko di navbera mezinahiya navên ko kartûşa nexşe nîşan dide û firehiya erdê ko di nav çarçeveya nexşe de cîh girtiye bi hevgirî (nîspî, proportional) cudatiyekê pêşkêş dike.

      Nexşe jî wek tîpên wêneyên din, mîna manzarayan, portreyan û wêneyên bajaran dikarin bên hesibîn. Ji ber vê yekê nexşeyên kevn bi baldarî û nazdariyeke mezin ve hatine çêkirin. Gelek ji wan di peşangehan de wek berhem û eşyayên nîşandanê hatine pêşkêş kirin. Di vê nivîsê de ez dixwazim ne li ser vê nexşeyê, zêdetir dixwazim li ser kartûşa nexşeyê bisekinim ko li binê nexşeyê, li aliyê çepê wek xemleke ornamentîk cîh girtiye. Kartûş naveroka nexşeyan bi hunerî zelal û şiro vedikin. Bi saya kartûşan, kartografî û huner gelek nêzî hev dibin.


ImageNexşeya bi navê ”Kurdistan û Dîyarbekir” ko di sala 1682an de ji aliyê Alain Manesson Mallet hatiye çêkirin

 

      Peyva kartûş peyveke gelek kevn e, di zimanên ewrûpî de berî sedsalan hatiye bi kar anîn (cartouche, cartouch...). Xemleke dekoratîv e ko zêdedir di sedsalên kevn de wek çerçeveyên portreyan û li dora navên qral û padîşahan de cîh girtine, ew xemilandine. Paşê di nexşeyên kevn de wek nifte û sembola nexşeyan hatine bi kar anîn. Di van kartûşan de navê nexşeyan bi alîkariya motîvên cihê, bi hunerî hatiye bi cîh kirin ko nexşe zêdetir bala temaşevanan bikşîne. Kartûş wek nasnameyên artîstîk ên nexşeyan jî dikarin bên hesibîn. Kartûş di sedsalên kevn de gelek caran wek çek û hêzên propagandayê hatine bi kar anîn. Her dewlet, hêz û dezgehekê bi saya kartûşan xwestine hebûna xwe bi tehrekî hunerî bînin zimîn yan jî bidin zanîn, bidin nasandin. Bi kurtî mirov dikare bêje ko kartûş wek berhemeke hunerî, bandrola nexşeyan dikarin bên hesibîn.

     Avahîsaziya (konstruksîyon) kartûşa vê nexşeya Kurdistan û Dîyarbekirê gelek balkêş e. Gelo ev kartûşa vê nexşeya Kurdistanê dixwaze çi vebêje? Hîs û daxwaziyên kesê ko ev nexşe çêkiriye, di çêkirina vê nexşe û kartûşê de gelo çi bandor nîşan daye? Yan jî hema lihevhatinek e (tesadufek) gelo?

     Di kartûşê de wek hûn jî dibînin du beş hene ko bala mirovan dikşîne. Yek ew jina amazon e û ya duwem jî ew vînyeta ko Kurdistan û Dîyarbekirê nîşan dide.[3] Li vir reqema 1682an jî heye. Alain Manesson Mallet xwestiye bi alîkariya kartûşê nîşan bide ko ev nexşeya Kurdistan û Dîyarbekirê di sala 1682an de hatiye çêkirin. Him ev ev nexşeya ko berî sedsalan hatiye çêkirin û him jî kartûşa wê gelek tiştan îfade dikin û tînin bîra me temaşevan û xwendevanan. Kurdistan û Dîyarbekirê hê di van salan de hev dîtine yan jî nivîskar ew anîne bal hev, qedera wan, enînivîsa wan bi hevre girêdane.

 

 

     Di beşa yekem a vê kartûşê de belgek (pel) heye ko hundirê wê de ”Curdistan-Diarbeck 1682“ hatiye nivîsîn. Ev belgê dekoratîv ko di hundirê wê de Kurdistan û Dîyarbekir hatiye nivîsîn wek guldeste, gulbend yan jî wek vazoyekê xuya dibe. Kurdistan û Dîyarbekirê li wir, wek maloka xwe di navenda kartûşê de ji xwe re hêwirîne. Angorî Ulla Ehrensvärd mirov dikare vê beşê bi “kartûşa navê nexşe” û “kartûşa sernivîsê” (titel kartusche) jî bihesibîne.[4] Herçar nikên (koşe) vî belgî yan jî vê xemlê bi gulover wek makaran hatine qatkirin. Ev stîla di sedsalên kevn di hunera xemilandinê de gelek hatiye bi kar anîn. Li orta her nikên jorê de xemleke mîna baqe gul heye, wek salyangozan xuya dibe. Li aliyê lingên kartûşê yên rastê berjor, bilindcîh û berjêrek, rastek heye. Em li vir dibînin ko bedena kartûşê li vî bilindcîhî, li wê rastê jî hin hêşnayan bejn avîtine. Mirov tavilê jê derdixe ko ev coxrafya, coxrafiya Kurdistanê û Dîyarbekirê ye, van herêman temsîl dike.

 

     Di beşa duwem a kartûşê de jinek heye. Çawa em di kartûşa nexşe de dibînin vê jina tekoşer koçî nav kompozîsyona kartûşê kiriye û kartûş şên kiriye. Nivîskar yan jî nexşeçêkir bi anîna vê jinê ve faktorekî mirovî jî tevî naveroka kartûşê kiriye. Vê xanimê bi destê xwe yê çep, bi kefa destê xwe ew xemla Kurdistanê-Dîyarbekirê, wek zarokê xwe qefilandiye ji bo ko qeza, belayek neyê sêrî, winda nebe! Ev aliyê xwe spartiye Kurdistanê. Tiştekî balkêş jî çawa em dibînin vê xanimê sîng û memikê xwe yê çepê jî vekiriye. Jineke nîv-sîng vekirî ye. Ji cote-memikan memika aliyê aliyê rastê (di nexşe de li aliyê çepê) xuya nabe, lê belê memika aliyê çepê xuya dibe. Angorî hûraliyên kartûşê mirov dibîne ko di vê nexşeya dîrokî de aliyê çepê yê vê xanimê ji bo Kurdistanê û ji bo Dîyarbekirê lê dide! Ev têkiliyên wiha nêzîk, wiha nazik û wiha dilovan bi rastî mirovan ecêbmayî û şaşmayî dihêle. Berî her tiştî ew jina bi dest û pê, bi heybet û hêzdar wek jineke tekoşer xuya dibe.

     Di destê wê yê rastê de jî meşalek heye. Di kartûşê de vê jina amazon bi milê rastê bi coş û kelecaneke mezin meşaleke hildaye û rakiriye jorê berbi ezmîn, wek alekê (beyreq) ba dike, agirê wê pêl dide û geş dibe. Angorî Ulla Ehrensvärd vê jinikê berî 330 salan bi bilindkirina meşaleyê xwestiye bêje ko “Binêrin welatekî bi navê Kurdistan û Dîyarbekir jî li rûbarê dinê heye”.[5] Eger em navê berhema nivîskar “Danasîna gerdûnê” (Description de l'univers...) û navê vê nexşeyê bidin ber hev wê demê armanca amadekirina vê nexşeyê jî hêdî hêdî derdikeve holê, ronahiyê.

   

Image
Versiyona nexsheye ya ko pashe bi destan hatiye boyax kirin.
  Di mîtolojiya yunan a klasîk de amazon wek jinên şerkar û tekoşer hatine nasîn. Gelek caran di wêneyan de memikê wan ê rast xuya nabe, lê belê yê çep wek li vir, xuya dibe. Destê xwe yê din, destê çep daniye ser wê xemlefîgura dekoratîv ko li jorê me qala wê kir. Ev xanima li vir çawa hûn jî dibînin bûye parêzkara vî welatê bi navê Kurdistan-Dîyarbekir. Ev nexşejina, wek Jeanne d'Arc’a fransi li vir ketiye dilqê jineke tekoşer û wek dostekurdekê tevdigere û serî hildaye. Bi kurtî çawa em dibînin destên çep û rast ên vê xanima tekoşer hin pêşdanîn (wezîfe) û mîsyonên cihê tînin cîh ko bi rastî hêjayî besn û peyeke mezin e. Di vê nexşeyê de hebûn û cîhgirtina vê jina mîna amazonan ji aliyê din de hêza jinan, rûmet û qedrê wan bi sembolîk û bi tehrekî xurt kişandiye pêş.

     Hin versîyonên vê nexşeyê yên rengîn ko paşê bi destan ve hatine boyax kirin û belav kirin jî hene. Ew ji aliyê kê de û di kîjan salan wiha bi hunerî hatine boyax kirin mirov tam nizane. Angorî lkolera nexçeyan Ulla Ehrensvärd zarok, nas û pizmanên nexşeçêkiran di sedsala 18an de ev nexçe wiha boyax kirine yan jî dane boyax kirin û xwestine wan ji derî pirtûkan wiha cihê bifroşin.[6] Ne tenê naveroka vê nexşeyê û kartûşa wê, herwisa jî di van reproduksîyonan de ev rengên nexşeyê û kartûşê jî bala mirovan dikşîne. Dema mirov li hemû nexşe mêze dike, mirov dibîne ko rengên kesk, sor û zer hakimî nexşe ne, rengên ko kurdan ji ala xwe ya neteweyî re jî wek rengên bingehîn hilbijartine. Di orjînala pirtûkê ev nexşe reş û spî hatiye weşandin. Min çapa almani di Pirtûkxaneya Qiraliyetê (Kungliga Biblioteket) ko Pirtûkxaneya Neteweyî ya Swêdê tê hesibîn de dît, li wir jî ev nexşeya reş û spî hatiye weşandin. Wisa tê xuyan ko paşê reproduksiyonên vê nexşeyê yan jî çapên wê yên din ko em pê nizanin wiha bi rengîn hatine amade kirin û belav kirin. Orjînal be yan jî reproduksiyon be, çi dibe bila bibe nexşe wisa bi hunerî, wisa bi baldarî hatiye boyax kirin ko dilê welatparêz û welatevîndarên kurd êdî ewqasî dikare xweş bibe.

     Li vir dixwazim bala xwendevanan bikşînim ser nixteyekê. Çawa me li jor jî got di kartûşa nexşeyê de jineke mîna amazonan heye ko memikê xwe yê çepê bi eşkere, vekirî nîşan daye. Lê belê di versîyoneke ko me di înternetê de dît, li wir ev memikê vê amazonê hatiye veşartin yan jî hin kesan paşê bi zanetî ev beşa bedenê pêçane. Çawa tê zanîn piştî ko îmkanên înternetê peyda bûn, li cîhanê sûkên înternetê wek şepeyan (aşît, lavîn) wisa pir zêde bûn. Herwisa jî sûkeke mezin a tiştên kevn û antîk pêk hat. Ez bawer dikim ko şîrketên mezin ko tiştên antîk difroşin ji bo ko wek mînak vê nexşeyê re mişteriyên nû yên musilman jî bibînin, bi zanetî paşê sîngê vê xanimê girtine. Dema ko min carekê wiha bi lez û bez çav li vê sûkên antîkfiroşan gerand, min dît ko ev nexşeya Kurdistanê wek mînak bi buhayê 190 dolar, li cîhekî din bi 45 ewroyî tê firotan.[7]

     Alain Manesson Mallet di pirtûka xwe de herwisa jî bi du paragrafan qala Kurdistan û Dîyarbekirê kiriye. Li vir Dîyarbekir ne wek bajarek, zêdetir wek dîyarek hatiye nasandin. Kurdisan û Dîyarbekir du peyvên wisa naskirî ne ko di kurdiya îroyîn de jî gelek caran li nik hev wek cotepeyv tên bi kar anîn. Dîyarbekir di nav kurdan de wek dilê Kurdistanê tê hesibîn. Welatparêzên kurd çawa tê zanîn îro Dîyarbekirê wek paytextê xwe yê ne-resmî dibînin yan jî dihesibînin. Kompozîsyona vê kartûşa jorîn wisa bi pergal û wisa bi pîvan hatiye dîzayn kirin ko mirov hew zane ko ev jinika meşalehilgir li ser textekî rûniştiye û li tenişta wê ya çep jî Kurdistanê ligel Dîyarbekirê ji xwe re text û bextek, pêşerojek ava kiriye û vê yekê li cîhanê dide zanîn. Kesên ko bi baldarî li kompozîsyona vê kartûşê mêze dikin, wan demên berî 330 salan nişkêva ji bîr dikin, xwe di rojên îroyîn de dibînin. Dîsa Kurdistan, dîsa Dîyarbekir. Tavilê, yekcar rêzên wê strana ko qala Kurdistan û Dîyarbekirê dike, tê li ser zar û zimanê xwendevanan û dildarên vê nexşeyê digerin:”Dîyarbekir mala min e“...

 

 

      Vê kartûşê bi rastî navê Kurdistanê û Dîyarbekirê gelek bilind û mezin kiriye. Cîh û rûmeteke mezin daye welatê kurdan. Him vê nexşejinê û him jî vî lêkolerê bi navê Alain Manesson Mallet ko ev nexşeya berî sedsalan çêkiriye, bi sembolîk be jî li vir, li ser kaxiz hevkarî û piştgiriyeke mezin ji bo kurdan nîşan dane. Vê kartûşa muhteşem, ev nexşeya dîrokî têra xwe xemilandiye û nexşe rengîntir kiriye. Ev nexşe (bêgûman ligel kartûşa xwe) bi dîtina min ji çarçeveya nexşeyekê derketiye, êdî bûye berhemeke hunerî, wek tabloyekê dikare bê hesibîn. Lêkolereka swêdî Prof. Ulla Ehrensvärd ko pispora nexşeyan e, kartûşan wek hunerekê dibîne.[8] Belkî jî ev nexşeya Kurdistanê di dîrokê de nexşeya yekem e ko bi kartûşa xwe ya taybet ve hatiye amade kirin û belav kirin. Wek hûn jî dibînin mimkûn nîne em li ber vê tabloya xweşik, heyranî û kêfxweşiya xwe veşêrin. Mirov heyr-hijmekar dimîne. Di dîroka têkiliyên kurd û fransiz ên çandî û dîrokî de ez bawer dikim ko ev nexşe, zêdetirîn jî kartûşa wê gelek watedar û menedar e. Sed heyf ko heta niha jî dîroka van têkiliyên kurd û fransiz ên piralî, balkêş û veşartî nehatine lêkolandin, nehatine nivîsîn. Ev nêzîkî û dostaniya kartografîk yek ji wan rûpelên dîroka van têkiliyên sergirtî û nixamtî ko bi sedsalan di quncik û taldeyên tarî de mane, pêk tîne.

 

***

[1] Allain Manesson-Mallet, Description de l'univers...Paris, 1683, Cild: 1-5. Agahiyên di derbarê Kurdistan û Dîyarbekirê di cildê duwem de, di rûp.236an de û nexşe jî di rûp.237an de hatiye weşandin.
[2] Allain Manesson-Mallet, Beschreibung des gantzen Welt-Kreises...Franckfurt am Mayn, 1719, Cild: 1-5. Nexşeyê Kurdistan û Dîyarbekirê di cildê duwem de, di navbera rûpelên 228 û 229an de wek rûpelekî bênimre hatiye weşandin, ango nimra rûpelê ko nexşe lê cîh girtiye, tune ye.
[3] Vînyet (vignette) jî wek kartûşan di dîzayna grafîkî de wek elementên xemlê hatine bi kar anîn. Zêdetir di pirtûkan de li serê beşan, dawiya rûpelan de cîh girtine. Van berheman bi motîvên curbecur bi hunerî bîna xwendevanan fireh kirine. Di dawiya vê nivîsê de wek mînak vînyeteke ko di bergê pirtûka Alain Manesson Mallet de hatiye weşandin, cîh girtiye.
[4] Hevpeyvîn nivîskar ligel Ulla Ehrensvärd (2/3 2012, Stpckholm).
[5] Hevpeyvîn nivîskar ligel Ulla Ehrensvärd (2/3 2012, Stockholm).
[6] Hevpeyvîn nivîskar ligel Ulla Ehrensvärd (2/3 2012, Stockholm).
[7] Min bi xwe berî salekê nimûneyeke rengîn (li jêr kopîyake wê heye) 190 dolarî ji yek ji van şîrketên înternetê stend.
[8] Ulla Ehrensvärd, Kartans kartuscher i Arkivkonst, Årsbok för Riksarkivet och Landsarkiven, 2000.

 

 
 

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=6603

RSS
!

Copyright (C) 2007 Alain Georgette / Copyright (C) 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved.

( Sunday, 11 March 2012 )
 
< .   . >

Авторизация

/

Кто на сайте?

:
- 12

Последние комментарии

Другие Статьи

                                               

Всего пользователей

151253
14
48
842
: csgoplango