Template Tools
You are here :  Главная
Todays is : Sunday, 28 May 2017
GELKUJIYA EZDIYAN LI SENGALE BERDEWAM U XURT DIBE Версия для печати Отправить на e-mail
Написал Administrator   
Sunday, 10 August 2014

 

 

GELO ÊZÎDÎ BAWERÎYA XWE WEK BERÊ LI BARZANÎ TÎNIN?

  Image          Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sê roj berê di daxuyanîke çapemenîyê da berbirî gelê Kurdistanê bû û bang kir, ku dibê partîyayên sîyasî û mêdîa kurdî bi cabdarî berbirî rewşa îroyîne aloz bibin û yekîtîya netewî ji berê bêtir biparêzin û bi hêz bikin.

            Mesûd Barzanî di daxuyanîya xwe da ragîhand û awa got:

            «Piştî bûyerên Mûsilê Kurdistanê her tenê li ber xwe dida. Lê gava têrorîstan êrîş birine li ser Kurdistanê, di encamê da bûyerên dawî yên xemgînî derketine meydanê. Ji ber vê yekê jî me biryar da, ku  ji çarçoveya  xweparstinê derkevinn û hetanî nefesa dawî şer bikin. Me ferman da pêşmergan êrîşî têrorîstan û dijminê gelê me bikin û wana ji axa Kurdistanê derînin... Bûyerên van dawîyan yên Şengalê û bedbextîya xûşk û birayên meye êzîdî me hemûyan pir xemgîn dike. Em gelê Kurdistnê didine bawerkirinê, ku em tu buhusteke axa Kurdistanê ji destê xwe bernadin û emê Şengalê û xûşk û birayên xweye êzîdî biparêzên û çîyayên Şengalê dîsa wê bilind bêne xanê. Êzîdî beşekî gelê me yê hizkirî û kevnare û ew kubarî û serbilindîya me tevanin û borcê me ye, ku em wana biparêzin…».

 

 

            Dîhare, ku îro gelkujîya li Şengalê, koçberî û zêrandîna êzîdîyan hela hê berdawame û roj bi roj xûrt dibe. Gelo gelê me van gotinên serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bawer dike? Gelo êzîdî bawerîya xwe wek berê  li Barzanî tînin? Di pêşeroja nêzîk da bersiva van pirsan emê bizanibin, nenihêrî ku şengalîyan bawerîya xwe îdî tu kesî û tu tiştî naynin...

            Bi rastî gotî, gelkujîya Şengalê dilê êzîdîyan li ser Kurdistanê yekcar sar kir.  Eger paşî hilweşbûna  Sovîyêta berê pareke êzîdîyan xwe ji kurdeyetîyê dûr xistibû, lê îro pêva jimaran êzîdîyên li ser wê bîr û bawerîyê roj bi roj wê zede bibe. Bêguman, sedamê vê yekê pirrin. Sedamek jî ew dûrnedîtin û sîyasta şaş ya komên rêvaber yên Herêma Kurdistanê ye. Van salên dawî ne ku tenê êzîdîyên Şengalê, lê usan jî yên Sovîyêta berê û Avropayê bi her awayî berbirî seroketîya Herêma Kurdistanê dibûn û hîvî dikirin,  ku pirsgirêkên civaka êzîdîyan yên aborî, olî û çandî li deverê Şengalê û Şêxanê  li piş guhê xweva navêjin, êzîdîyan di nava rêxistinên sîyasî, dezegehên dewletê û leşkerî da bi berfirehî wergirin, li parlamênta Herêmê kvotan (wek ji bo xaçparêzan) bidne êzîdîyan, kadroyên êzîdîyaye leşkerî amede bikin, desteyên xweparstina Şengalê  saz bikin, çekan û cebirxanê bidne wan, ku li rojên oxirmên giran ew tevî pêşmergan xwe bikaribin biparêzin. Xulese, her tiştî bikin, ku li bal êzîdîyan hesîna welatparêzîyê, hizkirina berbi axa wan xurt û bi hêz bibe. Lê berpirsyarên Herêma Kurdistanê ev pirs tam hilnedane li ser hesêb, bi salan tevî hukumeta îraqê ketine nava «gale-gala», pirsên kirîn-firotana neftê li ser bêqezîyabûna netewî û yekîtîya gelêrî ra girtin, tevî hêzên kurdîye sîyasî û çekdarî yên Kurdistana rojava, Kurdistan bakûr, Kurdistana rojhilat  nekitine di nava têkîlyan û gotebêjê, her tenê seredanên dewletên xaricî pêk anîn û xebata dîplomasîya rojane meşandin. Heynese, Hewlêrê ne ku tenê xwe li ser hersê perçên Kurdistanêye mayîn girt, lê serbarê serda jî wek dibêjin dar li ber kuçikên DAÎŞ`ê hejand û ew har kirin, berî li ser Kêrkûkê, Mûsilê û dû ra jî Şengalê da. Evana, bi dîtîna hinek me,  her tenê çend şaşîyên berpirsyarên Herêma Kurdistanê yên giringin, lê çewtî di sîyaseta wane taktîkî û stratêjîkî da jî gelekin…

            Berî du mahan dehe rewşenbîrên navdar yên êzîdîyên Sovîyêta berê nameke vekirî li ser navê seroketîya Herêma Kurdistanê rê kirin û daxwezên xwe li ser pirsgirêkên Şengalê raber kirin. Hema di xala  daxwezaye yekemîn da ew li ser pirsa bêqezîyabûna Şengalê û Şêxanê rawestîya bûn. Rewşenbîrên êzîdî nivîsî bûn: «Ji bo parastina van deveran, wê baş bibe jimara pêşmergeyên li wan deveran dîsa zêde bikin, kadroyên sêrbazî ji nav êzîdîyan hilbijêrin û di akadêmîyayên leşkerî de amade bikin…». Û di destpêka tebaxa îsalin da gilyê me derketin: çeteyên DAÎŞ`ê avîtine li ser Şengalê, pêşmergan tu gûllek jî bernedane wana. Axir, wê ji ku gulle berdana, gava berî êrîşa wehîşan ew ji Şengalê kişyabûn û derketibûn! Gelo evê biryara fermandarên pêşmergan mirov çawa dikare qîmet bike? Bêfitîya, wek xayîntîya giran!..

            Belê, mehek pêşda gelek malperên kurdî ew nama rewşenbîran çap kirin, xudanê van rêzan ew name bi destê xwe li ser e-maila rêveberîya Herêma Kudistanê û parlamênta wê verê kir, lê heya niha em nizanin, gelo ew name wek dibêjin «gihîşte li ber destê xwey» yanê na? Xuyaye, ku şêwrdarên seroketîya Herêmê nema rewşenbîrên êzîdîyan bendî tiştekî hesab nekirin û xwe negirt bersiva wan jî bidin…

            Pêwîste em wê jî bêjin, wekî em bi cabdarîya here mezin destnîşan bikin, ku îro rewş li Kurdistanê gelekî bi teloke û xirabe. Têrorîzm û radîkalîzma musulmanîyê, ku îro li Rojihilata Navîn şax vedaye, bûye pirgirêka global ne ku tenê li vê herême, lê usan jî li seranser cîhanê. Îro di nava desteyên DAÎŞ`ê da ne ku tenê qebîlên erebaye paşverû û bi bir û bawerîyên musulmanîya tenge radîkal, lê usan jî kirêvanên  ji  netewên cihê-cihê yên  Kavkazîyayê, welatên Avropayê, Asîya Navîn, Axvanistanê û Pakîstanê, lo heya kurdên ceş jî hatine wegirtinê. Bi alîkarîya hinek dewletên ereban û Tirkîyê, xazma piştî reva leşkerên Îraqê û zeftkirina çekên nûjen DAÎŞ li vê herêmê bûye hêzeke gelekî xurt.

            Hinek sîyasetmedar û dîtinvan van rojan destnîşan dikin, ku êrîşên DAÎŞ`ê li ser başûrê Kudistanê bersiva hewildana rêveberîya Kurdistanê ya ji bo  serxwebûnê ye. Dibê rêvebrîya Kurdistanê îradeya xwe ya sîyasî û hêza xwe ya leşkerî di vî şerî da baş û tam nîşan bide û îsbat bike, ku ew layîqî serxwebûnê ye. Eger nîşan nede, mixabin, serxwebûna Kurdistanê wê bimîne ji bo «bahareke» dinê...

            Niha radîkalên musulman bi çend pêşenîyan va şer dikin. Pêşenîk jî li Kurdistna başûre. Îro desteyên DAÎŞ`ê li deverên Şengalê, Mûsilê, Duhokê êrîş dikin. Divê em baş bizanibin: dijî van wehîşan şer hêsa nîne. Lewra jî dikare biqewime, ku di pêşeroja nêzîk da pirsgirêkên bêtir mezin derkevine meydanê. Ji bo minak: hHema îro behsa nebixêrîyê belav bû, ku gundên der-dorên Lalişa Nûranî îdî vala bûne, rev û bez li gel ketîye. Pêşmerge, tê xuya, xwe nadine ber û yanê jî nikarin wana biparêzin. Xwedê neke, ger rewş awa dom bike û li deverên Musilê, Duhokê û Kêrkûkê jî şer giran bibe û  beşekî  pêşmergan ji devera Şengalê derkeve, wê demê Şengal û Şêxanê sedî-sed vala bibin. Û wê demê sedî-sed êzîdîyên bêjin, ku Barzanî deverên Kurdistanê yên bi neftê va dewlemend li ser Şengalê û şengalîyanra girt, yanê jî ewî nexwest wana biparêze...

            Gelek rewşenbîrên êzîdîyan van rojan îdî bi eşkere dibêjin, ku sîyeseta dûrnedîtî ya Herêma Kurdistanê mala êzîdîyên Şengalê û êzîdîxanê seranser xirab û kavil kir!..

 

 

Prîskê Mihoyî,

rojnamevanê Komara Ûdmûrtyayê yê emekdar (Rûsya).

07.08.2014

опубликовано
Добавить новыйПоискRSS
Только зарегистрированные пользователи могут оставлять комментарии!
Русская редакция: www.freedom-ru.net & www.joomlao.com

Copyright (C) 2007 Alain Georgette / Copyright (C) 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved.

Последнее обновление ( Sunday, 10 May 2015 )
 
< Пред.   След. >

Авторизация

Вход / Регистрация

Кто на сайте?

Сейчас на сайте:
Гостей - 5
и пользователей - 1
  • LaimonasJeuneese

Последние комментарии

Другие Статьи

                                               

Всего пользователей

106497 зарегистрированных
47 сегодня
331 на этой неделе
1283 в этом месяце
новенький: LaimonasJeuneese