Template Tools
You are here :  Главная
Todays is : Wednesday, 20 November 2019
Prof. Georgiye Xudo Mhoyan wefat kir     e-mail
Administrator   
Thursday, 16 May 2013

     ImageJi Ştatên Amêrîkaê yê Yekbûyî cawake nebxêr gihîşte me, 14 ê meha gulanê  li bajarê San Dîêgoyê, ji pey nexweşiya giran û dirêj ra, çû li ber dilovaniya Xwedê, doktorê zaniyariya doxtoriyê, profêsor,  Ermenistanê da doxtorê zarokayî bi nav û deng Gêorgîyê /Jorayê/ Xudo Mihoyî /Mihoyan/.

    Prof. Gêorgîyê Xudo sala 1940 li gundê Elegezê, nehiya Aparanê, komara Ermenistanê li malbeteke kurdên êzdî, ya bi nav û deng - mala apê Xudo da hatiye dinê. Ew birayê rehmetî rojhilatzanê mezin prof. Şekroyê Xudo, nivîskar Egîtê Xudo û serokê dibistana gundê Elegezê Tîtalê Xudo  yê biçûk bû.

    Ji pey dewî anîna dibistana gund ra ew dikeve înstîtûta bajarê Yêrêvanê ya doxtoriyê û bi qîmetên here bilind xilaz dike.

    Piştî temamkirina perwerda xwe, Gêorgîyê Xudo zemanekî kin wek  doxtorê sereke û rêvabirê nexweşxana li nexweşxanên gundê K‘ûçekê nehiya Aparanê, paşê li gundê xwe  Elegezê da kar dike.

    Nexweşxanên gund û goveka karkirinêye teng ne ji bo wî bûn. Tê derdixe ku bêy destanîna zanebûnên doxtoriyêye kûr û bingehîn nikare tam alî nexweşa bike. Cihana zanyaryê ya fire wî berbi xwe dikşînin.  

     Diçe paytextê welatê sovêtê- Moskvayê û li înstîtûta merkezî ya Travmatalogîya û ortopêdya nexweşiyên zaroka da dikeve aspîrantûrayê. Di nava zanyarê welêt yên di wî warîda here pispor, bi serokatî û dersdarya wan têza xweye zanyaryêye ewlin, ya doktorê zanyarya doxtoriyê diparêze. Demeke kin, dîsa li wê merkezê têza doktoriya  duda  di warê nexweşiyên travmatalogîya û ortopêdya zaroka da xweyî dike.

   Xebatên Gêorgiyê Xudo yê zanyaryên ji alyê ulmdarên doxtoriyê yê welatê Sovêtê da bilind têne qîmetkirin, wek mêtod û mecalên qenckirina nexweşiyên hestûyaye nû û modêrn.

    Ew li înstîtût û nexweşxana Travmatalogîyayê û ortopêdyayê ya bajarê Yêrêvanê da wek serokê para nexweşiyê zaroka derbazî ser xebatê dibe. Ûnîvêrsîtêta doxtorhazirkirinê ya Ermenistanê da dersa dide, navê profêsoriyê distine. Li wê ûnîvêrsîtêtê da tê bijartin wek serokê kafêdira nexweşiyên travmatalogîya û ortopêdya zarokan. Li wezîreta Komara Ermenistanê ya saxlemxweyîkirnê da dibe pêşekzanê komarê yê sereke di warê travmatalogîya û ortopêdya zarokan da.

    Sala 1988 a Ermenistanê da erdhejeke pir mezin çê bû. Ew erdhej wek keraseta Spîtakê li bîra evdê Ermenistanê da maye. Ji 20 hezarî zêdetir evd di bin kelefa da hatine qirê, bi deha hezara li nav wanda piranî zarok birîndar û seqet bûn. Xebata here giran para prof. Gêorgîyê Xudo û koma doxtira ki wî serokatî lê dikir ket.

    Prof. Gêorgîyê Xudo bîra bi seda zarokên birîndarê erdheja da wek xilazkiryê wan ma. Ewî şev rojê xwe li ber cî-nivînê wan derbas dikir, ku jîyan û saxlemiya  wan vegerîne.

     Hedimandina welatê sovêtiyê malbeta rewşenbîrya kurdên Ermenistanê jî hedimand ji hev bela kir.

Sala 2001 ê profêsor Gêorgîyê Xudo jî malêva cîguhestî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, bajarê San Dîêgoyê bû. Lê êdî nexweş bû.  Nenihêrî bi dehan xebatê wî yê zanyaryê û mêtodologî li ber destan bûn lê nexweşiya giran gelek xwestin û meremê wî nîvcî hîştin. 

    Gêorgiyê Xudo malbeteke rewşenbîr û welatparêz da mezin bûbû. Bîra hevalên wîyê xwedinê da ne dema bi însîyatîva wî u hinek xwendevanên hevalên wî, nîvê salên şêstî li Yêrêvanê komela xwendkarê Kurd hate demezirandin û ew xwe jî kete nava rêvabirîya komelê. Nenihêrî mijûlbûnê ew tim bi aktîvî û xemxurî tevî kar û barê rewşenbîriya Kurd dibû.  

    Wî welat û gelê xwe pir hiz dikir . 

   Di xerîbyê, dûr, me stûneke rewşenbîrya Kurdê sovêta berê jî unda kir.

 

 

Eskerê Boyîk

www.kurdist.ru

 

 

RSS
!

Copyright (C) 2007 Alain Georgette / Copyright (C) 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved.

( Thursday, 16 May 2013 )
 
< .   . >

Авторизация

/

Кто на сайте?

:
- 11

Последние комментарии

Другие Статьи

                                               

Всего пользователей

151291
18
86
880
: csgoplango