Template Tools
You are here :  
Todays is : Monday, 24 February 2020
SHEVAVE EGIT: DENG-SEDA WI NAYE BIRKIRINE     e-mail
Administrator   
Wednesday, 26 September 2012

Ji bo bîranîna dengbêjê xweyşuret Şevavê Egît

(1929-1967)

 

 Image    Li dewra Sovyêta berê gazî-siloganeke awa hebû: «Tu kes nehatîye bîrkirinê, tu tişt nehatîye bîrkirinê!». Ev gazîya bi naverok kûr gelek caran bûye û heya niha jî dibe sernivîsa efrandinên bedewetîyê: serhatî û bîranînan, roman û rêzefîlman, belgok û pirtûkan…

     Li ser rûpêlên  rojnama meye netewî ya «Rya teze» jî ev gazî bi dehan salan ne dihate xarê. Gerekê bi heqî û şêkirdarî bê gotinê, wekî di dema Sovyêta berê de xênî nûçe, deng û behs û gotarên fermî rojnama «Rya teze» usan jî li ser her xizmetkarekî gelê me dinvîsî û bûyerên balkêş, ku jîyana civaka me re girêdayî bûn, bîr ne dikir û ew timê diweşandin. Lê, mixabin, li ser dengbêjê xweyşuret Şevavê Egît tu agahdarîk nehatîye nivîsarê. Di çapemenîya kurdî  ya dema îroyîn de jî her tenê navê wî tê dayînê. Dibek  mana sereke hema ew bûye, ku  dengbêjê navdar ji wede zûtir «konê xwe ji nava konan bar kirîye» û çûye rehma Xwedê. Em herdem stranên vî camêrî dibhên, lê em baş nizanin, gelo ew kî ye. Lewra jî îro em vê gotarê raber dikim, ji bo ku her kes bikaribe nasîya xwe bide jîyannîgarîya vî stranbêjê delal, ji bo ku nav-dengê dengbêj di pêşerojê de neyê bîrkirinê...

       «Tu kes nehatîye bîrkirinê, tu tişt nehatîye bîrkirinê!». Belê, em diznin, ku ev gazî li ser mêrxas û fêrizên gelên Sovyêta berê yên dema şerê cîhanêyî duemîn gotine. Xudanê van gotinan helbestvanê naskirî Olêg Bêrgolse. Ev gazî cara yekemîn sala 1960-î li ser heykelê ji bo bîranîna şehîdên berxwedan-hesara Lênîngradê li goristana vî bajarî ya bi navê  Pîskaryovê hatîye nivîsarê. Bêgûman, van peyvan em ne ku tenê dikarin li ser mêrxasên wê demê, lê usan jî li ser wan mirovan bi merd-merdane dubare bikin û bêjin, ku xizmetkarên gelê xwe yên eyinsî û erhede bûne...

A, hema dêmekî usayî hêja û nebirkirî jî dengbêjê meyî gelêrî Şevavê Egîte, emekê kîjanî hewcê bîranînê, qîmetkirinê û şêkirdarîyê ye…

     Şevavê Egît ji malbeteke pîrên êzîdîya ye, ya ku wek pîrê Xanîya ya binemala Egîtê Xudoyê Kelo tê naskirinê. Pêşîyên wî piştî şerê cîhanê yê yekemîn, di dema rev û bezê de ji gundê Kosesogûtlûyê (qeza Qersê) koçberî Ermenîstanê dibin û li gundê Gelto (li navçeya Talînê) dihêwirin. Lê berî hingê kal-bavên wî li gundê Xanê mane û du re tevî êla sîpkan ew têne deşta Eleşgirê…

Van dawîyan xudanê van xetan navnîşa kurê Şevavê Egît–Feyzo pê hesîya, ku bi neferê xwe ve li bajarê Rûsyayê yê bi navê Kanaşê (Komara Çûvaşyayê) dimîne. Me çend caran bi têlê li ser bavê wîyî rehmetî pirs-pirsyar kir.

     Dêmek, Şevavê Egît sala 1929-an li gundê Gelto hatîye cîhanê. Jîyannîgarîya wî sade û bi naveroke, lê, yazix, ne dirêje. Piştî dibistana navîn ew li zanîngeha hesabdarîyê ya du sale tê hildanê û temam dike. Dû re li gundê xwe salên dirêj wek hesabdar kar dike.

Sala 1956-an malbeta wan bar dike û diçe bajarê Gurcistanê yê bi navê Têlavîyê. Li vira wê hênê îdî çend malên mirovên wan yên pîran û nîzîkî 50 malên mirîdan diman. Bi gotina kurê wî–Feyzo, gava li vî bajarî şayîke netewî dibû, bi def û zurne dihatine li pey bavê wî û vexwendî dewatê dikirin, ji ber ku qedrê wî wek dengbêj li nava civakê de pirr bû. Ew usan jî mirovekî destemel, hostakî şereza bû: derî-pencere çê dikir, dîwarê xanîyan dadanî. Ewî bi destê xwe ji bo  neferê xwe û yên bira-pisman avayî çê kirine. Wek dibêjin, ew ne tenê efrandar bû, lê usan jî hosta û sazdar bû. Lema jî gelê me qedr û rûmeta wî bilind digirt.

     Şevavê Egît stranên xwe ji dengbêjên navsere hildane, yên ku di dewat û şayan, ode û civînên gelêrî de kilam digotin. Di navbera salên 1962-1964-an de ew çend caran dibe mêvanê beşa kurdî ya radyoya Rewanê û hema wê hênê jî stranên xwe dinvîse û qeyd dike. Vê gavê li dengxana radyoyê de bi dehan stranên wî hene. Feqet, gelek jî nehatine nivîsarê û tomar kirinê. Mirovên wî jî nikaribûne di dema xwe de wan stranan binvîsin,  ji ber ku li nîveka salên 1960-î dengnivîs û teyb di nava gel de kêm bûn…

     Tiştekî balkêşe, ku carana maşoq û pisporên sazbendîya kurdîye gelêrî (em îdî behsa guhdarvanan nakin) dengê Şevavê Egît û yê dengbêjê navdar Şeroyê Biro tevî li hev dikin! Ji bo minak, îro gelek stran bi lewz-kubra van herdu dengbêjan bi radyo, têlêvîzyonên kurdî û li tora civakî ya Internet`ê têne weşandinê. Bi rastî jî carana mirov tê dernaxe, ka bê  strana «Çûme Dêrsimê, xweş Dêrsime» Şero dibêje yanê Sevav? Eger vê stranê bi gotina van stranbêjan bi guhdar bibhêyî, tê texmîn dikî, ku akla herdu dengbêjan jî xweş û şîrîne. Herdu dengbêjên me jî bêqusûr distrên: dengê Şero bi teqil, zîz û hinekî bilinde, lê dengê Şevav nerm, zirav û hinekî nimize:

 

Wey lo-lo, wey lo-lo, wey lo-lo, wey lo-lo, wey lo-lo, wey lo,

Wey lo dilo, marimo, ne min go ezê çûme Dêrsimê, xweş Dêrsime,

Ax de  avê çema li kanîka, li gelîya, li gola li ser minda têne:

gime-gime, gime-gime, wey dil, wey dil…

 

     Bêguman, her stranbêjek xudanê dengê cihê û bi taybete. Dengê Şevavê Egît nerm, zirav û nazike. Strana wî ya «Wey lê dînê, çîya bilinde, te nabînim» îro gelek hunermendên navdar dibêjin. Lê dîsa hosta dimîne wek hosta. Gava vê stranê bi qedandina Şevavê Egît dibhêyî, tê bêjî dengê wî ji gelîkî kûr dertê û li zozanên Serhedê bela dibe û perwaz dide:

 

Wey lê dînê, çîya bilinde, te nabînim,

Wax qurbanê gul sor bûne, naçirpînim,

Gundî-malîno wezê li ser dilê xwe û kawa kubara,

ez tu dila nahebînim…

 

     Bawarbikî hemû stranên Şevavê Egît yên lîrîkîne. Ew nimûnên stranêjîya gelerî yên bengîtîyê û evîndarîyê di nava gel de gelekî belav bûne: «Çûme Dêrsimê, xweş Dêrsime», «Wey lê dînê, çîya bilinde, te nabînim», «Hey Narîn»,  «Wey malîno, wezê çawa bikim ji xwe vî dilî», «Wey lê dînê» û yên din.

    Stranên wî yên govendê jî ji bîra mirov naçin û gudarvanan bi heyr û hijmekar dihêlin: «Selîmo, lawo, te ji min xêre», «Lo-lo li min, malayan bar kir» û yên mayîn. Dibêjin, wekî Şevavê Egît ev stran di dewata de jî digotin û  ewî bi wî teherî govenda giran bi deng digerand.

Çend kilamên Şevavê Egît jî li ser jîyana nû ya dewra Sovyêtê ne. Strana «Merivê Sovêtîyê temam birane» hema yek ji wane.

    Sed mixabin, gelek xem û xîyal, nêt û meremên dengbêjê hêja nehatine sêrî. Ewî pêra negîhand hemû stranên xwe tomar û qeyd bike. Ew 9-ê gulanê sala 1967-an, di temenekî genc de, di 38-salîya xwe de ji ber nexweşîya giran çû li ser dilovanîya xwe. Tirba wî li nava mexberê êzîdîyan yê li bajarê Têlavîyê (Gurcistan) hatîye çêkirinê.

Hewceye,  ku em hinekî li ser malbeta dengbêjê nebîrkirî bisekinin. Xûşk û birakî Şevav hebûn: Gulê û Şamil. Ew jî, sed heyf, îro ne li rû hewatê ne, çûne li ser dilovanîya xwe. Birayê wî–Şamilê Egît zapitê Sovyêtê bû, rutbê wî yê polkovnîk bû. Di nava olka me ya Gurcistanê de ew nas dikirin wek mirovekî xwey qedir, hurmet û sîyanet.

     Wek gelê me dibêje, îro dûyê ocaxa Şevavê Egît dikşe. Ewî û helala wî –Gulîzera Cindo, ku niha li ser darê pîya diçe û tê, 6 zaro mezin kirin: 4 kur (Seyad, Feyzo, Xalit û Rêzo) û 2 qîz (Gulê û Svêt). Tiştekî şabûnêye, wekî ew hemû îro bûne xwey mal û hal û mirovne kêrhatî. Ew bîranîna bavê xwe geş xwey dikin, ku deng-seda wî neyê bîrkirinê…

 

Prîskê Mihoyî.

 

P.s. Gazî-silogana li destpêka gotara xwe em hinekî diguhêrin û tînine li ser «ta-benê» netewî û şêweyekî nû: «Tu xizmetkarekî gelê me gerekê neyê bîrkirinê, tu bûyereke li ser dîrok, çand û civaka me gerekê neyê bîrkirinê!».

 

 

www.kurdist.ru

 

 

RSS
!

Copyright (C) 2007 Alain Georgette / Copyright (C) 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved.

( Wednesday, 26 September 2012 )
 
< .   . >

Авторизация

/

Кто на сайте?

:
- 9
- 1
  • Semenunv

Последние комментарии

Другие Статьи

                                               

Всего пользователей

155218
20
54
845
: ozutekiruru