Template Tools
You are here :  
Todays is : Monday, 26 August 2019
FATMA ISA: Dengbeja Kurd ya Geleri     e-mail
Administrator   
Friday, 14 September 2012

31 Temmuz 2012

Mahmut BEĞİK/

Image

Di nava gelê Kurd de, heq û hûqûqek heye ku ew bi devkî dimeşe. Her çendîn di van salên dawiyê de, ev têgihiştina hanê ber bi wendabûnê de diçe jî, hene ku dixwazin vê kevneşopiya hanê biparêzin. Dikarim bêjim du tiştnên xweş di nava civaka Kurdan de hebûn ku yek ji wan rêzgirtina ji keda însan re bû. Ya din jî ew bû ku dîroka xwe qet jibîr nedikirin.

Lê mixabin ev her du stûnên civata Kurdî, hêdî hêdî hildiweşin. Sedemê ku ez van gotina dibêjim ew e ku em Kurd, me yek ji bingeha xwe ya çand û hunerê jibîr kiriye û avêtiye pişt guhên xwe. Çiye ew? Radyoya Yerîvanê. Berya ez behsa Fatma Îsa ya dengbêja Kurd bikim, dixwazim behsa Radyoya Yerîvanê, xebatên wê, ked û emeka wê û bandora wê ya li ser çand û wêjeya Kurdî bikim.

 

RADYOYA YERÎVANÊ

Ez naxwazim behsa damezrandina wê bikim lê dixwazim ew bandora ku li ser xelkê Kurd kiriye bikim. Dema damezrandina Radyoya Yerîvanê, mixabin radyo heremî bû. Di dema serdana Mele Mistefa Barzanî de bo Yerîvanê, Kurdên wê heremê, ji Barzanî daxwaz kiribûn ku weşana radyoyê bibe weşanek esmanî û dema weşana Kurdî hinek dirêj bibe. Ev daxwaz li gundê Heko ji Barzanî hatibû kirin. Ew jî ji dewleta Ermenistanê daxwaz kiribû û Moskova jî daxwazên Kurda qebûl kiribû.

Piştî sala 1960î, di kiryarê de ev mesele helbû û weşana bi zimanê Kurdî berfirehtir bû û bû esmanî. Kurdek li Efrînê û Sêwasê heya yekî Kirmaşan û Qmîşlo jî, dikaribû guhdariya radyoyê bikira. Ev bû sedem ku li seranserê Kurdistanê dengê Radyoya Yerîvanê dihat bihîstin. Radyo, bi ew îmkanên xwe yên kêm dikaribû di gelek waran û mijaran de berhem bide û weşanê bike. Di sala 1963 û pê ve, me bi malbatî dikaribû li hemû bernameyên wê guhdarî bikin. Çima jî? Ji ber ku ew sal radyo kete nav mala me. Radyo di hemû weşana xwe de serkeftîbû. Wek: Nûçe, stran, jînengarî, nameyên guhdarvanan, şano, helbest, xwendina pirtûkan û destanên Kurdî….û hwd.

Tevî ku me wan nedîtibû jî weka nav, me hemû dengbêjên radyoyê dinasiya û nûçevanan dizanibû. Ji Keremê Seyad û Sêwaza Evdo heya Şeroyê Biro, Gerebêtê Xaço, Egîdê Cimo, Egîdê Têcir, Tûqasa Xamo, Aslîka Qadir, Efoyê Esed û gelekên din… Şanoya Kero û Kulik, Xanê Çengzêrîn, Siyamend û Xecê û hwd…jî. Di şanoya radyoyê de jî berhemên xweş bi guhdarvanan dida guhdarkirin.

Bes di nava wan hunermendên Radyoya Yerîvanê de, bi taybetî di nava dengbêjên jin de, dengek bilind dibû ku dengek taybet bû. Dengeka zîz, folklorîk û bi şewat. Dema ku kilama ”Miho” ango ”De wî wî” digot, dilê mirovî diperitand. Min bi xwe gelek meraqa wî dengî dikir. Gelo ew jineka çawaye, ew çend ji dilê xwe distrê û Miho kî ye? Ev hemû meraq bûn bo guhdarvanên Radyoya Yerîvanê û bo me jî.

 

NAV Û DENGÊ FATMA ÎSA

Dengek bilind, zîz û zengilî. Ew jineka Kurd bû û xwedî dengekî taybet bû. Di nava degbêjên jin yên Kurd de, du dengên taybet hebûn: Fatma Îsa û Nesrîn Şêrwan… Lê ew Fatma Îsa bû ji ber ku Nesrîn Şêrwanê di Radyoya Bexdayê de, di beşa Kurdî de distra. Di serî de me nizanibû bê Fatima Îsa çend kilaman gotiye û çi cure kilaman straye. Lê kilama bi navê ”Miho”, di nava dengbêjiya Kurdan de, Fatima Îsayî derxistibû asta herî bilind. Ez bi xwe li gelek heremên welat digeriyam û min bi xwe li gelek deveran diye ku di nava plak û kasetan de dengek bikin dibe û ew deng, ji ber ku di biçûkatiya min de di mêjiyê min de mabû, ew dengê Fatima Îsa bû û kilama Miho digot. Bi Fatma Îsa re dema di nava hezar hezar dengan de, dengê Delîl Dîlanar jî bi kilama Dewrêşê Evdî bibîzim, di cîh de ferq dikim û guhdarî dikim.

Me ji der û dorên xwe dibihîst ku Fatma Îsa 5 stranan di Radyoya Yerîvanê de gotiye û hatine qeydkirin. Lê ev ne bes bû û ne çavkanîbû jî. Lêkilînek baş li ser vê dengbêja hêja pêwist bû.

 

LÊKOLÎNÊN Lİ SER FATMA ÎSA

Di dema ku min dest bi amadekirina bernameyan li ser dengbêjên koçkirî kiribû, Xwedê şansek baş dabû min. Eger ez ne xelet bim, di sala 2009 an de bû, malbatek ji Kurdên Qafqasyayê, ji Kazakîstanê hatibûn ziyareta me bo TV ya Kurd 1 ê. Min dixwest li ser Fatma Îsa bernameyek amade bikim lê mixabin destê min nedigihîşt materyalan. Di nav axaftina me ya bi malbatê re min pirsa Fatma Îsa kir. Fatma Îsa eqrabaya ew malbatê derket. Lêkolîn ji wir destpêkir. Fîlozofê Kurd Melayê Cizîrî çi gotiye?

Tali’ ku hate firset mulet li nik heram e

Min ‘umrê Nûhî nîne saqî were xweş bi lez.

Firset hatibû û ketibû destê min. Hz Nûh 950 sal jiyabû lê temenê min ewqas tunebû. Min ji wan daxwaza alîkariyê kir da bikaribim li ser Fatma Îsa bernameyek jînengarî-dokumanterî ya Tv yê amade bikim. Ew jî qebûl kirin. Min wisa dest bi bernameyê kir û heta di wê demê de gelek agahiyan ji wan girt.

Paşî, keça hêja ya malbatê Tamara İbrhîmova gelek tiştnan ji min re şand. Materyala duyem jî ew bû ku dostê min yê hêja Prîskê Mihoyî, di amadekirina bernameya li ser Fatma Îsa de, fikr û ramanên xwe çi hene, ji min re nivîskî şand. Bi wan jî nesekinî û hevpeyvîna Letîfê Mihemedê Birûkî ku bi Fatma Îsa re kiribû, ji zimanê Rûsî bo Kurdî wergerand û ji min re şand. Her bi wan dokumanan re, her 5 stranên ku di Radyoya Yerîvanê de hatibûn qeydkirin, yekser ji min re şand. Bi van alîkariyan û zanîna me ya di derbareyê Fatma Îsa de, min karibû bernameyek belgeyî li serê amade bikim. Ev bername li dora 6 cara li ser Kurd 1 ê hat nîşandanê.

 

MALBATA FATMA ÎSA

Malbata Fatma Îsa ji êla Brûkiya ye. Di nav êla Brûkiyan de, ji bera Qerka ye. Keça Îsayê Ûsivê Elo ye. Navê gundê wan Yêresxavan e û dikeve nêzîkê bajarê İxdira îro û li hember Çiyayê Agiriye. Di salên 1930 yan de, gelek ji malbatên Kurda, ji ber rejîma Stalîn tên sirgûnkirin bo Asya Navîn û Kazakîstanê. Tevî ku eqrebayên malbata Fatma Îsa tên sirgûnkirin jî, malbata wê, ne di nav wan de ye. Tewanbariya wan ew e ku pêwendiyên wan bi Kurdên bakûr re hene.

            Di vir de meseleya herî giring ew e ku esas behsa Serhildana Agiriyê ye. Bizav di sala 1926 an de destpêkir û heya sala 1932 an dewam kiribû. Di nava Bizava Agirî de, yek ji serhildêrên herî mezin Biroyê Heskê Têli ye ku heya sala 1932 an bûbû bela serê dewleta Tirkiyê. Biro bi xwe serokê eşîra Celaliyan bû. Eşîra Celaliya bi hesêb cih û warên xwe, xwedî axeka gelek berfire ye. Rojhilatê Kurdistanê, İxdir, Bazîd, Yerîvan  û heya bajarê Agirî û Sason jî. Dema şervanên Agiriyê didan ser pişta leşkerên Tirka û ew di Çemê Eresê de derbasî axa Sowyetê dibûn, Sowyet car din cil û sîlihan dida wan û wan dixistin ber singa şervanan. Eşîra Fatma Îsa ji êla Birûkiyan bû. Lê di mabeyna her du eşîran de pêwndiyên xwurt hebûn. Di vê sirgûnê de desthilatdariya Tirkiyê xwedî roleka sereke ye.

Fatma Îsa, di sala 1937 an de tê dinyayê û di 6 saliya xwe de bavê wê rehmet dike. Ev tê wateya ku bavê Fatma, di sala 1943 yan de wefat kiriye. Di sala 1945 an de jî diya wê ya bi navê Başa Lelo wefat dike. Fatma, bi xwuşka xwe ve ya bi navê Rindê (Gorçek), ji aliyê apê wê ve, yê bi navê Mihemedê Ûsivê Elo, tên xwedî kirin û mezinkirin. Lê bi navê Bacxanim (Xwuşkxanim) û Fadil jî xwuşkek û birayek wê hene ku ne ji bavê wê ne lê ji diya wê ne.

Malbata wê di sala 1943 an de ji gundê Erezdeyanê bar dike û diçe gundê Hemzelûyê û heya sala 1959 an li wir dimînin. Paşî tên gundê Nêjirlûya Jêrîn ku 15 km. dûrî Yerîvanê ye.

 

ZEWACA FATMA ÎSA

Di nav Kurdan de adet e ku keça zû didin mêra. Bi kurekî ji eşîra Celaliyan re yê bi navê Hemzê Sincê Bava re dizewice. Min li jorê got ku eşîra Celaliya, li dora Çiyayê Agirî, Bazîd, rojhilatê Kurdistanê û heta li Sasonê dijîn.

Xatûna Mehmed ku xesûya Fatma İsa ye, ji eşîra Celaliya, ji Celaliyên rojhilatê Kurdistane ye û ji Fatma Îsa gelek hizdike. Ev kevneşopî di nav gelek malbatên Kurdan de heye. Bûkên xwe, wek qîzeka xwe diparêzin. Wan fêrî her tiştên nav malbat, êl û eşîrê dikin da bikaribin ciyên xwe di nav wan de bigrin. Da li derveyê malbatê nemînin. Ji ber ku Fatma Îsa di zarotiya xwe de bê bav û bê dê mezin bûye, ev jî sedemeka din e ku xesûya wê weka dêyek wê diparêze.

Mixabin ji Fatma İsa re zarok çênabin. Lê zilamê wê naxwaze hêwiyê bîne ser wê. Fatma gelek bedewe û Kurdewariye. Hemzê Sinco ku mêrê wê ye, li der û dorên xwe guhdarî nake. Lê di nava civata Kurda de heye ku zarok ji jinekê re çênebe, destûra zewaca mêrê xwe bide da bizewice. Fatma jî wisa dike û destûra zewaca mêrê xwe dide.

Ji jina duyem re, 4 qîz û 2 kur çêdibin. Navên kurên hêwiya wê Resûl û Torin e. Dema ku em di wefata Fatma Îsa de, li wan kuran dinêrin, bi taybetî di merasima cenazeyê wê de, ew xwe wek kurên wê yên helal dibînin û şîna wê dikin. Di rûpelên pêş de, ez ê behsa wefata wê bikim.

 

DENGBÊJİYA FATMA ÎSA

Di her dawetên Kurdan de, keç, jin û xort ji bo şênkirina dawetê her dem kilama dibêjin û govendê digrin. Li hinek deveran keç û xort ji hev cuda ne lê li hin deveran di nav hevde govendê digerînin. Fatma Îsa di biçûkatiya xwe de, kilamên govendê dibêje û fêrî wan kilaman dibe. Dengê wê gelek cudaye û di nav hemû dengan de bilinde. Heta gelek ji wan xort û keçan li ber berx û karikan kilaman dibêjin û hînî kilaman dibin.

Lê ev tenê ne bes e bo wan. Divê bîra wan jî gelek baş be da bikaribin di hişê xwe de, ew kilamên dirêj bihêlin. Taybetmendiyeka Fatma ew e ku xwedî bîrek kûr û fireye jî. Guhdarîkirin bo kilamek û yek car bo wê bes e.

Rojek, berpirsê beşa Kurdî yê Radyoya Yerîvanê Xelîlê Çaçan ( Muradov) tê gundê Nêjerlûya Jêrîn ku mala Fatma İsa li wir e. Serokê malbenda gund jî Mehmedê Silo ye ku zilamek navdarê Kurda ye. Xelîlê Çaçan dibe mêvanê wî. Li gora gotina İdrîsê Ûsiv ku xwarziyê Hemzê Sinco ye, Xelîlê Çaçan di mala Mehmedê Silo de, ji dengê Fatima Îsa agahdar dibe. Li wir Fatima Îsa dawet dike bo Radyoya Yerîvanê. Di wê demê de gelek stranbêjên jin yên Kurd, di Radyoya Yerîvanê de kilam digotin. Di nava wan de; Sûsika Simo, Zadîna Şakir, Belga Qado û Tuqasa Xemo û gelekên din hebûne. Dema Xelîlê Çaçan û rêvebirên beşa Kurdî li kilama ” Miho” guhdarî dikin, gelek şaş dimînin. Lê ne tenê kilama Miho, di heman demê de kilamên bi navê ”Erê Dînê”, ”Şêro Dîno Lewendo (Li ser riya bajêr)”,  ”Lo Lo Gede” û ”Her Dem e Dem e” jî, ji dengê Fatma Îsa tên qeydkirin. Ev tarîx belkî 1964 e. Ev çar kilamên din piçek kurt in lê belkî bi temamî nehatibin gotin. Ji ber ku di nava wan de yên govendê hene. Nabe ku kilamên govendê zêde kin bin.

Lê Fatma Îsa, ne tenê wan kilaman, hêj gelek kilamên din dizanibû. Mixabin Kurd, di avakirina arşîvan de gelek bê xem in. Qedr û qîmeta folklora xwe qet nizanin. Ji bilî Radyoya Yerîvanê kes dengê Fatima Îsa qeyd nekiriye. Ev di esasê xwe de meseley dinê, ez ê zêde behsa wê nekim. Dixwazim behsa naveroka kilama Miho ya ku Fatima İsa dibêje, di vir de hinek bikim. Belkî çawa dema ku min naverokê nizanibû û meraqa min bû, her weha meraqa gelek kesan be jî.

 

KİLAMA ”MİHO” Û SERPÊHATİYA WÊ

Me di serî de behsa xesuya Fatma Îsa kir ku navê wê Xatûna Mehmedê Eto ye. Bi eslê xwe ji eşîra Celaliya ye. Fatma kilama Miho ji xesûya xwe guhdarî kiriye û serpêhatiya wê jî ji xesûya xwe bihîstiye. Malbavanê Xatûnê ji Rojhilatê Kurdistanê, ji hêla bajarê bajarê Makû yê ne. Li vê heremê keçeka bedew bi navê Têliya Rihanê hebûye. Têlî gelek delal û di heman wextî de dengbêjeka baş bû ye. Bavê wê meznê eşîrê bûye. Gelek caran dengbêjên der û dorên wan û heta yên ji dûr tên mala bavê Têliya Rihanê û bavê wê ji wan re konek mezin vedigre da dengbêj bidin ber hev. Lê di her konvekirina bo dengbêjan û guhdarvanan, Têlî jî di serê civatê de rûdine. Têlî jî, herdem dengbêja binê konê mala bavê xwe ye.

Rojek ji rojan careka din kon vegirtiye û di nava xortan de, xortek bi navê Mihemed ango Miho li nava guhdarvanan rûniştiye. Xortek li hevhatî û xweş e. Têliya Rihanê dema wî dibîne, dilê wê dikeve Miho. Lê Miho tu cara nayê û wê ji bavê wê naxwaze. Weka ku em ji syrana Miho fêmdikin, Miho û Têliya Rihanê gelek caran hev dibînin û evîna dilê xwe ji hevre dibêjin. Di babeta ku malbata Miho çûye û Têliyê ji bavê wê xwestiye an nexwestiye de û eger nexwestibin, çima nexwestine du gotin (rîwayet) hene:

1- Hinek kes dibêjin ku Miho însanek feqîr bûye û ne hinkûfê malbata Têliya Rihanê bû ye. Di nava Kurda de, malbatên feqîr hene ku newêrin an cesareta wan nîne ku herin û ji malbateka dewlemend qîz bixwazin.

2- Dibe ku di mabeyna her du malbatan de xwîndarî hebe. Lewra Miho, Têliyê ji bavê wê nexwestiye. Di nava kilamê de jî behsa du xwûna tê kirin lê ez bi xwe eseyiya meselê nizanim.

Sal di serde derbas dibin û Miho ji xwe re dizewice. Ji wî û jina wî re 4 zarok çêdibin. Lê Têlî, bi evîna xwe ve dihele. Navê evîna wê li der û dora wan belav dibe. Edî herkes dizane ku Têlî evîndarê Miho ye. Herkes dizane ku Têliya Rihanê vê stranê avêtiye ser Miho û gotiye. Stran jî di nava milletê de belav dibe. Lê maqûlên der û dora malbata Miho û bavê Têliya Rihanê qîma xwe bi vê bûyerê naynin.

Rojek ji rojan çend zilamên maqûl û xwiyaneyên wan der û doran, bi çend jinan ve diçin mala bavê Têliya Rihanê dirûnin û daxwaza helkirina meselê ji bavê Têliyê dikin. Bavê Têliyê qebûl dike û Têliya Rihanê ji Miho re dibin. Paşiya kilamê gelek balkêş e. Di nava edebiyata Kurdî ya devkî de, ev duyem care ku em leqayê evîna du kesan tên ku bi hevre dizewicin. Dema zewac çêbû, evîn jî ji ser zimanê xelkê dikeve. Lê di evîna Têliya Rihanê-Miho û di evîna Binevşa Narîn û Cembelî yê Kurê Mîrê Hekariya de zewac heye. Tevî ku her du zewac jî pêk tên, kilamên wan, heya niha jî, di nav xelkê de tên gotin. Hele destana Binevşê û Cembelî, bûyereka bi serê xwe ye û pirtûk li ser hatiye nivîsîn.

Gelo ev bûyer kengê qewimiye? Di vir de, dixwazim tiştek balkêş bêjim. Xatûna xesûwa Fatima İsa, di qîzantiya xwe de zarokên Têliya Rihanê diye. Bi sedema ku bûne mêvanê kurapê Xatûnê. Lê ev bûyer weka li dora 100 sala ye. An belkî zêdetire jî.

Carna mirov difikire bê gelo ne Fatma Îsa, lê yekî an yeka din vê kilamê bigota, wê ewqas bi nav û deng bibûya an na? Ne tenê ez, lê gelek Kurdên me yên Qafqasyayê, yên wekî Prîskê Mihoyî, Tosinê Reşîd, Têmûrê Xelîl di wê baweriyê de ne ku wê ew çend deng nedaya.

Li vir dixwazim behsa bûyereka din bikim da xwendevan di derbareyê salên qewimandina evîna Miho û Têliya Rihanê de serwext bibin. Min li jorê jî piçek behsa bûyerê kir lê dixwazim bi berfirehî car din behsa hevdîtina Xatûn a xesûya Tafma Îsa û zarokên Miho û Têliya Rihanê bikim. Di nameya ku Tamara Îbrahîmova ji min re şandiye de weha gotiye:

Serpêhatiya strana Miho, Fatma Îsa ji xesuya xwe, ji Xatûna Mihemedê Eto fêr bûye. Xatûn rojekê ji Fatma re behsa kurê apê xwe Hemê Heftrih dike. Dibêje Hemê mirovekî hêja, jêhatî û xweş bû ye. Rojek mêvan tên mala Hemê. Hemê ji bo mêvana gazî dotmama xwe Xatûnê dike. Xatûn tê nêzîkî konê Hemê dibe û derê kon vedike. Dibîne ku çend keç û xortên ciwan rûniştine. Xatûn dixwaze wan binase. Ew ji Xatûnê re dibêjin ku ew zarokên Têliya Rihanê ne. Xatûn bi qisekirina wan kesan, serpêhatiya Têliya Rihanê û Miho hîn dibe.

Gelek xort evîndarê Têliyê bû ne. Diçûn wê ji bavê wê dixwestin. Lê Têliyê ji tu kesî hiznedikir. Ewana evîndarê Têliyê lê Têlî jî evîndarê Miho bû. Têlî dengbêje û kilam davêje ser Miho.”

Eger em sala zewac Fatma Îsa, texmînî temenê xesûya wê û hevdîtina Xatûn û zarokên Miho bidin ber hev, em dikarin texmîna 100 salan an 120 salan bikin.

 

STRANA MİHO DİKEVE NAV FÎLMÊN Bİ NAV Û DENG

Belê kilama Miho ku Fatima İsa gotiye, ji aliyên sê senarîstan ve, hatiye xistin bo nava fîlmên bi nav û deng.

1-   Di sala 1978 an de, di fîlma ”Kerî” de, ya ku ji aliyê Yilmaz Güney ve hat afirandin.

2-   Di sala 1968 an de, fîlma bi navê ”Rengê Hinarê” ku ji aliyê Sêrgêy Parancanov ve hatiye afirandin.

3-  Di sala 1990 an de, fîlma bi navê ”Hisret” ku ji aliyê Frûnzê Dovlatyan ve hatiye çêkirin.

Ji bilî van fîlman, gelek ciyên din hene ku ev stran, bi dengê Fatma Îsa, di nav wan de ciyê xwe girtiye. Weka di gelek klîban de, di gelek jenerîkên bernameyan de û hwd… Wek mînak; di bernameya ”Dengên Axê” de, ya ku di TV Kurd1 de tê weşandin û di gelekên din de.

 

MALBATA FATMA ÎSA Jİ ERMENİSTANÊ KOÇ DİKE

Di sala 1989 an de, dema şer di mabeyna Ermenistan û Azerbeycana Bakûr de, ku li ser Qerebaxê diqewime, mixabin rewşa Ermenistanê ya aborî, siyasî û morfolojîk diguhire. Di wir de, rewşa Kurda nexweş dibe. Li gora ku Prîskê Mihoyî dibêje, li dora 35.000 Kurdên Êzîdî û 20.000 Kurdên misilman, ji Ermenistanê koç dikin û belaweyê seranserê Rûsyayê dibin. Di vê koçê de, mixabin Ermeniyên nijadperest xwediyê roleka gelek mezinin. Bi taybetî, ji navçûna rewşenbîrên Kurd yên Ermenistanê.

Di nav qewimandina şer de, malbata Fatma Îsa, di sala 1989 an de, tevî mirovên xwe, diçin Rûsyayê, li Herema Krasnodarê, li navçeya Korênovskê, li bajarokê Platnîrovskê bi cîh dibin. Malbat heya wefata Fatma Îsa û heya niha li wir jiyana xwe dewam dike.

 

NEXWEŞÎNA FATMA ÎSA

Fatma îsa ji dilê nexweş bû. Xwuşka wê Gurcek, her tim wê dixwest mala xwe ya Almaataya ku payîtexta Qazakistanê ye. Xwuşka wê, zarokên xwuşka wê, ji Fatma gelek hizdirin. Dixwestin li cem wan bimîne. Lê ew nedixwest. Wê dibirin ser doktor, lê xwedîtî dikirin. Li gor ku Tamara İbrahîmova ji min re behs dikir, digot ku Fatma İsa, ji xwuşka xwe û xwarziyên xwe re gotiye: Dev ji min berdin. Ez dixwazim herim mala xwe. Keda min û emeka min e ew mal. Dixwazim herim cem zarokên xwe.

Em ji van dotinên Fatma Îsa jî dizanin ku her çendîn zarokên di mal de, yên hêwiya wê ne jî, ji wan hizdike û bi mala xwe ve girêdayî bû ye.

 

WEFATA FATMA ÎSA

Bi wê nexweşiya xwe ya dilî, Fatma Îsa nema dikare jiyana xwe berdewam bike. Ew di 15.01.2010 an de, ji ber nexweşiya xwe ya dilî wefat dike. Di dema wefata xwe de 76 saliye. Cenazeyê Fatma Îsa di herema ku dijî de, li nava goristana Kurda tê definkirin. Wefata wê, di rojek gelek nexweş de ye û zivistanek dijwar girtiye ser wan. Di dema merasima li ser cenaze de, jin kilama Miho li ser wê dibêjin. Di dema defna cenaze de, zarokên ji hêwiya wê li ser digrîn.

Heta, di daweteka eqrebayek wan de, ku ketibû heyama rojên dawiyê yên jiyana Fatma Îsa de, hevala mina hêja Tamara Îbrahîmova, ji min re vîdeoya dawetê şandibû. Tê de wxuya dikir ku Fatma Îsa nikare rabe ser lingan û li ser erebeya xwe ya destî de, car din kilama Miho digot û herkesê ku çav bi Fatma Îsa diket, diçûn destên wê maçî dikirin.

Heya saniya wefata xwe, ew cil û bergên Kurdî ji ber xwe nekiribû û wêneyeka wisa pêşkêşî me dikir ku weka mînakeka jina Kurd bû li hemberî me û hemû Kurdan.

 

PEYKERA FATMA ÎSA

Dema ku min ji lêkolînvan û rojnamegerê Kurd, ji Prîskê Mihoyî daxwaza jiyannameya Fatma Îsayê kiribû, ew ji min re wêneya peykerê Fatma Îsa jî şandibû. Ew peyker, li ser gora wê hatiye çêkirin. Dema mirov li wêneya Fatma Îsa dinhêre, mirov dibê qey nemiriye û li pêşberî mirov rawestiyaye.

 

Lİ SER FATMA ÎSA KÎ/KÊ Çİ GOTİYE?

 

Letîfê Memedê Birûkî:

Letîfê Memedê Brûkî, hevpeyvîneka dirêj bi Fatma Îsa re çêkiribû. Di 08.02.2008 an de. Prîskê Mihoyî ew ji min re, ji zimanê Rûsî wergerandibû zimanê Kurdî. Destpêka nivîsa hevpeyvînê zahf bala min kişand. Letîfê Memedê Brûkî, xwedanê malpera Kurdist.ru ye. Di destpêka hevpeyvîna xwe de weha dibêje:

Fatma Îsa….Lêgênda zindî ya zargotina Kurda. Ew ji bejnê de nîvçe ye. Li temenê wê yê mezin nenêrin, lê ew dîsa bi çalakî diçe û tê. Dêmên wê hinekî çargoşene. Çavên wê reş û bedew in lê zindî û melûl in. Ew li ku jî jiye û felekê ew avêtibe kîjan hêlê jî, ew herdem bi cil û bergên netewî wergirtî bû ye. Li ku dibe bila bibe, dema ji her Kurdekî bipirsin, li Kurdistanê, li Sowyeta berê, li Ewrûpayê, li Amerîkayê an jî ji Awustralya dûr; ”Kî ye Fatma Îsa?” bê guman wê bersiva we bidin. Wê bêjin: Ew dengbêja Gelêrî ye. Xwedana Strana Miho ye.”

 

Tosinê Reşîd:

Li ser wefata Fatma Îsa, nivîskar û lêkolîner Tosinê Reşîd jî, di malpera Netkurdê de, nivîsek li ser Fatma Îsa nivîsandiye. Di wê nivîsa wî de weha dibêje:

Xebereka nebxêriyê ji me re hat. Fatma Îsa, dengbêja bi nav û deng, dengbêja hizkirî, di 76 saliya xwe de, li welatê xerîbiyê, ji dinya ronik koç kiriye.

Gotinek pêşiya heye, dibêjin: Bi nanekî nandar nabî, bi derbekî derbdar nabî. Lê Fatma Îsa, tenê bi stranekê, bi ya Miho bû navdar, hem jî çawa bû navdar!. Bi strana Miho, nav û dengê wê, seranserê Kurdistanê belav bû. Kurdên koçber, nav û dengê strana Miho û navê û dengê Fatma Îsa li seranserê cîhanê belav kirin.”

Li gor nivîsar û lêkolîner Tosinê Reşîd behs dike, di sala 2005 an de, li Hewlêra payîtext,ew tevli 40 rojiya wefata helbestvanek Kurd dibe ku li ser wî helbestvanê, Kurdistan TV, bernameyek amade kiriye. Di merasimê de ew, bername nîşan didin. Ka em ji gotinên Tosinê Reşîd bidin ber çavên xwe:

Program, bi strana Miho destpêbû. Dema min dengê Fatma İsa bihîst, dinya min ser û binê hev bû, dilê min tijî bû, kela min rabû. Ji mintirê min, xerîbekî xwe yê bi salan hundakirî diye. Çi stran, çi deng, çi hostatî….”

Heta Tosinê Reşîd, ji xwendevanan re, behsa xwe û hevdîtina Fatma Îsa dike. Di dema lêkolîna li ser folklora Kurdî ya devkî de. Ka em guh bidin wî, çawa behsa wan rojan dike?

Di sala 1968 an de, ez û Nûra Cewarî ji bo nivîsana stranên Fatma Îsa çûn navça Masîsê, gundê Nêçîrlûya jêrîn. Ji ber ku em ne bawerbûn ka wê Fatma İsa ji me re bistrê an na, em çûne mêvaniya Mehmedê Silo Babayev. Kurdperwerekî ji dil û jêhatî û seranserê Kurdê Yekîtiya Sowyetê dihat naskirin û rûmeta wî dihat girtin û me zanibû welew ji bo xatirê Mehmedê Silo be jî, wê Fatimê ji me re bistirê. Mala têr û tijî, mala ber mêvanan, qedrekî baş ji me re girtin û heya me nanê xwe xwar, Fatma bi xwuşka xwe ve hatin. Bejn û bala wê, xeml û xêza wê Kurdî, bedewiya jineka bê qusur, seba yên wisa gotine Xatûna Kurmancî. Di peyvandin û tevgera xwe de jî gelek maqûl bû. Taybetmendiyên wê, bi hevre wisa li hev dikir, wekî te jê şerm dikir. Mirov ji kesên wisa şerm dike.

Mêrkirî bû lê zarok jê re nebûbûn. Nizanim duwarojê zarok jêre bûn an na? Û ji me re stra,stranek, du, sê, çar…û te texmîn dikir weka nikare nestrê, stran beşekî jiyana wê ye..Wisa di peyvandina xwe de şermoke bû lê bi merdane distriya. Qey bêjî stran bû teherê jiyana wê. Paşî wê û xwuşka wê stranên govendê gotin. Wê digot û xwuşkê jî lê vedigerand. Fatma Îsa, strana Miho kire klasîk û bi xwe, bi wê stranê bû klasîk. Kesên ku strana Miho distrên, bila Fatma Îsa ya klasîk ji bîr nekin. Eger wek wê nikarin bistrên, bila nestrên. Bi strana kêmtir, ew xwe biçûk dixin.”

 

Tamara Îbrahîmova dibêje:

Fatma Îsa, li zozana 2 sal cînara me bû. Ez wê demê belkî 13 an 14 salî bûm. Ew çiqas tê bîra min, jineka bejinbilind, xweş, bi kofî û kitan bû. Zarokên wê çênebûn. Lê xwuşka wê Gorcek, xesuya xalê min Rostem e. 10 zarokên wê hene; 7 xort û 3 keç. Xwuşka wê, ew dianî cem xwe, zahf qedrê wê digirt. Lê sebra Fatma li mala xwuşka wê nedihat. Dixwest here nav zarokên xwe (yên hêwiya xwe). Ji Qazakistanê zivirî û bi şûn de zêde nema wefat kir. Gelek lêkolînerên folklorê, etnograf û hunermendên navdar ew ziyaret kiribûn. ”

Ji bilî folklorê, di derbareyê rewş û halê Kurda de, Fatma Îsa, her dem di xema milletê xwe de bû. Bûyer û qewimandinên Kurda dişopand û li gor ku Tamara Îbrahîmova dibêje weha digot:

 Ez bi van bûyeran qet nerihet im. Qet welatek dost nîne ku alîkariya Kurda bike û bêje bes e ev zilma li ser vî milletî tê kirin? Dîsa gotiye qeweta me nagîje wan, bila Xwedê bersiva wan bide. Rojekê wê deng û diayên Kurda bigîjin Xwedê.”

Li gor gotina Tamara Îbrahîmova, malbata wê û Fatma îsa di salên 1985 û 1986 an de li zozana cînarên hev bûne.

 

STRANÊN FATMA ÎSA YÊN QEYDKİRÎ

            Min di serê nivîsa xwe de jî got ku Fatma Îsa, di Radyoya Yerîvanê de 5 stranan qeyd kiriye. Di wê demê de, stranên li ser şêx, axa, beg, eşîr, yên olî û gelekên din, di nîzama Sowteya Şorewî de nedihatin qebûlkirin. Sedem ew bû ku dema di van babetan de kilam bihatina gotin, ew li dijî bîr û baweriya komunîstiyê dihatin qebûlkirin. Lewraye ew cûrestran nehatine qeydkirin. Di vê mijarê de dengbêjê hêja Gerebêtê Xaço jî heman tiştan dibêje. Nehiştine yek stranek di babetên ku min li jorê behs kiriye de bêjin.

Ji ber vê sedemê ye ku kilamên hemû dengbêjên Radyoya Yerîvanê kêmin û hemû kilam nayên dîtin. Madem rewşa Sowyetê ev bû, em ê xwe çawa bighînin ew stranan. Di mijara xwegihandina stranên Fatma Îsa de dixwazim bêjim, di ser riya nivîsarê hêja, bi xêra Prîskê Mihoyî ku ew jî bi rêya Tîtalê Keremê Seyad van stranan gihande destê min. Ez her dem xwe sipasdarê van biraderê hêja dibînim ku alîkariya min kirine. Lê tevî ku stranên Fatma Îsa kêm hatine qeydkirin jî, car din ez dixwazim behsa gotinên wan stranan bikim û eger pêwist be, li ser wan şiroveyan bikim.

 

1- Miho

Erê Miho li me daye Stêrka Xûl e

Stêrkê li me daye, Stêrka Xûl e

Hê Miho şewqê daye Gera Şêx Resûl e

Hê Miho were her du xwînê mala bavê min e

Li ser mala bavê te ne

Hê kuro gede were, min ramûsanek keremke

Min pêşve qebûle

Ha wî, wî……..

 

Hê Miho vê bilûrê guv e guv e

Mehmedo vê bilûrê guve guve

Li ber simbêla Mihokê minê zer e, zer dilive

Hê eger hun Mihokê min nasbikin

Hun ê nasbikin

Hun nasnekin, gustîla destê Mihokê min ê argeş e ha wî, wî

Wî, wî……

 

Hê Miho dilê min sêleke dihesinî

Der dizeke havê min î

Hê de binêr dasekê dabû destê xwe,

Şîvhespa hespê Mihokê xwe giya jê diçinî

Herê kuro gede welleh hîva zorzemînê

Wa nemîne di vî bejnî ha wî, wî…

wî,  wî,  wî…..

 

Were Miho (w) ez ê çûma goma jorîn , goma miyan e

(W)ez ê dilivîme goma jorîn , goma miyan e

Hê Miho! morî û minciqên min tev de qetiyane

Morî û minciqên zenda tev qetiyan e

Hê şevekê ji êvar de ez û qîzmetê lê geriyane

Li guhera, şax û kenda, di salixa, di sûlix da

Di cêba Mihemedê min de salix dane

Miho hey wî wî

Miho wî, wî, wî…

Min li jorê behsa naveroka bûyera strana Miho kiribû. Di stranê de behsa taybetmendiya Miho nayê kirin. Çi bi exlaqî û çi jî bi şeklê wî. Lê tenê di stranê de behsa simbêlê Miho tê kirin ku xwedî simbêlekî zer e û bilûrvan e. Weka ku ji stranê tê fêmkirin bûyer li zozana derbas dibe. Her weha Têliya Rihanê û Miho gelek caran li zozan bi hevre bûne û hevdîne.

 

2-Erê Dînê

Erê dînê canê te çi gotiye ha li wê ma

Ha li wê ma

Erê dînê belekiyên berfê heliyan

Li kêmê man

Gelî malî, gundîno, ya min, kewa min

Li ser milên çê man

 

Erê dînê (w) ez ê çivîkim, çivîka li serê xerta,

li benda, hê xertalê wê di benda

Erê sebrê xwexila min zar, zimanê te bi xwenda

Herê dînê, tê jina mêrê çêbî, ketî ber mêrê kotî, pintî

Kotîkê mêra, ne tu kuştî ne te berda

 

Erê dînê çiya bilinde, rê di berda

Erê sebrê sorgulê taxa sor bûne

Heme(a) di ser ra

Erê kewa kubarê were, ez tu dila nahebînim

Di ser dilê xwe, di ber te da.

Ev stran, ji devê evîndarekî mêr hatiye gotin ku evîndara wî, mêr kiriye û di gelek pêwendiyên xwe yên taybet de, xwedî sirrên hev in. Ev di mabeyna du evîndaran de gelek giringe: Sir. Di perçeyek kilamê de her weha behsa nehingavtina jin û mêran heye. Gelek cara di nava civakê de, mêrê baş para jina xerabe û jina baş jî para mêrê xerab dikeve. Belkî jî eger baş bi başa re û xerab bi xeraba re bizewiciya, wê dinya bi ser serê însanan de hilweşiya.

 

3-Şêro Dîno Lewendo=Li ser Riya Bajêr

 

Serya pacê hizhizî, lê canê lê cane..

Binya paçê bi hizhizî, Şêro dîno lewendo

Şûşa dilê min derizî, lê canê lê canê

Şûşa dilê min derizî, Şêro dîno lewendo

Derdêm keçika bi kezî, lê canê lê canê

Derdêm keçika bi kezî,Şêro dîno lewendo

Serya pacê bi genime, lê canê lê canê

Binya pacê bi genime, Şêro dîno lewendo

 

Van siyara bi him e him e, Lê canê lê canê

Van siyara bi him e him e, Şêro dîno lewendo

Derdêm keçika hakim e, lê canê, lê canê

Derdêm keçika hakim e, Şêro dîno lewendo

Serya pacê bi sûs e, lê canê lê canê

Serya pacê bi sûs e, Şêro dîno lewendo

Sê siyar têne casûs e, Lê canê lê canê

Sê siyar têne casûs e, Şêro dîno lewendo

Derdê min keçika nêmîs e, Lê canê lê canê

Derdê min keçika nêmîs e, Şêro dîno lewendo.

Ev kilama ku Fatima Îsa straye, kilamek govendê ye û li ser şirove jî nepêwiste.

 

4-Lo Lo Gede

Erê kuro gede yeman, tu ji mêra lo ne tu mêrî lo, yeman gede

Kuro gede were destê xwe bavêje kilîda zer memika

lo zer da dêrî lo yeman gede.

Kuro gede yetîmo welleh ez ya te me

lo tu ji kî newêrî?

 

Erê gede derkev lo konê mezin lo yeman gede

Were kona siwarke lo reben ez im lo yeman gede

Kuro gede welleh nêçîrvan tu yî dîsa lo xezal ez im.

 

Herê dîno bi revê lo sed car revî

Gelî malî, gondîno dîno bi revî lo sed car revî he..

Lê lê dînê welleh tu wa rindî lê tu bedewî……

Dema em li vê kilamê dinêrin, jin ji mêr bi cesarettire. Di hestên wê de merdîtiyeka zêde heye. Jin bi newêrekbûnê mêr tewanbar dike. Lê di dawiya stranê de, ji devê mêr stran bi yek rêzek dewam dike. Dema mirov li stranê guhdarî dike, mirov dibîne ku di dema ku stran wê ji devê zilam dewam bike, stran hatiye birîn. Lewra em dawiya stranê xweş nizanin.

 

5-Her Deme Deme

Her deme deme lo kî digot deme?

Wer dem deme kî digot deme?

Demkê lazî  di bextê te me

Demkê lazî lo di bextê te me

Ha ji van teyra lê hatme cem e

Ca ji van teyra lê hatme cem e

Ha ji van teyra lê (w)e ez botan im

Ca ji van teyra lê (w) ez botan im

(W) ez botan im lê li ser cota nim

(W) ez botan im lê li ser cota nim

 

Ev kilam folklorîk e û ya govendê ye. Şirove ne pêwiste bo wê. Lê mixabin bi sedan kilamên Fatma Îsa nehatine qeydkirin. Lê weka bi nivîs diyare ku li cem Tosinê Reşîd an Nûra Cewarî gelek stranên Fatma Îsa hene. Heta bi îhtîmaleka mezin wê li cem Celîlê Celîl û Celîla Celîl jî hebin. Ew jî li ser folklora Kurdî xebat kiribûn û Fatma Îsa dîtibûn bo berhevkirina metnên stranan.

 

 http://www.kovarabir.com/?p=9586

 

RSS
!

Copyright (C) 2007 Alain Georgette / Copyright (C) 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved.

( Friday, 14 September 2012 )
 
< .   . >

Авторизация

/

Кто на сайте?

:
- 9

Последние комментарии

Другие Статьи

                                               

Всего пользователей

148592
6
34
666
: Katyk_Pl