Rewsha kurdan li Ermenistane gelek xirab e
Ehmed Êmînkî – Rûdaw DIHOK, 8/4 2012 — Hunermenda kurd ya ji Ermenistanê Aslîka Qadir ko xwediya strana ”Welatê me Kurdistan e” ye di sala 1945-ê de li gundê Elegezê, ji dayik bûye. Xwendina xwe li gundê Elegezê qedandiye, bo zanîngehê çûye bajarê Yerîvanê. Şeş salan wek pispora zimanê ermenî û farisî kar kiriye, herwiha demekê li wezareta rewşenbîrî ya Ermenistanê kar kiriye.