Kurdist.ru

PAŞAYÊ EFO: WISA NENÊR TU LI MIN!..(Bona roja bûyîna wî)

Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min,
Bê dû, bê dû dişewite dilkê min!..

Sê sal berê hema vê mehê ev xetên strana Paşayê Efo guhê bi hezeran maşoqên stranbêjîya gelêrî da kirine zingîn, lê ne mîna hercar. Wê carê bi xemgînî û dilkovanî…
Ew çend meh bûn, ku agir dilkê vî dengbêjê xudanê dengê zîz û nazik ketibû, bê du, bê dû dişewitî…
Destpêka îlonê sala 2023-a hevalê min – Xaçoyê Qero min ra têlê xist û got, wekî Paşa gelekî bethale û têla xwe jî vêsandye, berê xwe ji her kesî – ji heval-hogiran, ji bira-pismaman, dost û xêrxwezan, lo ji cîhanê guhastye.
Du hejmarên têlên wî li bal min hebûn: min jî têlê xist, lê, mixabin… bersiv tune bû. Û wê demê ez ketme nava tefekûryê û mitalan: «Hey, Felek, mala te bişewite!..». Hemîn, dinya milkê bavê kesekî nîne, lê nexweşî mixenete: xet û sînoran, cihal û ahalan, çax û mecalan, dem û dewranê napirse.
Û 22-ê îlonê caba nebxêrîyê min ra hat, wekî Paşayê Efo çûye ber dilovanîya Xwedê…
Bi dilê xemgîn û kovan, bi mitalên kûr û betreng, bi hesîna kela genctîyê ez çûme nîveka salên 1970-î, gava kilamên Paşa bi radyoya meye Rewanê didan. Rema Xwedê Xelîlê Çaçan Mûradov be. Ewî wê hênê gazî Paşa kir û çend stranên wî qeyd kir û heya niha jî ew di dengxana radyoya me da têne parastinê: «Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min», «Ax nazikê nazdarê», «Ez werdeka gola şînim», «Giryê saz».
Van çend salên dawî Paşayê Efo helbestên Eskerê Boyîk, Xaçoyê Qero û xudanê van xetan jî kiribû kilam û di tora civakî da weşandibû. Hevalekî gelek berbihêr û qenc bû. Herdem me hevra têlê dixist. Digot, wekî awaz û akla wî mîna ya Aramê Tîkrane. Rastî jî usane: Aram saz dixe û ew jî distrê.
Carekê minra dîsa têlê xist û got, gelo mal-bendên kilaman, gava diwekilin, wê ra çi dibêjin. Min gotê: bendveger, bendwekil, dubend… Şa bû, pê têlê straneke mêranîyê min ra got…
Paşa helbest jî dinvîsî û dikire kilam. Ewî gelek kilamên govendan jî dizanibû. Wextê şayan dikete govendê, hewas-hewas dilîst û bi dengê xweyî nerm û zîz distra û govend digerand…
Paşayê Efo 11-ê îlonê sala 1956-a li gundê Qibixtepe (Navçeya Talînê, li Ermenîstanê) ji dayîkê bûye. Piştî dibistana navîn ew du salan di cêrgên Ordya Sor da qulix dike. Paşî eskerîyê ew xwendina bilind li Zankoya bajarê Yaroslavlê (Rûsya) ya amedekirina dersdaran dest tîne û li gundê cînar – Sorîkê salên dirêj dersên zimanê rûsî dida. Dû ra demeke dirêj bû serokê gundê kal-bavên xwe. Piştî hilweşbûna Sovîyêtê ew bi malbetî çû Rûsyayê û li bajarê Yaroslavlê hêwirî.
Olkeke meye mezin li vê qeza Yaroslavê heye. Û hema li vî bajarî 22-ê îlona sala 2023-a piştî nexweşîya demkin ew çû ber dilovanya Xwedê. Sê rojan hewarî-gazî li ber derê koçika Paşayê Efo kêm nedibûn… Maytê wî di nava mexberê êzîdîyên vê qezayê da sipartine ax-berên sar.
… Û îro jî, roja bûyîna Paşayê Efo, dîsa ev xetên strana wî li guhê me da hema dikine zingîn. Lê vê carê bi histerata kûr, bi şêkirdarîya berbî bîranîna wîye heta-hetayê…

Wisa nenêr, wisa nenêr tu li min,
Bê dû, bê dû dişewite dilkê min!..

Prîskê Mihoyî,
Rûsya, Îjêvsk, 11.09.2026.

Exit mobile version