Kurdist.ru

CÎHANA PRÎSKÊ MIHOYÎ

Çendekî pêşda li bajarê Îjêvskê (Rûsya) li çapxana «MarŞak» berevoka helbestên Prîskê Mihoyî ya bi navê «Cîhana min» ronayî dît. Di vê pirtûkê da weke 150 helbestên wî cîwar bûne, yên ku ewî salên cihê-cihê nivîsîne. Min ew berevok berî çapbûnê xwendye, lema jî pêşxebera wê bi dil nivîsye. Berpirsyarê berevokê Rzganê Cango ye.

      Ez zûva Prîskê Mihoyî nas dikim û pênûsa wîye efrandarîyê ra nasim. Cîhana wîye efrandarîyê tê bêjî mînanî demsalan li ber hev tê guhastinê: bahara wî bi kesk, sor û zere; havîna wî bi germ û germistane; payîza wî bi kilama awaz zîze; zivistana wî bi mitale, xem û xîyale…

      Eva berevoka helbestên wîye pêşine, ku notla dara mêwayê li payîzê berê xwe dide. Fêkîyên wê darê îdî zûva gihîştine, şîrîn, tam û bedewin.

Berevok li ser sê beşan par dibe: «Cîhana min» (helbestên li ser welatê kal-bavan, qelpî-qûlpya cîhanê di hindava gelê me da, raman û fkrên xudane bi taybet û felsefîne); «Fîncana qawê» (helbestên evîndarîyê û lîrîkîne) û «Şengala çavên girî» (helbestên li ser axîn û êşa Şengalê, xayîntî û nemerdaya dost û neyarên wêne).

      Mixabin, ev berevoka gelekî dereng çap dibe. Çima? Prîsk bi xwe bersiva vê pirsê dide. Helbest û gotarên wîye pêşin hela hê di salên xwendekarîyê da li ser rûpêlên rojnama kurdîye «Rya teze» çap bûne. Lê gava Sovîyêt hildiweşe, ew berê xwe dide Rûsyayê û dikeve li ser karê dewletê û dem-mecala wî kêm dimîne, da ku efrandinên xwe tomar bike. Naha ew çûye hêsabûnê, ji «gêjgerîna» xebata fermî aza bûye, çawa dibêjin, «êxina» efrandinên xwe dike «lodeke» tam…

      Vê gavê sê berhemên Prîskê Mihoyîye mayîn jî amadene: yek ya wergêran, yek ya gotarên bijare û yek jî ya serhatyan. Em bawerin, ku ew berhem jî wê zû herne çapxanê…

      Belê, cîhana Prîskê Mihoyî ya efrandarîyê tê bêjî mînanî demsalan li ber hev tê guhastinê: bahara wî bi kesk, sor û zere; havîna wî bi germ û germistane; payîza wî bi kilama awaz zîze; zivistana wî bi mitale, xem û xîyale…

      Ez birayê xweyî hizkirî Prîskê Mihoyî bi dil û can pîroz dikim bo weșena vê berhema hêja û serkeftî.

Eskerê Boyîk

Exit mobile version