Опубликовано: 13.01.2013 Автор: Admin Комментарии: 0

Hevalê hizkirî, berpirsyarê sereke yê malpera

www.kurdist.ru

birêz Letîfê Memmed Brûkî!

 

              5-salîya malpera me ya bi navê  www.kurdist.ru  pîroz û bimbarek be!

            Bi sedan hezaran maşoqên dîrok, çand û zimanê kurdî vê malperê re herdem hatine girêdanê û bi fermî xwe qeyd kirine, lê mêze dikin û dixwînin.

            Ew jî xwendevanên kurdin yanê jî yên bi zimanê rûsî re nasin.  Di şert û mercên tora Întêrnêtê ya îroyîn de û li gorî jimara kurdan li Rûsyayê eva çapnîşeke blind û berbiçave!

             Lewra jî bi navê heval-hogirên malpera www.kurdist.ru em cenabê te pîroz û bimarek dikin, rêveberîya vê malpera xwe re serkeftinê û hêlanên daha bilind dixwezin.

     Eva îdî 5 salin, ku nav û dengê vê malpera naskirî ne ku tenê li dewletên Sovîyêta berê, lê usan jî li gelek welatên cîhanê, xazma li Kurdistanê  belav bûye û bi hizkirin tê qebûlkirinê. Ji ber ku ew rûpêlên dîroka gelê me, pirsên çand û zimê kurdî bi berfirehî û rast derdixe meydanê, niqaş dike û dinirxîne.

     Bi saya vê malpera bi taybet û hewaskar gelek xwendevan nasîya xwe didine çavkanî û delîlên dîroka gelê me, ku me ve berê tarî bûne. Bi heqî em dikarin bêjin, wekî eva malpera karekî bi şêweyê akadêmî dike, lêkolînên usaye degme derdixe holê, ku gelek zanyar nikarin di rastîya wana de şikber bibin yanê jî bi merd-merdane wan babetan niqaş û ret bikin.

     Bibore, hogirê hêja, tiştekî pesin tê tune, lê gerekê bê gotinê, wekî ew hemû destanîn jî bi merîfet, şûret û hereketê cenabê te re girêdayîne. Te barê zanîyarîyê hildaye li ser milê xwe û wî barî bi serfirazî dimeşînî. Em dizanin, wekî kesekî tu borcdar nekirî û ji bo wê xebatê jî kesek heq nade te. Ew berê yekemîn ji welatparêzîya te tê, ya duda jî tu camêrekî bi xîret û namûsî. Belê, xîret û namûsa te ew dîrok û çanda gelê meye. Gava dîroka me şaş û feş dikin, dilê te temûl nake, tu gotina xwe ya bi delîlan û belgeyan ve makkirî raber dikî. Raste, navê zanyarî te bi fermî nestendîye, lê ji hêla civakê ve te ew nav zûva qazanc kirîye: tu pisporekî dîrok û çanda gelê kurdî naskirîyî.

     Em dizanin, wekî gelek dîroknas û lêkolîner havêjîya xwe vê malperê tînin, ku  ew bûye çavkanîke hêja û rast, xweyê rûmet û hurmeta mezin. Mixabin, dîrokzan û lêkolînerên usan jî hene, ku ji vê malperê nûçe, melûmetî û agahdarîyên dîrokî li ber digirin û wek çavkanî bi kar tînin, lê belî nakin, ku ji ku hildane. Em çendik-çend caran bûne şedê minakên usan. Ew jî lêkolînerên gelên cînar bûne, ku delîl û belge ji malpera te hildane û wek yên xweye xwexwetîyê  dane kivşê û bi gorî berjewendîyên gelê xwe bi kar anîne. Bi saya şerezatî û hunurê ceneabê te ev gavên bêrûmetîya dîrokî hatine rûreşkirinê û berbatkirinê.

     Lema jî, birêz Letîfê Memmed, em te re cansaxîyê, sehet û qewatê dixwezin û dibêjin: bila tu di karê xwe de herdem jêhatî, zîrek û rûspî bî ji boy parastin û pêşvebirina dîrok û çanda gelê me!

 

Bi dazwezên here qenc,

 

Prîskê Mihoyî,

cîgirê serokê beşa çapemenîyê ya Wezîreta çand û weşyanan ya Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya),

rojnamevanê emekdar.

 

 

0

Оставить комментарий