Опубликовано: 18.03.2012 Автор: Admin Комментарии: 0

(Ji bo bîranîna kurdzanê naskirî)

1.05.1938 s.-18.03.1991s. 

 

     Her caran, gava gilî tê li ser kurdzanîyê, xazma ya Sovîyêta berê, tevî gelek navên hêja û dêmên geş usan jî navê doktorê dîrokzanîyê, netewzanekî gelê kurdayî berbiçav Memoyê Xalit li ser zara nayê xar. Wî herdem bîr tînin wek zanyarekî zîrek û lêkolînerekî êgin, rewşenbîrekî walatparêz, mirovekî rastgo û şîrhelal, hevalekî xerîbtost û dilovan.

      Memoyê Xalit kurdzanekî naskirî  bû, pisporekî dîroka gelê me yê şareza bû. Ew  pirsgirêkên êtnografîya kurdên Sovîyêta berê va mijûl dibû. Emekê wî di warê pêşvebirina kurdzanîyê da li Qawqazîyayê mezine. Li ber pênûsa wî ya  zanyarîyê gelek lêkolînên balkêş, berhemên giranbaha û gotarên hewaskar derketine, yên ku li ser çand û deba gelê kurdin, li ser erf-edet û rê-rizma netewîne.  Sed heyf, jîyana Memo zû qurçimî,  nêt-meremên wî yên zanyarî bi tam nehatine sêrî û gele-gele xem û xîyalên wî nîvcî man…

     Memoyê Xalit 1-ê gulanê sala 1938-an li gundê Baysizê di mala Xalitê Ataş da hatîye dinê. Baysiz gundekî kurdên êzîdîyan yê herî kevnare li herêma Ermenîstanê. Ew li ser navçeya Talînêye û dikeve başûr-rojavayê çîyayê Elegezê. Nêzîkî 180 salan berê, piştî şerê rûsan-farizan yên salên 1826-1828-an û girêdana peymana aşîtî ya Tûrkmênçayê çend malbetên ji qebîla Stûrkan ya êla Sîpkan ji deşta Elaşgirê, ji navçeya Eyntabê koçberî vira dibin  û xwera gûnd ava dikin. Mala kalkê bavê Memo yek ji wan malbetan bû.

Gulana sala 1945-an, gava şerê cihanê yê duwemîn disekine û Sovîyêt  jî di wê cengê da li ser dikeve, li her deran destbi jîyana aramî û aşîtî dibe. Dibistana gundê Baysizê, ku li salên şêre dijwar jî nehatibû dadanê û kar dikir, payîzê dîsa dergên xwe bi xêr û xweşî li ber zarokan vedike. Hema wê salê jî  Memo cara yekemîn lingê xwe davêje şêmîka dibistana gund ya şeşsale. Hevalên wî yên zarotîyê bûn Eskoyê Egît, Bînbaşê Elo, Mirazê Oskan, Sebrîyê Seleh, Baylozê Qanat û yên din.

     Salên paşî şêr salne giran bûn. Rewşa gûndîyan ya aborî xirab bû, îdara wana ne dibû. Malhebûna gund jî ewqas mezin nîbû, xebat kêm bû. Lema jî gelek mal ji gûnd derdiketin û diçûne deverên din, ku îdara xwe bikin. Ji ber vê yekê jî mala bavê Memo ji gûndê Baysizê bar dike û diçe gundê Qazançîyê li navçeya Artîkê, ku dikeve hêla Gumurîyê. Piştî wê yekê, gava Memo dibistana navîn ya gûndê cînar – Horomê ya dehesale  kuta dike, wî dibine eskerîyê. Ew sê salan li nêzîkî bajarê Lênîngradê (Sankt-Pêtêrbûrg) li eskerîyê qûlix dike. Ew sala 1960-î vedigere malê û amade dibe, ku li dayîreyên xwendina blind da bê hildanê. Sala 1961-ê ew li înstîtûta Yêrêvanêye pêdagogîyê (dersdarîyê) ya ser navê Xaçatûr Abovyane dewletê da tê qebûlkirinê. Ew di fakûltêta dîrokê ya vê zanîngeha perwerdeyê da dixwîne.

Salên xwendkarîyê Memoyê Xalit herdem diçû li gûndan, li nav gel digerîya, deb û rabûn-rûniştina binecîyan va diheyîrî, li dibistanan jî praktîka xwe derbaz dikir. Rojekê ew li gûndê Elegezê dersdara zimanê rûsî Naza Cimşîd ra  dibe nas. Ewê di ûnîvêrsîtêta Batûmê (Gûrcistan) ya dewletê da xwendibû û fakûltêta wêje û zimanê rûsî û almanî kuta kiribû. Di dema xwe da mala bavê Nazê li Elegezê maye. Maleke xwey nav û qedire. Heft ewledên Cimşîdê Nado xwendina blind û ya navîn dest anîne. Paşî şêr malbeta Cimşîd û hinek malbetên din koçberî Batûmê dibin. Hema li gûndê Elegezê Memo û Nazê cara pêşim rastî hev tên û wek dibêjin, hevdû begem dikin û dihebînin. Zûtirekê bavê Memo û çend  mirovên wî diçine mala Cimşîdê Nado ji bo xwezgînîyê Nazê û wê ji Memora dixwezin. Def-dewata wana dikin. Nazê tê bajarê Rewanê û li dibistanê da dersê dide.

      Sala 1966-an Memo bi qîmetê blind xwendina xwe kuta dike. Wî dişînine navçeya Talînê. Ew û kevanîya wî li dibistana gûndê Gozelderê (naha Akûnk) çend salan dersê didin: Memo dersên dîrokê, lê Nazê dersên zimanên rûsî û almanî.  Dû ra Memo dibe berpirsyarê dibistanê yê beşê xwendinê.

     Di destpêka sala 1970-î da Memo vedigere Yêrêvanê û li Şêwra Komara Ermenîstanê ya yekîtîyên  pêşekvanîyê da derbazî li ser kar dibe, lê xanima wî li dibistana navîn ya bajêre 116-an da dersên zimanê rûsî dide. Li ser karê nû Memoyê Xalit di demeke kin da tê naskirin wek xebatkarekî zane û borcnas, xudanê şureta mezin. Li vira qedrê wî blind digirtin, ji ber ku ne ku tenê ewî karê xwe baş derc dikir û pêşva dibir, lê usan jî mirovekî berbihêr û merîfet bû. Ewî ziman ji her yekîra didît, her pirsgirêk çareser dikir.

     Sala 1974-an Memoyê Xalit destbi xebata zanyarîyê dike. Wî li înstîtûta rohilatzanîyê ya akadêmîya Komara Ermenîstanêye zanyarîyê da li beşê kurdzanîyê hildidine li ser xebatê. Ew bi karê zanyarî ra tevayî sê salan li aspîrantûrayê dixwîne.

      Wek tê zanin, di dema Soyîyêtê da li Rûsyayê û Ermenistanê karekî mezin hatîye kirin ji bo pêşvebirina kurdzanîyê. Di vî warî da gelek rewşenbirên netewên mayîn jî xebateke hêle kirine û ked rêtine. Lê barê herî giran bêtir li ser milên kurdan bûye. Zanyarên navdar profêsor Heciyê Cindî, Qanatê Kurdo, Çerkezê Beko, Meksîmê Xemo, Zera Usib, Şekroyê Mihoyî, Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, doktor Emînê Evdal, Karlênê Çaçanî, Xalît Cetoyêv, Memoyê Xalit û yên mayîn emekê mezin kirine nava karê pêşvebirina kurdzaniyê.  

     Tiştekî belî û eşkereye, wekî hetanî hilweşbûna Sovîyêtê Ermenîstan hesab dibû navendeke mezin ya kurdzanîyê û pêşdebirina çanda kurdî. Sala 1959-an li sêktora rohilatzaniyê  da usan jî beşê kurdzanîyê vebû û serokatîya wê parê profêsor Heciyê Cindî dikir. Çend salan dûra ew xebat doktorê dîrokzanîyê Xalit Çetoyêv berdewan kir. Ji sala 1981-ê hatanî sala 1994-an serokê beşê kurdzaniyê ya Instîtûta rohilatzanê profêsor Şekroyê Xudo bû. Vê gavê ne weke berê, lê dîsa jî çend ocaxên çanda kurdan li Ermenîstanê hene û kar û barên xwe didomînin. 

      Sala 1984-an Memo têza xwe ya zanyarîyê bi rûspîtî anî sêrî, xwey kir  û navê doktorê dîrokzanîyê qazanc kir. Mijara zanyarîyê ya Memo belî bû: pirsgirêkên êtnografîya kurda li Ermenîstanê û Qawqazîyayê li nava goveka balkêşîya zanîyarê zîrek û çalak da bûn.

      Paşî zanyarê bi nav û deng û netewzanê mezin Emînê Evdal di warê êtnogirafîya kurdî da Memoyê Xalit  xebera xwe ya zanîyarîyêye nû gotîye. Sala 1986-an pirtûka wî ya bi navê «Malhebûna heywanxwedîkirinê li bal kurdên Ermenîstana Rohilatê» bi rûsî ronayî dît, ya ku li ser pirsên deba kurdane, bi taybetî pirsên usan, yên ku xwedîkirina hewanan, hilgêr-dagêra zozanvanan ra girêdayîne. Wê yekêra tevayî zanyar hinek bawermendîyên gelê me di warê xwedîkirina heywanan da derdixe meydanê, wana bi zanyarî niqaş û nirx dike. Di vê berhemê da cara yekemîn bi hûrgili nîgarvanîya dîrokî-êtnografî ya hildan-danîna hewanan li bal kurdên Ermenîstana Rohilatê di nîveka dudan ya sedsala XIX û destpêka sedsala XX  derdikeve holê.

      Di pirtûkê da xudanê wê  xusûsîyên heywanxwedîkirinê yên navçeyên herema Ermenîstanê di babetên hewayî-teybîyetî û dîrokî-çandî da tîne li ber çavan. Ew bêtir li ser rol û cîyê war û oban  di nava heleqetî û deba zozanvanan da disekine, usan jî dide kivşê, wekî heyamê hilgêr-dagêra zozanvanan  li ser beşan par dibe: berî ku derkevne zozanan, kurdan heywanên xwe der-baharê birine arana, dû ra ew hikişyandine berpala çîyan, lê gava havîn hatîye, ew derxistine li zozanan, konên xwe li warên xwe vegirtine û obe çê kirine. Eva yeka li demsalê da  herdem wekilîye. Balkêşe avabûna oba û danûstendinên di navbera obevanan da. Pirskirêkên li ser waran bal kurdan herdem bi şêweyekî eşîrî hatine safîkirinê.

      Memê Xalit dide kivşê, wekî bêgûman emrê nîvkoçerîyê mora xwe di nava jîyana kurdan da hîştîye. Lê gelek erf-edetên gelêrî hema xwedîkirinan hewanan ra girdayîne, bi taybetî amadekirina hasiletê û derecên mayînva. Ji bo minak, heyamê hilgêr-dagêrê û beranberdanê li bal zozanvanên kurd gelekî balkêş û hewaskare. Yazix, bi undabûna derfetên xwedîkirina hewanan ra tevayî, xazma li heyamê hilgêr-dagêrê û girtina hasiletê, di nava kurdan da gelek erf-edet jî winda û mina dibin.

Gelek gotarên Memê Xalit li ser deb û rabûn-rûniştina û çanda kurda di berhemên zanyarî da derketine, di rojnama «Rya teze» da çap bûne û bi radyoya Rewanê ya beşê kurdî weşyane. Ew gelek caran li konfêransên zanyarî beşdar dibû û di wana da pêşda dahat. Em hinekî pêşva herin û bêjin, wekî payîza sala 1990-î Memoyê Xalit bi teglîfkirin-vexwendina kovara «Rewşen»-ê çû Almanîyayê. Li bajarên Bêrlînê, Bonnê, Kyolnê û yên din ewî di konfêrans û sêmînaran da gotarên netewzanîyê-êtnografîyê dixwendin di derbarên erf-edetên kurdan da. Û pêra jî ewî li ser hinek edetên gelê me ji binecîyên kurd pirs-pirsyar dikir, ku di dema xwe da ji Kurdistana rengîn koçber bûne.

Sala 1989-an Memê Xalit teglîf dikin, ku li Komîtêya Navendî ya partîya komonîstên Ermenîstanê da kar bike. Ew dibe perpisyarê beşê netewên kêmjimar.

      Gerekê bê gotinê, wekî wan salan sîstema Sovîyetê hêdî-hêdî berbi dawîya minabûna xwe va diçû. Mixabin, wê demê pirsa netewî û pêwendîyên di nava netewan da tevlîhev û xirab bûbûn. Netewperestî jî hinek deran serê xwe blind dikir û gelek xirabî û nebaşî bi xwera danî. Hinek komên ermenîyan yên ne xêrxwez dûtêretî avîtine nava gelê me, pirsa awa gotî «êzîdîtîyê-kurdîtîyê» derxistine meydanê. Hinek êzîdîyên dûrnedîtî û nîvxwendî jî rabûn û gotin: «Em êzîdîne, em ne kurdin!». Wana dijî rewşenbîrên kurdên êzîdî şer-dew dikirin, li ber avayên rojnama «Rya teze» û Komîtêya Navendî ya partîya komonîstên Ermenîstanê berav dibûn, dibezyane rewşenbîran, bi dar û gopalan dajotine li ser wana. Di nava wê xiringêla mirovên nezan da Memoyê Xalit wek berpirsyarê netewên kêmjimar û bi wîra tevayî gelek rewşenbîrên ermenî û kurd bi her teherî li ber xwe didan, ku di navbera kurdên êzîdî û kurdên musulman da li Ermenîstanê xirabî-pevçûyîn çênebin. Gerekê bi heqî bê gotin, wekî emekê Memoyê Xalit wek karmendê dewletê di vî warî da jî mezin bû.

      Gelek caran  hêzên tarî şer davîtine Memoyê Xalit û digotin, wekî giva ew naxweze «pirsa êzîdîyan» çareser bike, giva ew dijî êzîdîyatîyê ye. Lê ew yek ne rast bû. Memoyê Xalit milethizekî mezin bû. Ew wek êtnograf baş dizanibû, ku netew çîye û ol çîye. Ew bi ayîna dinê êzîdîyan va herdem serbilind bû. Ji ber ku êzîdîyatî hesab dikir wek oleke Kurdistanêye here qedîmî û kevnar…

     …Adara sala 1991-ê bû. Wê rojê Memo paşî kar vedigerîya malê. Ew nava mitala û tefekurîyê da bû ya berbi roja sibê. Nêzîkî mala xwe, gava ew ji rê derbaz dibe, makînek bi bayê lez wî dixe, davêje û derbaz dibe. Mirovên der-dor li wî dicivin. Cînar Memo nas dikin û wî dibine nexweşxanê…

      Nîvê şevê bû, gava xûdanên van xeta çû nexweşxanê. Gelek mirovên Memo îdî hatibûn, ji doxtiran ra deng dikirin. Pêwîst bû bi lez Memo emelyet bikirana: herdu lingên Memo li çend deran, parxanên wî şkestibûn, lê hela kesî nizan bû, ku perda li ser pişika wî jî qelişîye. Raste, derb hinekî gihîştibû sêrê Memo jî, lê ewî hey caran çavên xwe vedikir û digirt, tê bêjî dixwest yekîra xeberde.  Doxtoran digotin, ku çi ji destê wana bê, wê bikin. Memo gelek xwîn ûnda kiribû. Doxtoran bi lez xwîn dane Memo û emelyet kirin. Piştî sê-çar sehetan ew ji oda emelyetan derxistin û birne oda ku nexweş li ser hişê xweda tên. Li sivderê me Memo dît, dihate xûyakirin ku îdî li ser hişê xweva tê. Doxtra digotin, ku organîzma wî qewate. Bi rastî jî, Memo gelekî li sehet-qewata xwe dinhêrî. Dû rojan dû ra belî bû, wekî perda li ser pişika wî jî qelişîye. Doxtrekî gelekî baş bi paşnavê Vêmyan ew emelyet kir. Her tişt baş bû. Dema krîzîsê jî îdî derbaz bûbû. Memo nan jî xwer. Lê sibetrê rewşa Memo yekcar xirab bû. Doxtira gotin, ku ji pişikên wîye. Doxtorê wê demê yê nexweşîyên pişikayî herî eyan li Rewanê profêsor Apoyan anîn li ser Memo. Paşî nihêrînê, ewî got, ku îdî derenge…

     18-ê adarê sala 1991-ê Memoyê Xalit Derwêşyan, zanyar û netewperwer çû li ser diovanîya xwe. 19-ê adarê meytê wî di tabûtê da ji morga nexweşxana mehela Êrêbûnîyê derxistin û birne li ber avayê wî danîn, ku li meheleke bajêre dinê bû. Der-cînar jî li vir civîyan û weke nîv sehetê şîna vî camêrî li ber dêrî kirin. Xebatkarekî civaka Ermenîstana Sovîyêtê yê di dema xwe da bi nav û deng, berpisyarê rojnama «Rya teze» yê berê Miroyê Esed, ku bi malbetî nêzîkî Memoyê Xalit bû, wê rojê dikewgirî, hêsir ji çavên wî dahatine xarê. Dahat kivşê, ku ew û Memo çiqasî li hedûra nêzîk bûne… Paşê maytê rehmetî birne mala bavê wî, ku wê hênê  li gûndê Saxkûnkê li navçeya  Êcmîyazînê dima…

     20-ê adarê sala 1991-ê li ser mexberê gundê Fêrîk (nehya Êcmîyazînê) ji bo wefatbûna xebatkarê Komêtêya Navendî ya partîya komonîstên Ermenîstanê, doktorê dîrokzanîyê, êtnografê xweyşuret Memoyê Xalit bû mîtînga şînê. Li mîtîngê da axivîn: karmendê Komêtêya Navendî ya partîya komonîstên Ermenîstanê P. Xazaryan, cîgirê berpisyarê rojnama «Rya teze», nvîskarê naskirî  Emerîkê Serdar, doktorê dîrokzanîyê, profêsor H. Yêganyan, nivîskarê kurdî navdar Wezîrê Eşo, serokê kafêdra êtnografîyayê û arxêlojîyayê ya ûnîvêrsîtêta Yêrevanêye dewletê profêsor Yû. Mkrtûmyan, sedrê şêwra gundê Fêrîk Têmûrê Mîro  û  Şêx Zahar. Wana hemûya jî hefa xwe danîn, ku Memoyê Xalit  rûyê qezîya decal da ji wede zûtir konê xwe ji nava konan bar kir û çû li ser dilovanîya xwe. Hetanî vê gavê jî gotinên Emerîkê Serdar ji bîra min naçin: «Gelekan dilê Memo êşandin, lê ewî di jîyana xwe da dilê tu kesî neêşand…».

     Lê nivîskarê hizkirî Wezîrê Eşo bi dilkovanî got: «Şîna Memoyê Xalit cimeta mera tevayî usa jî cimeta ermenî dike û mirina xweda jî ewî qencê Xwedê, ewî saxê dilê xwe kar da: dostî û helalî, pevgirêdana ruhanîyê ya orta herdu cimetêd meda diha qewîn û qedîm kir…».

      Profêsor H. Yêganyan tê bêjî gotinên Wezîrê Eşo îzbat kir: «Wefatbûna Memoyê Xalit ya bê wede zîyaneke mezin bû him bona gelê kurd û him jî bona gelê ermenî. Her gav nine, wekî mirovên usa pêşva tên, digihîjin û xebata kardarva mijûl dibin…».

     Gava xûdanê van xetan li ser vê gotarê di derbarê netewzanê naskirî Memoyê Xalit da kar dikir, matêmatîkosê dineyan, profêsor Feyzoyê Egît, ku kurxatîyê Memoye û pismamekî wîyî pêşe, ji bajarê Bryanskê (Rûsya) bi têlêfonê bi kesereke kûr bîr anî: «Memo di nava bira-pismamtîya me da delalî bû. Me gelekî ji wî hiz dikir, ji ber ku ew mirovekî ne tenê zane û bîlyan bû, lê usan jî pismamekî xêrxwez, şirhelal, dilovan û rastgo bû. Ew rewşebîrekî netewhiz bû. Raste, ez matêmatîkosim, lê herdem li civînên dîrokzanan, şayîr û nivîsakarên me da beşdar dibûm. Berbihêrî, şîrhelallîya Memo, netewperwerîya wî bûbûn nimûne. Dikarim wê yekê jî bêjim, wekî di destpêka salên1960-î da, gava şorişa netewî ya bi serokvanîya Barzanîyê nemirî xûrt û bi hêz bûbû, wek dibêjin, perê me tûnebû, ku em bifiryana. Wê demê şêwra me ya xwendevan û cahilan hebû. Me xebateke zor dikir. Rehmetîyê Memo gelekî bi aktîv û çalak bû, di civînan da deng dikir, li ser pirsên dîrokê, şorişa Kurdistana başûr gotar ji bo Radyoyê û rojneman dinvîsî. Şureta wî ya zanîyarîyê hela wê demê da baş dahate li ber çavan.

      Îro tiştekî gelekî ferze, wekî berhemên Memo yên zanyarîyê, ku ji ber qelema wî derketine, ûnda nebin, bêne çapkirinê û bibine milkê gelê kurd».

Belê, em jî li ser gotina profêsor Feyzoyê Egît difikirin. Em dizaninin, wekî Memoyê Xalit di salên dawê da li ser mijara nû ya bi navê «Dewata kurdan» kar dikir. Piştî sala 1993-an, gava kevanîya Memo–Nazê û kurê wî Ezîz ji Ermenîstanê derketin, mirovên Memo arşîva wî dane doktor Çerkezê Reş. Lê gava Çerkez çu rehma Xwedê, birayê wî Casim pirtûkxane, arşîva wî û pêra jî ya Memoyê Xalit birîye mala xwe. Kurê Memo du caran bi Casimê Tadaş ra li ser vê pirsê deng kirîye. Em bawerin, ku di demeke nêzîk da arşîva Memo wê bighîje li ber destên kurê wî, yê ku îro li bajarê Novêsîbîrskê(Rûsya) dijî û kar dike. Em bîr nekin bêjin, wekî kevanîya Memo–Naza Cimşît, ku qîza  maleke ocaxzade û kulfeteke şîrhelal bû, paşî mirina Memo bêsehet bû, piştî nexweşîya dirêj sala 2007-an li vî bajarê Sîbîryayê çû li ser dilovanîya xwe…

     Van rojan bira-pismamên Memoyê Xalit, heval-hogirên wî carekê dinê zanyarê xweyşuret bîr tînin û emekê wî di warê pêşvebirina kurdzanîyê da blind qîmet dikin.

 

 

Li vî wêneyî da (ji çepê berbi rastê): kurê Memo–Ezîz, Memoyê Xalit, Prîskê Mihoyî, Cemal(xarzîyê Celîlê Celîl) û Reşad Sebrî Reşîd li gûndê Baysizê. Sala 1986-an aspîrantê beşê rohilatzanîyê li Lênîngradê ya însîtûta rohilatzanîyê ya akadêmîya Yekîtîya Sovîyête zanyarîyê kek Reşad hate Rewanê. Û em bi hevra çûne gûndê me. Reşad Sebrî Reşîd (Reşîd Mîran) ji Kurdistana başûre. Ewî sala 1988-an têza doktorîyê li ser rewşa olan li Kurdistana başûr li ser derca bilind xwey kir. Gelek rohilatzanan, xazma kurdzana bi nav û deng Yêvgênîya Vasîlyêvayê qîmetekî gelekî mezin dane xebata Reşad ya zanyarîyê. Sala 2003-an pirtûka Reşîd Mîran ya li ser olên Kurdistan başûr bi rûsî derket. Di wê berhemê da beşekî mezin li ser êzdîyatîyê ye. Ewî gelekî baş nivîsîye.

 

 

 

Prîskê Mihoyî,

cîgirê serokê para çapemenîyê ya Wezîreta

çand û weşanan ya Komara Ûdmûrtîyayê (Rûsya),

endamê Yekîtîya rojnamevanên Rûsyayê.

 

 

 

 

www.kurdist.ru

 

0

Оставить комментарий