Опубликовано: 24.06.2011 Автор: Admin Комментарии: 0

22 hezîranê li bajarê Êsêntûkîyê (Rûsya) di nav koma heval-hogira, bira-pismama û maşoqên wejeya Kurdî de 70-salîya nivîskar û helbestvanê Kurdî naskirî, xizmetkarekî çanda  meyî erhede ya Tosinê Reşid bi dilxoşî û dilşadî hate bimbarek û pîroz kirin. Çapemenîya Kurdî jî bi derfireyî li ser vê bûyerê nivîsî.

Tosinê Reşîd ne ku tenê nivîskarekî Kurdayi bi nav û denge, lê ew usan jî welatparêz û ronabirekî netewî yê mezine, xebatkarekî zîrek û çalake di warê xwehesîn û hişyarbûna  gelêrî de ji salên 1960-î despêkirî hetanî roja îroyîn.

Gelek roşembîrên Kurd yên Sovêta berêye, çi êzdîbe û çi musulman,  yên wan salan, hetanî naha jî zendegirtî dimîni li ser kurdperwarîya vî camêrî. Eva îdî 50 salin, ku ew bi bîr û bawerîyên xwe ve qet nahatîyê guhastin û naketîye bin qolên tu hêzekê û rêxistinekê. Bona wî zîyareta tewre mezin miletê wî û welatê wîye.

Bêguman, Tosinê Reşîd bona me geleka, xazma bona xwendevanên Kurdên Sovyêtê yên salên 1960-1990-î, hebûye û dimine çawa minak-rênîşa netewhizîyê, berxwedanê û serbilindîyê. Ew roşenbîrekî meyî yekemîne, ku  ji şorişa Barzanî  destpêkirî hetanî dema îro, dema serhildanan li seranser Kurdistanê, rehên kurdeyetîyê yên saxlem û qenc di nav civaka me de direşîne.  

Raste, ew van 18 salên dawî li Avstralyayê dimîne, lê herdem li hemû heremên Kurdistanê dibe mêvan, li cîvînên zanyarî yên li ser wêje û hûnera Kurdî beşdar dibe, lêkolînên xweye balkêş raber dike.

Îsal, di destpêka hezîranê de, ew bi mêvanî hatibû Rûsyayê, li herêma Krasnodarê û bajarê Êsêntûkîyê. Li van deveran ji malbeta wî gelek mirov dijîn, gûndîyên wî jî li van waregehan kêm nînin.

Di nasnemeya Tosinê Reşid de nivîsare, ku ew 22 hezîranê sala 1941-ê li Ermenîstanê li gundekî êzdîyan, li Kûrekendê  ji dayka xwe bûye (sala 1977-an navê vî gundî guhastin û danîn Fêrîk, bi navê şorişvanê Kurdî berbiçav, tevgelê şorişa Oktobirê Fêrîk Polatbêkov). Lê, wek Tosin dinvîse, ew wê rojê li zozanên Elegezê, li werê Xudê Nado, ku dikeve li navbera gelîyên Ampûrê û Erqeşanê, li bin konê kurmancî ji dayîka xwe bûye. Navê werê Xudê Nado di strana «Şevavê» de jî tê gotinê (di vê kilamê de behsa Romîyê Qurdo jî tê kirinê. Ew gundîyê Tosinê Reşîd bûye, rîspîkî êla Şerqîya).

Bavê wî – Reşîdê Ozman peneberê ji gundê Sûsiz, li devera Qersê bû, dayka wî – Xezala Çolo penebera ji gûndê Zorê, li devera Surmelîyê bû. Lê pêşîyên wî berê li Eyntaba Serhedê, li gundê Esmerê mane.

Sala 1918-an, gava tirk dikevne Qersê, malbeta wî bi hemû êzdîyên Serhedê ve derbasî Ermenistana îroyîn dibin û diçine gundê Korbilaxê, ji ber ku di wî gundî de mirovên wane ji êla Şerqîya diman.

Sala 1921-ê bavê wî bi çend mirovên xwe ve diçe Tibîlîsîyê, du re malbeta xwe jî tîne li vir. Lê sala 1933-an ew dîsa vedigere Ermenistanê û li gundê Kurekendê, li navça Êçmîadzînê cîh-war dibe.

Bavê Tosin tu caran neçûbû dibistanê, di 15–salîya xwe de xerêq-giranya malê hildabû li ser stuyê xwe. Di wî çaxî de ewî dest bi kar kiribû. Lê bi xwe fêrî xwendin û nivîsara Rûsî bibû û salên dirêj seroketîya gundê xwe dikir. Ewî rojnama navendî ya «Pravda» ji bo xwe dinvîsî û her roj ew rojname dixwend. Reşîd xwendin hiz dikir û zarê xwe jî dane xwendinê.

Tiştekî balkêşe, lê îzbatîye, wekî Reşîdê Ozman zimanzanê Kurdî meşûr Qanatê Kurdo (birazyê xwe) jî daye li ser xwendinê. Birayê Tosinî mezin – Rizalî xwendkarê yekemîn bû ji gundê wan. Ew sala 1948-an dikeve Peymangeha Perwerdeyê ya bajarê Êçmîadzînê. Rizalî rind hîn dibû û pirtûk jî gelek hiz dikirin. Gava Tosin nû çû dibistanê, di mala wan de îdî pirtûkxaneke biçûk hebû. Sal derbaz bûn û jimara  wan pirtûkan ji 2000-î derbaztir bû.

Tosin biçûkê malê bû û Rizalî çi roja ji xwendinê bihata malê,  ji wî re pirtûkek dianî. Rizalyê Reşîd paşê bû dersdarekî emekdar, şayîrekî Kurdayî hizkirî. Gelek berhemên wî îro bûne destanên li ser sifra xwendevana û zanan.  Ew şayîrê lîrîk bû, di helbestên xwe de ewî dîdemên çaya û banyên xwe, nimûnên rabûn-rûniştandina gelê xwe, rastî-neheqya cihanê, hizkirina berbi dê-bava, hisrerta berbi welatê kal-bavan danî li ser ziman. «Ax kengê Kurdistana min aza be!» – kesera dilê wî bû!..

Tosinê Reşîd bîr tîne: «Salên cenga cihanê yê duwemîn û salên dû re li Yekîîtîya Sovyêtê rewşa aborî dijwar bibû, nangranî ketibû di nav xelqê. Lewra jî gelek malên gundê me Kurekendê ji gund bar kirin. Hinek çûn Gurcistanê, hinek çûn gundên Ermenîya yên navçeyên din. Gava ez nû diçûm dibistanê, di gundê me de 15 mal mabûn û dibistan heta koma (dersxana) çaran bû. Koma 5-7 ez çûme dibistana gundê Haytaxê, ku gundê Ermenîya bû û 3 kîlomêtran ji gundê me dûr bû. Koma 8-10 ez çûme gundê Sameqerê, ev gund jî 5 kîlomêtran ji gundê me dûr bû. Em her ro peya diçûn, dihatin. Min li dibistanê dersên wêje û matêmatîkayê hiz dikirin. Mamostayê me yê matêmatîkayê carna pirtûk dida destê min û digot, ku derbasî li ber dextê nivîsarê bim û dersa nû şiro vekim».

Di salên zarotîya Tosin de oda mala bavê wî hebû. Şevên payîza û zivistanaye dirêj mêrên gund di oda wan de berev dibûn, stran, destan û çîrokên Kurdî, serpîhatyên li ser xasên êzdîyan digotin. Bilî dengbêjên gundîyê wan, carna kesên ji gundên mayîn, lo heta ji Tibîlîsîyê jî mêvan dihatine gundê Kurekendê, bi mazûrvanê xwe ve li  oda Reşîdê Ozman dibûne mêvan.

– Ji wan dengbêjan du kes hebûn, ku heta îro jî teherê stranên wan ber çavên min in, dengên wan di guhê min de ne, – Tosinê Reşîd dibêje. – Yê yekemîn şêx Hesen bû, şêx Hesenê birayê Şamilê Beko. Ew sazbendekî mezin bû. Lap kêm salê carekê ew dihate mêvanîya mala me, weke sê rojan di mala me de dima. Êvaran, gava ode dikimkimî, Hesen dest pê dikir. Wî bi piranî destan distiran: «Mem û Zîn», «Sîyabend û Xecê», «Ker û Kulik», «Xanê Çengzêrîn», «Sêva Haco» û yên mayîn. Gava Hesen dest pê dikir, oda me dibû şanoya lîstikvanan. Hesen hey distira, hey ji bo her yekî dengê xwe diguhast, rûçkê xwe diguhart û hey jî şiro vedikir. Gava Hesen distira, jinên mala me û yên malên cînar jî dihatin û binpîya odê rûdiniştin.

Dengbêjê duyemîn ew Ahmedê Mîrazî bû, ku nava xelkê de çawa Ahmedê Şewêş hatibû naskirin. Ahmedê Mîrazî di dema xwe de dengbêjê Cangîr Axa bû. Ewî bêtir stranên mêranîyê digotin û ji stranên wî bîn û boxsa gelêrî dihat. Ew xweyê stîl-akla bi taybet  bû, stranên wî ji yên gişkan cihê dibûn.

Sala 1954-an apê Tosin – Qanatê Kurdo wî bi xwe re dibe Lênîngradê, wekî di mala wî de bimîne û li wir bixwîne. Lê şilayî û nemaya Lênîngradê Tosin nehat, ew nexweş ket û Rizalî hat ew cereke din anî gund. Mêla Qanatê Kurdo gelekî berbi Tosin hebû, çiqas bi mêvanî bahata, ewî Tosin bi xwe re dibire bajêrê Yêrêvanê û ji wî re kincên nû dikirîn.

– Şala 1955-an apê Qanat çend helbestên Cegerxwîn li ser daktîloyê lêxistî ji min re şandin, –  dîsa Tosinê Reşid bîr tîne. – Ez cara yekemîn bi wan berhemên Cegerxwîn  alfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî  re bûme nas. Sala 1957-an ewî pirtûka  xwe ya «Rezimana Kurdî», ku bi destxeta xwe li ser nivîsîbû, dîyarîyî min kir. Peyra, herdem çiqas gotar û pirtûkên wî çap dibûn, ewî li ser dinvîsî û ji min re dişandin. Pêwendîyên di navbera min û apê Qanat de çiqas çûn, ewqas xûrt û xweş bûn. Ji sala 1959-an heta wefatbûna wî (sala 1985-an) lap kêm ez salê carekê diçûme Lênîngradê mêvandarîya wî. Wan salan min herdu dîwanên Cegerxwîn xwendin û gelek şiêrên (helbestên) wî li min xweş hatin, min ew ji ber girtin. Min usan jî gelek pirtûkên ser pirsa Kurda  li bal Qanatê Kurdo xwendin.

Bêgûman, em dikarin bêjin, ku li salên 1960-î Qanatê Kurdo di jîyana Tosinê Reşîd de gelek tişt da  guhastin, ew bi Kurd û Kurdistanê re kir nas, kurdayetî kire ruhê wî û rya jîyana wî. Dûra Qanatê Kurdo ew tam fêrî alfabaya kurdî ya bi tîpên latînî kir.

Ew pêwendîyên di navbera Tosin û apê Qanat de li ser  jîyana Tosin bandor û tesîreke mezin hîştin. Tosin bi pirsa kurd û Kudistanê ve hate girêdan. Û Qanatê Kurdo hetanî dawyê di  jîyana Tosin de wek rêber ma.

Em li vira hinekî lez bikevin û bêjin, ku sala 1967-an Qanatê Kurdo xwest, wekî birazyê wî – Tosin here Lênîngradê û bikeve aspêrantûra înstîtûta Rojhilatnasîyê. Para Kurdî jî di wê înstîtûtê de bû û Qanatê Kurdo bi xwe jî serokê wî beşî bû, lê Tosin neçû. Çima?

– Ji ber ku, –Tosinê Reşîd bersivê dide, – wî çaxî min fakûltêta fîzîka-matêmatîkayê xilas kiribû. Lema jî ez difikirîm, ku hinekê paşê  bêjin, wekî  apê wî ew bir û kire kurdzan. Nenihêrî wê yekê, ku  mêla min gelek li ser kurdzanîyê hebû, lê ez neçûm.

Tosinê Reşîd sala 1959-an kete Înstîtûta Yêrêvanêye Perwerdeyê, li fakûltêta Fîzîka-matêmatîkayê hate hildanê û sala 1964-an temam kir. Piştî înstîtûtê ewî li dibistaneke bajarê Kîrovakanê dest bi karê mamostatîyê kir, lê dû sê mehan re ew ji wir birim eskerîyê û ewî salekê eskerî kir.

Piştî eskerîyê ew vedigere paytextê Ermenîstanê û destpêka sala 1966-an li Înstîtûta Yêrêvanêye kîmîyayê ya zanîyarîyê çawa lêkolînvan derbazî li ser kar dibe. Lê li sala 1970-î  Tosinê Reşîd li Zanîgeha Yêrêvanê dest bi kar dike, di destpêkê de çawa lêkolînvan, paşê jî çawa mamoste-lêkolînvan.

Sala 1975-an ewî li Zanîngeha Yrêvanê têza doktorîyê ya li ser pirsgirêka kîmîya sîlîkatan xwey kir. Ew hema  wê salê jî li beşa înstîtûteke Yekîtîya Sovyêtê, ku navenda wê li bajarê Kazanê bû (Înstîtîta lêkolîn-zanîyarîyê ya madenên ne medenî), wek lêkolînvanê sereke, paşê jî serokê laboratorîyayê derbasî li ser kar dibe.

Çawan lêkolînvan Tosin xûdanê çend patêntan (nasnameyên îcatam) û 12 dîyarkirin-îcatan ye. Ewî di kovarên zanîyarî de 14 gotarên zanyarî li ser pirsên kîmîya sîlîkata û meyandina fosforê çap kirine. Ew li bajarên Moskvayê, Lênîngradê, Kîyêvê, Talînê, Taşkênê û Yêrêvanê beşdarî gelek konfêransên zanîyarî yên li ser pirsên kîmîyayê bûye û gotar xwendine.

Li sala 1991-ê Tosin li beşa Kurdî ya Radîyoya Yêrêvanê derbasêçî li ser kar dibe. Di destpêka sala 1993-an de li Moskvayê Navenda Lêkolînên Kurdî vebû, ku profêsor Şekroyê Xudo Mihoyî serokî dikir. Ew Tosinê Reşîd teglîfî li navendê dike ji bo lêkolînên zanyarî, lê piştî çend meha (27-ê Hezîranê sala 1993-an) Tosinê Reşid malêva diçe Avstralyayê, li bajarê Mêlbûrnê dihêwire û heta niha jî li wir dijî.

Em li jorê her tenê li ser xebatkarîya Tosinê Reşîd ya zanyarîyê sekinin. Lê ew usan jî nivîskar-helbestvane, xudanê gelek berheman û pitûkane, karkirekî civaka Kurdayî berbiçave, welatparêz û gelhize, malxê mala xwe ye û bavkî xemxûre. Ka di vî warî de em çi dikarin bêjin?

– Havîna sala 1963-an hukumata Yekîtîya Sovyetê bi teherekî vekirî piştgirîya şorişa başûrê Kurdistanê dikir, – Tosinê Reşîd bîr tîne. – Radîyo û têlêvîzyon, kovar û rojnaman li ser Kurda û şorişa wan gelekî dinvîsî. Van bûyaran bandoreke mezin li ser Kurdên Yekîtîya Sovyêtê hiştin, hisên kurdperwarîyê bal wan xurt kirin. Payîza sala 1963-an min, Zurbê Emir, Gêorgîyê Xudo û Tîtalê Efoi li Yêrêvanê  «Şêwra xwendkarên kurda» damezirand. Ew li seranser Yekîtîya Sovyêtê rêxistina yekemîn bû, ku li ser bingeha netewî hatibû saz kirin. «Şêwra» me berê nehênî (xewle) bû, lê piştî çend mehan me pêwendî bi Komîtêya Navendî ya Komsomolên Ermenistanê re girê dan û bi hevkarîya wan karê xwe meşend. Piştî wê yekê, gava «Şêwra» me eşkerê bû, navê wê me danî «Şêwra xortên Kurd». Armanca «Şêwrê» belavkirina bîr û bawerîyên kurdayetîyê û xurtkirina hisên netewî bû di nav kurdên Yekîtîya Sovetê de. Programa Şêwrê min nivîsî bû û di yekemîn civîna Şêwrê de min gotar li ser jîyan û berhemên Cegerxwîn xwend. Agahîyên Kurdên Yekîtîya Sovyêtê wê demê li ser Cegerxwîn qet tune bûn. Berî wê tenê di «Rêzimana» Qanatê Kurdo ya sala 1957-an de çap bûbûn, li wir çend şiêrên Cegerxwîn cîh girtibûn. Belkî ew rêziman jî li îro di destê çend kesan de hebe. Paşê «Şêwra» me girtin, di nava pirsên netewperestîyê de em gunekar kirin…

Tosinê Reşîd salên 1970-1990-î gelek caran çûye li nav kurdên Gurcistanê, Qazaxistanê û Qiqizistanê. Ew bi mêvandarî diçû van komaran, lê armanca wî ew bû, ku hisên kurdperwarîyê di nav Kurdên van herema de xurt bike.

Ji sala 1963-an pêwndîyên Tosinê Reşîd bi Kurdên dervayî Yekîtîya Sovyêt re çê bûn, pirtûk, kovar, rojname û belevokên li ser pirsa Kurdan ketine li ber destên wî. Ewî ew belav dikirin.

Lê kengê ewî dest bi efrandarîyê kirye, xwendevanên me dikarin bipirsin?

Daha başe em gûh bidne Tosinê Reşîd: «Bi xwe nayê bîra min ka min kengê dest bi nivîsara şiêra (helbestan) kirîye. Lê Rizalîyê birayê min digot, wekî sala 1957-an min ji wî re şiêrên xwe xwendine. Min salên xwendkarîyê jî şiêr dinvîsîn û sala 1962-an, gava Fêrîkê Ûsiv di Radîyoya Rewanê de berpisyarê beşa wêje bû, du şiêrên min bi Radîyoyê hatin belav kirin. Ji wan yek tê bîra min: “Were, bahar vebûye!”. Gava ez çûme eskerîyê, min şiêrên xwe, ku du defterên 48 rûpêlan de nivîsî bû, bi xwe re birin. Lê min ew li eskerîyê unda kirin. Ji şiêrên berî sala 1966-an nivîsî,  tenê sê çarêk li nav kaxazên mine li gund mabûn».

Helbestên Tosinê Reşîte pêşin paşî Radyoya Kurdî di rojnama «Rîya Teze» de sala 1966-an çap dibin. Hema wê salê cara yekemîn çiroka wî ya ji Rûsî wergerandî çap dibe. Cara yekemîn gotara wî di «Rîya Teze» de sala 1961-ê derdikeve. Ewî li sala 1960-î ji Radîyoyê re dinvîsî. Lê cara yekemîn gotara wî li dervayî Yekîtîya Sovyêt sala 1976-an çap bûye.

Tosinê Reşid hela berî sala 1966-an bi Emerîkê Serdar re, paşê jî wî tenê ji bo beşê Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê bernama (programa) bi navê «Ensîklopêdîya Kurdî» amade kirye. Di wê bernamê de gotarên balkêş di derheqa dîrok, wêje û çanda Kurdî, serhildan û navdarên Kurda, bajar û şênîyên Kurdistanê de dihatin xwendin. Ewê bernamê weke 12-13 salan dom kir.

Tosinê Reşîd Sala 1966-an cara yekemîn dîwana helbestên xwe ji bo çapê amade dike. Endamên beşê nvîskarên Kurda ya Şêwra nivîskarên Ermenîstanê wî mecbûr dikin, ku ew guhastina bike di nava pirtûka xwe. Lê Tosin  nekir. Eva bûyera bû gotina serê her gilya: «Ma hûm dizanin, wekî Tosinê Reşîd ji çarçoveya bîr û bawerînên Sovêtê derdikeve, naxweze xwe rast bike, ji ber vê yekê jî pirtûka wî dernakeve, bila sebir bike!». Lê Tosin çi gune kiribû, gava ewî dinvîsî, ku ew ewledê gelekî dîrokîye, welatê wî bindeste, ew nikare bibe bilbilê «Moskva sor». Erê, eger Tosinê Reşîd binvîsya «Moskva ez heyrana teme, tu dayka minî!…», wî çaxî belkî yekcar pirtûka wî çap bikrana. Lê wê demê, mixabin, gelek endanên Şêwra nîvîskaran dijî pirtûka wî derketin, gotin: «Bila sebir bike!». Û Tosinê Reşîd 9 salan sebir kir, hetanî sala 1975-an, gava «rehema Xwedê» kete dilê berpisyaran û  ew pirtûk bêyî tû guhastinan di dwyê de çap kirin. Dêmek, pirtûka helbestênTosinê Reşîd ya pêşin li sala 1975-an, di 34-salîya wî de nû çap bû. Ev jî encama «hereketên» nîvîskarên me yên komonîst bû. De bila naha yek bêje, kû derewe?! Yên ji gorê jî rakin, wê nebêjin, ku derewe, yên zêndî jî, feqet,  wê xwe ker bikin…

Di destpêka salên 80-î de Tosinê Reşîd bi spartina serokê şanoya Kurdîye gelerî ya bajarê Tibîlîsîyê pîyêsa «Sîabend û Xecê» dinive. Ew pîyês gelek salan ser dikê ma, nîşan nedan. Ewî  bi spartina wê şanoyê pîyêseke din jî li ser jîyana şorişvanê Kurd Fêrîk Polatbêkov ya bi navê «Tîrêj» nivîsî.  Ew jî li ser dexlê ma…

«Ji sala 1967-an vir de min  û Nûra Cewarî ji kurdên Ermenistanê, Gurcistanê, Qazaxistanê û Qirqizistanê hezarî bêtir stran û awazên folklorî berev kirine. Ez beşdarî gelek radîyokompozîsîyonên beşa Kurdî ya Radîyoya Yêrêvanê bûme. Di radîopîyêsa «Sîsê» de min dilqê sereke ya Keleş û di «Ker û Kulik» de rola Kero lîstîye. Min di fîlma «Stranek ji bo Beko»  de rola muxtarê gund lîstîye. Berhemên min bi zimanê Rûsî, Ermenî, Înglîsî, Tirkî û Erebî hatine wergerandin», – Tosinê Reşîd dibêje.

Sala 2005-anTosinê Reşîd li bajarê Hewlêrê beşdarî fêstîvala Mestûrê Erdelanî dibe û ji alîyê Serokê Hukumata Herêma Kurdistanê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî ve tê xelat kirin. Wê salê usan jî li Silêmanîyê ew beşdarî fêstîvala kovara «Gêlawêj» bûye û hêjayî xelata wê fêstîvalê bûye.

Tosinê Reşîd sala 2009-an beşdarî Kongrêya salane ya Kurdên Bakûrê Amêrîkayê bûye. Wê salê usan jî ji bo 100-salîya Qanatê Kurdo beşdarî konfêrans û sêmînarên li Duhokê, Amedê û Stenbolê bûye.

Ewî şiêren Mîxaîl Lêrmontov, Alêksandr Pûşkîn, Andrêy Voznêsênskî, Yêvgênî Îsayêv, Fêrîk Polatbêkov ji zimanê Rûsî û şiêrên Paryûyr Sêvak ji zimanê Ermenî wergerandine Kurdî û di rojnama «Rîya Teze» û gelek kovar û rojnamên Kurdî de çap kirine. Tosin usan jî kurteçîrokên Fêrîk Polatbêkov, Anton Çêxov, Lêv Tolstoy, Îvan Bûnîn, Vasîlî Şûkşîn ji zimanê Rûsî wergerandine Kurdî.

Tosinê Reşîd herdem cîhkî mezin daye karê rojnamevanîyê. Çi ji bo Radîyoya Yêrêvanê û rojnama «Rya Teze», çi ji bo kovar û rojnamên Kurdîye dervayî Yekîtîya Sovyêt û van salên dawî jî li malperên Kurdî ewî  bi sedan gotar nivîsîne û belav kirine.

Tosinê Reşîd zewicîye. Xanima wî doktora hunerzanîyê ye. Ew dota zanyarê Kurdî meşûr Hacîyê Cindî ye.

Tosin û Nûra Cewarî du dotên delal mezin kirine: Zozan, ku pispora sazbendîya Kurdî ye û Aza, ku li wezareteke Hukumata Avstralîyayê ya kar û barên der de kar dike. Ewê têza  xwe ya master li ser pirsa Kurdî amade kirye.   

 

 

Berhemên Tosinê Reşîd evin:

 

  1. «Kilamê rê – helbest» (Yêrêvan, sala 1975-an). Ev pirtûk bi wergera tirkî re tevayî (wergêr A. Balî) li sala 1985-an li Bêrlînê çap bûye. Ew usan jî  bi amadekirina Ferhad Şakelî  sala 2004-an di hejmara 89-an ya kovara «Raman» de bi tîpên erebî derketye.
  2. «Zozan – helbest» (almanaxa «Bahara Teze», №3, Yêrêvan, sala 1984-an).
  3.  «Nîvro – helbest» (Yêrêvan, sala 1987-an).
  4.  «Sîyabend û Xecê – drama» («Roja Nû», Stockholm, sala 1988-an). Li şanoya kurdîye gelerî ya li bajarê Tibîlîysîyê hatîye lîstin. Û usan jî li ser bingeha drama «Sîyabend û Xecê» derhênar Sahin Gok li sala 1992-an bi piştgirya şîrketa «Senar-film» fîlm kişandîye.
  5.  «Şeva bê xew–kurteçîrok» («APEK», Stockholm, sala 2000-î).
  6.  «90-salîya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo – lêkolîn, bîranîn» (bi tevî Husên Hebeş, Bonn, sala 2000-î).
  7.  «Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî–lêkolîn» («Roja Nû», Stockholm, sala 2004-an).
  8.  «Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî, çapa duyemîn» («Lîs»,  Dîyarbekir, sala  2010-an).
  9.  «Min bêrîya şevên Sipî kirîye–kurteçîrok» («Avesta», Stenbol, sala 2005-an).
  10.  «Min bêrîya şevên Sipî kirîye–kurteçîrok»(bi tîpên Erebî, «Spîrêz», Duhok, sala    2005-an).  
  11.  «Mestûre, serê hêjayî tac bû–romana dîrokî» (bi tîpên erebî, «Araz», Hewlêr, sala    2005-an).  Ji bo romana «Mestûre, serê hêjayî tac bû» li sala 2005-an Tosin hêjayî xelata weşanxana «Araz» bûye.                                                
  12.  «Mestûre, serê hêjayî tac bû–romana dîrokî, çapa duyemin» («Ronahî», Dîyarbekir, sala 2010-an).
  13.  «100-salîya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo – lêkolîn, bîranîn» ( bi tevî Husên Hebeş, «Yekîtîya Nivîsarên Kurd», Duhok, sala 2009-an).
  14.  «Evîna te ez parastim–roman» («Han», Berlin, sala 2010-an).

 

Tosinê Reşîd ev berhemên ji bo çapê amade kirye û çap kirye:

 

1.                «Gulbijêr–ji helbestên Şikoyê Hesen (şiêr, bi tîpên erebî, «Spîrêz», Duhok, sala 2007-an).

2.                 «Şikoyê  Hesen, Ba û payîz–şiêr» («Avesta», Stenbol, sala 2008-an).

3.                 «Folklora Kurmanca–Hecîyê Cindî, Emînê Evdal» («Avesta», Stenbol, sala 2008-an).

4.                 «Rizalîyê Reşîd: Baharê bahar nedît–kurteçîrok» («Xoybûn», Bêrlîn, sala 2008-an).

 

Tosinê Reşîd ji bo pirtûkên jêr pêşgotin nivîsîne:

 

  1. «Antologîya şiêra Kurdî» (A. Balî amade kirîye û çap kirîye).
  2.  «Folklora Kurmanca–Hecîyê Cindî, Emînê Evdal» («Avesta», Stenbol, sala 2008-an).
  3.  «Şikoyê  Hesen, Ba û payîz–şiêr» («Avesta», Stenbol, sala 2008-an).

 

Heta niha ev lêkolînên Tosinê Reşîde zanîyarî li ser ziman,

dîrok û wêjeya Kurdan çap bûne:

 

1.                       «Rûpêlek ji dîroka Kurdên êzdî» (Pêwendîyên êzdîya bi şahê Gurcistanê re, li sedsalîya XVIII, rojnama «Rîya Teze», Yêrêvan, sala 1986-an).

2.                       «Şiêra Kurdî li Yekîtîya Sovyêt» (kovara «Nûdem», № 31, Stockholm, sala 1999-an).

3.                        «Kurdistana Sinê di nîveka yekemîn ya sedsalîya XIX» (pirtûka «Mestûre Erdelanî», «Araz», Hewlêr, sala 2005-an).

4.                       «Kurdên Yekîtîya Sovyêt: berê û niha (kovara «Nûbûn», № 110, sala 2009-an).

5.                       «Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt» (kovara «Waten», № 2,  Hewlêr,sala 2010-an).

6.                       «Qanatê Kurdo–rexnegir» (kovara «Peyv», № 49, Duhok, sala 2009-an). 

7.                       «Zimanê qewl û beytên êzdyan» (pirtûka «Şêx Fexrê Adîyan», «Dengê Êzdyan», Oldênburg, sala 2009-an).            

8.                       «Nêrînek li dîroka kevnar: Bingehên ola êzdîyan» (kovara «Mefel», № 1, Duhok, sala 2010-an).                                                 

               

 

Priske Mihoyi

 

www.kurdist.ru

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

0

Оставить комментарий