Birayên xoşwîst!
Eva êdî 18 salin, ku ez hatime Rûsyayê, li bajarê Îjêvskê dijîm û kar dikim. Îjêvsk paytextê Komara Ûdmûrtyayê ye, bajarê dostê me Kalaşnîkove. Weke 10 salan li rêveberya vî bajêrî ez bûme berpirsyarê çapemenîyê, 5 salan jî berpirsyarê rojnama dewletê ya bi navê «Prîgorodnîyê vêstî» («Deng û besên dorhêla bajêr»), wê yekêra tevayî serokê çapxanê. Van 3 salên dawyê di Wezîreta komarê ya çandê, çapemenîyê û weşanan de dixebtim, cîgirê berpirsyarê beşê çapemenyê û weşyana me…
Mala we ava ji bo karê giring û kêrhatî!
Bira Xwedê piştovanê we, balbeta we û herwaha galê me be! Û bira Xwedê rîya gelê me jî rast bike, da kû em nexalifin û unda nebin. Ji ber ku ji her me yek bi netew ve hevane, lê netew jî qulba meye, li ser her ol û dînekî ra ye.
Hevalên hêja, hun bi karê xweva dilê gel baristan dikin, gelê perçe-perçe û perîşan bûyî…
Hewceye, ku gelê me jî bi derfireyî li ser kar û barên we agahdar be, yanê ne tenê li Sovêta berê, lê li seranser Kurdistanê. Gelek keda we dikine ya xwe. Lewra jî pêwîste, ku di malperê de bi zimanê Rûsî re tevayî malûmetî bi Kurdî jî bêne nivîsarê. Tu malpereke Kurdî îro ewqas bi zanyarî li ser Kurda nanvîse, çiqas hun. Gelek malper çîroka dinvîsin. Lê hûn bi ulmî her tiştî mak dikin. Pewiste em şaxê (varyanta) www.kurdist.ru ya bi Kurdî derxin. Bi hezarî zêdetir belgeyên (dokûmêntên) dîrokî, ku we peyda kirye û derxistine meydanê, îro li Kurdistanê haj pê tunene. Ger ku ev malimetî we bi Rusî kire pirtûk, hewceye lez ew pirtûk bi kurdî bê wergerandin. Wî çaxî qîmet û rûmeta wê bi sed caran wê bilid be.
Bi silavan,
Prîskê Mihoyî.
